• Tuesday, 29 September 2026
logo

Dr. Beşîr Yûsif abornas û mamoste li Zanîngeha Dihokê: Gihîştina bi îstîkrara aborî û parastina qewareyê Herêmê hewcedarî bi biryarên wêrek, zanistî û neteweyî heye

Gulan Media September 5, 2026 Raport
Dr. Beşîr Yûsif abornas û mamoste li Zanîngeha Dihokê: Gihîştina bi îstîkrara aborî û parastina qewareyê Herêmê hewcedarî bi biryarên wêrek, zanistî û neteweyî heye

 

Parastina qewareyê fermî û destûrî yê Herêma Kurdistanê و parastina hemû
destkeftên neteweyî, bi tevahî girêdayî bi bidestxistina îstîkrara aborî û
dabînkirina jiyaneke hêja ji bo hemwelatiyan ve ye. Ev ezmûna hikumraniyê ji
piştî sala 1992an ve, berdewam rûbirûyê şerê aborî yê derve û kêmasiyên
birêvebirina navxweyî bûye. Neyar bi rêya birîna şayisteyên darayî dixwazin
pêgeha siyasî ya Herêmê lawaz bikin, ji ber ku bêguman krîza darayî û hejarî
bandoreke nerênî ya mezin li ser hesta neteweyî ya hemwelatiyan dikin.

Ji bo rûbirûbûna vê rewşa xirab, pêwîst e hikumet di pergala bazara azad de rola
xwe ya çavdêriyê bibîne, rê li ber mopolê (qurxkariyê) bigire, kalîteya hemû
kelûpelan kontrol bike û bacek dadperwerane bi kar bîne. Sûdwergirtin ji ezmûna
serkeftî ya welatên wekî Koryaya Başûr û Dubayî di pêşxistina çandinî û
piştgirîkirina berhema navxweyî de, dikarin bibin mînakên serkeftî ji bo
vejandina aboriya neteweyî.

Bingehê sereke ji bo derbaskirina krîzan, bidestxistina dadperweriya civakî û
yekitiyeke giştî ye. Belavkirina wekhev a barê giraniyan di dema tengasiyan de,
baweriya hemwelatiyan bi qewareyê bihêztir dike. Ji ber ku noqbûna vê keştiya
hevbeş ziyaneke mezin bi hemû pêkhateyan digihîne. Di dawiyê de, gihîştina bi
îstîkrara aborî ya demdirêj, hewcedarî bi biryarên wêrek, zanistî û neteweyî
heye ku dûr bin ji berjewendiyên demkî yan hizbî. Tenê bi yekdengiya rastîn em
dikarin bi ser encamên şerê aborî de zal bibin û paşerojeke geştir û bihêztir ji
bo nifşên xwe yên dahatû ava bikin.

Top