Amanj Zîbayî, siyasetmedar û pisporê zanistên siyasî: Armanckirina sektora aborî delîlekî eşkere ye ku şerê paşerojê bêtirî ku leşkerî be, şerê rûxandina binesaziya bazirganî û darayî ye
Amanj Zîbayî, ji bilî ku yek ji siyasetmedarên Kurdistanê ye, di heman demê de
pisporê zanistên siyasî ye. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de
(Bandora aborî û bazara hevbeş di avakirina neteweyê de), bi vî rengî dîtin û
nêrînên xwe pêşkêş kirin:
"Cihê şanaziyeke mezin e ku ligel van ezîzan li ser pirseke neteweyî ya her çar
parçeyên Kurdistanê guftûgoyê dikin, ku ew jî «bandora aborî û bazara hevbeş di
avakirina neteweyê de» ye. Nexasim ji ber ku pisporiya min zanistên siyasî ye,
ez ê ji perspektîva zanistên siyasî ve li ser vê pirsa girîng biaxivim.
Herêma Rojhilata Navîn niha di qonaxeke gelekî hestiyar û tijî aloziyên leşkerî
û aborî de derbas dibe. Ev hevrikiya han tenê di çarçoveya leşkerî de nemaye,
belku radekî pir girîngtir girtiye ku ew jî warê bazirganî û aborî ye. Sepandina
cezayên nû û dorpêçên aborî yên tund ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve bo ser
Komara Îslamî ya Îranê, bêguman dê bandoreke rasterast û nerasterast li ser
tevahiya herêmê û bi taybetî sektora aborî ya Herêma Kurdistanê jî hebe. Ji vî
aliyî ve, pêdivî ye bi hûrbînî li hevkêşeyan binêrin û stratejiyeke kamil ji bo
rûbirûbûna encaman deynin.
Komara Îslamî ya Îranê, di nava çendîn dehsalên borî de, li şûna avakirin û
binyatkirina binesaziyeke aborî ya bihêz li herêmên Kurdî (Rojhilatê
Kurdistanê), bêtir giringî daye mîlîtarîzekirina van deveran. Nebûna kargeh,
projeyên pîşesazî yên mezin û derfetên kar ên guncaw, bûye sedema derketina
diyardeyeke nexweş a wekî «Kolberî» li ser sînoran. Kolberî encama nebûna
berpirsyariya dewletê ye li hemberî welatiyên xwe, ku tê de mirov neçar dibe ji
bo dabînkirina debara jiyana xwe, metirsiya kuştin û dijwariya rêyan bi canê xwe
bikire. Ev rastiya tal ji me re dibêje ku cîrantiya aborî ligel welatekî ku
binesaziyeke guncaw nîne, nikara hevsengiyeke demdirêj ji bo berjewendiyên her
du aliyan dabîn bike.
Ji aliyekî din ve, pêgeha jeopolîtîk a Herêma Kurdistanê di navbera dewletên
cîran de her dem wekî faktoreke zextê hatiye bikaranîn. Dema ku em dibînin
kesayetiyên diyar ên sektora taybet û veberhênerên Kurdistanê, wekî mala Pêşrew
Dizayî û projeyên din ên neteweyî dibin armanc, ev ji me re dibêje ku neyarên
geşepêdana Kurdistanê bi başî bi hêza aborî hesiyane. Ew dixwazin rê li ber her
pêşketin û serxwebûneke aborî bigirin ku bibe sedema bihêzbûna pêgeha Kurdan li
herêmê. Armanckirina sektora aborî delîlekî eşkere ye ku şerê paşerojê bêtirî ku
leşkerî be, şerê rûxandina binesaziya bazirganî û darayî ye.
Di vê navberê de, pirseke cewherî rûbirûyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe: Gelo
heta çi radeyê hatiye karîn çavkaniyên dahatê bên piralîkirin û sektora aborî ji
girêdayîbûna mutleq a bi neft û enerjiyê rizgar bibe? Piraniya welatên cîhanê,
ji bilî ku hilberîner in, xwedî «brand» (nîşan)ên xwe yên neteweyî ne ku pê tên
naskirin; Swîsre bi saetan, Fransa bi berhemên kompanyaya Renault, Kuba bi
cixarê û heta Îran bi xalîçe, fistiq û zeiferanê di asta navneteweyî de tên
naskirin.
Kurdistan xwedî axeke bi bereket û berhemên çandiniyê yên bêhempa ye wekî hejîr,
gûz û hinar, ku şiyana wan heye bibin brandên cîhanî. Rast e hinek hewildan ji
bo hinardekirina van berheman hatine kirin, lê mixabin ev prose bi şêwayekî
berdewam û stratejîk nehatine birêxistin û di nîveka rê de mane.
Ji bo ku ev berhem bibin nasnameyeke navneteweyî ji bo Kurdistanê, pêdivî ye
hikûmet bi rêya plana stratejîk kar bike. Ev jî dikare bi rêya seferberiyên
reklamê yên bihêz di kanalên medyayî yên mezin ên cîhanê de, çalakkirina
nûnertiyên dîplomatîk û lobiyên Kurdî li derve be.
Di heman demê de, dikare di protokolên fermî de, li şûna diyariyên asayî,
berhemên herî baş û bi kalîte yên Kurdistanê pêşkêşî şand û nûnerên dîplomatîk
ên biyanî bêne kirin. Ev gav ne tenê sektora çandiniyê geş dike, belku dibe
sedema afirandina derfetên kar û çêkirina baweriyê bi berhemên navxweyî di asta
cîhanê de.
Di dawiyê de, her çend hevrikiyên jeopolîtîk giran in û bandorên dorpêçên ser
Îranê bêguman digihîjin Herêma Kurdistanê, lê sektora aborî dikare bibe
mertaleke bihêz heger bi durustî bê birêvebirin. Guhertina nêrîna aborî ji
çavkaniyeke yekalî ya wekî neftê ber bi avakirina pîşesaziyeke neteweyî û
brandkirina berhemên navxweyî, pêgeheke bazirganî ya bihêztir di asta
navneteweyî de dide me û berjewendiyên gelê me diparêze."
