Behzad Omer, pisporê aboriyê li Hewlêrê: Aboriya hevpar ne tenê projeyeke darayî ya demkî ye, lê belê stratejiyeke neteweyî ye bo derbaskirina sînorên çêkirî.
Ji perspektîfeke dîrokî ve, aborî ji sedemeke sereke ya şer û milmilanêyan,
guheriye bo amrazekî bihêz bo avakirina hevpeymanî û berjewendiyên hevpar.
Peyrewkirina vê nêrîna nû bo gelê kurd, ku bi ser çar parçeyan de dabeş bûye,
girîngiyeke stratejîk heye. Girêdana bazaran û avakirina toreke bazirganî ya
hevpar di navbera hemwelatiyên hemû navçeyan de, dibe sedema têkelbûna çandî û
civakî, ev jî nêrîneke hevpar bo paşeroja neteweyî diafirîne.
Dîroka dewletên pêşkeftî nîşan dide ku yekgirtûyiya siyasî li ser bingeha bazara
hevpar tê avakirin. Aboriyeke geşebûyî, baweriyê di navbera kerta giştî û ya
taybet de dirust dike, ku hemwelatiyan han dide piştgiriya qewareyeke siyasî ya
hevpar bikin. Ji ber vê yekê, aboriya hevpar ne tenê projeyeke darayî ya demkî
ye, lê belê stratejiyeke neteweyî ye bo derbaskirina sînorên çêkirî û avakirina
hişmendiyeke bikom (kolektîf).
Ev prose zemîneyeke guncaw bo baweriya dualî û sûda giştî direxşîne, ku di
dawiyê de rêya gihîştina bi seqamgîriya siyasî, yekgirtûyiya nîştimanî û
avakirina dewleteke neteweyî ya jêhatî û serdemiyane bo gelê kurd li herêmê pir
asantir dike, bi şêweyekî ku geşepêdan bibe bingeha sereke ya parastina ewlehiya
nîştimanî ya hevpar.
