Omer Mihemed Hesen, pisporê zanistê aborî li Zaxoyê: Avakirina bazareke navxweyî ya yekgirtî bi rêya danûstandina bazirganî ya hevbeş, mertalê herî baş e li hemberî gefên helandina siyasî, çandî û aborî li Kurdistanê
Di vê qonaxa dîrokî de, gelê kurd bêyî hebûna qewareyeke serbixwe û yekgirtî
rûbirûyî astengiyên curbicur dibe. Ev rewş hewceyî gotareke nû ye ji bo
bihêzkirina peywendiyên navbera parçeyên Kurdistanê. Her çend hevxemiya neteweyî
di rabirdûyê de roleke girîng lîstibe, lê ji bo rûbirûbûna guhertinên bilez,
derbasbûna ji qonaxa hest û sîmbolan ber bi berjewendiyên aborî yên hevbeş ve
pêdiviyeke jêneger e. Avakirina toreke bazirganî û darayî, dibe garantiya
bingehîn ji bo parastina parçeyan ji metirsiya helandina siyasî, çandî û
neteweyî.
Ev prose bi rêya hevkariya sektorên cuda yên wekî çandinî, pîşesazî û çavkaniyên
xwezayî pêk tê, ku li gorî taybetmendiyên cografî yên her parçeyekî hatine
dabeşkirin. Têkelbûna bazaran û dabînkirina pêdiviyên navxweyî ji hevdu, ne tenê
ewlehiya xwarin û aboriyê bihêz dike, belku dibe hevkariyeke stratejîk ku wek
parêzvanekê li hemberî fişar û destwerdanên derveyî disekine.
Ezmûna gelên cîhanê nîşan dide ku yekgirtina siyasî çavkaniya xwe ji hevkariya
aborî digire; wekî peymana gumrukî ya Almanyayê (Zollverein) di sedsala nozdehem
de, ku rê ji bo dewleteke yekgirtî vekir. Her wiha, dîroka Yekîtiya Ewropayê ya
niha jî bi yekîtiya sektora komir û hesin dest pê kir, ku rê li ber şerên
malwêraner girt û berjewendiyên gelên xwe parast.
Ji vir diyar dibe ku berjewendiyên darayî bandoreke kûrtir û domdartir ji
diruşmên siyasî dihêlin. Heger gelên cuda yên Ewropayê bi dîrokeke tije nakokî
karîbin bi rêya berjewendiyên aborî yekîtiyeke bihêz ava bikin, nexwe ji bo
parçeyên Kurdistanê ku xwedî ziman, dîrok û çandeke hevbeş in, ev rê guncawtir û
pêwîsttir e. Veguhastina nasnameya neteweyî ji çarçoveya hestiyariyê ber bi qada
kiryarên aborî yên berhemhêner ve, hemû destkeftên neteweyî diparêze û rê ji bo
aramiyeke herdemî û pêşkeftineke berçav di vê herêmê de xweş dike.
