• Monday, 28 September 2026
logo

Kovan Teha, aborînas li Duhokê: Hemwarkirina yasaya kar bi şêوازekî nûjen, rê xweş dike ku kerta taybet bibe hevpareke rastîn a kerta giştî li Herêmê

Gulan Media September 5, 2026 Raport
Kovan Teha, aborînas li Duhokê: Hemwarkirina yasaya kar bi şêوازekî nûjen, rê xweş dike ku kerta taybet bibe hevpareke rastîn a kerta giştî li Herêmê

Kovan Teha, aborînas li Duhokê: Hemwarkirina yasaya kar bi şêوازekî nûjen, rê
xweş dike ku kerta taybet bibe hevpareke rastîn a kerta giştî li Herêmê

Têkiliya di navbera desthilata siyasî û sîstema aborî li Herêma Kurdistanê û
Iraqê de bingehîn û organîk e. Proseya azadkirina Iraqê piştî sala 2003an,
werçerxaneke kûr ber bi aboriya bazara azad anî holê, lê bermahîyên yasayên
navendî yên kevin hîn jî asteng in li pêşiya geşepêdana sektora taybet li
seranserî welat de.

Ji bo avakirina aboriyeke nûjen, pêdaçûna yasayî û hemwarkirina yasaya kar
pêdiviyeke niha û gelek girîng e. Tevî ku Herêm ji ber nebûna serxwebûna tam a
siyasî rûbirûyê astengên destûrî dibe û siyaseta neqdî (diravî) di destê
desthilata Bexdayê de ye, lê darêştina planeke stratejîk a giştgîr bi hevparîya
hikûmet, kerta taybet û welatiyan, dibe sedemeke sereke bo derbaskirina hemû
astengiyan.

Geşeya aborî ya rastîn, zêdebûna dahata tak û dabînkirina derfetên kar ên
guncav, bêkariyê kêm dikin û rasterast seqamgiriya civakî, siyasî û aştiya
niştimanî bihêz û cîgir dikin.

Digel wê jî, astengên siyasî û kargêrî yên di navbera parêzgehan de, wekî xalên
gumrukê, ziyaneke mezin li tevgera azad a bazirganî û pevguhertina kelûpelan
dikin. Herwiha, belavkirina her cure propagandayeke nerênî, baweriya welatiyan
bi berhema navxweyî kêm dike û cotkar û veberhênerên lokalî bêhêvî dike.

Ji ber wê, pêwîst e ji bo gihîştin bi geşepêdana berdewam û parastina ewlehiya
xorakê, astengên hizbî, siyasî, kargêrî û rûtînî bi lez di navbera bajaran de
werin rakirin û piştevaniya tam pêşkêşî kerta çandinî (kiştûkal) û pîşesaziya
navxweyî bê kirin, daku aboriyeke geşesendî û serbixwe bê avakirin.

Top