• Monday, 28 September 2026
logo

Geylan Hacî Seîd, Serokê Odeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê: Bêyî aboriyeke yekgirtî û bazirganiya azad, axaftin li ser avakirina neteweyê û hevkariya niştimanî tenê dirûşmek e û nayê cih

Gulan Media September 5, 2026 Raport
Geylan Hacî Seîd, Serokê Odeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê: Bêyî aboriyeke yekgirtî û bazirganiya azad, axaftin li ser avakirina neteweyê û hevkariya niştimanî tenê dirûşmek e û nayê cih

 

Geylan Hacî Seîd, Serokê Odeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê: Bêyî aboriyeke
yekgirtî û bazirganiya azad, axaftin li ser avakirina neteweyê û hevkariya
niştimanî tenê dirûşmek e û nayê cih

Geylan Hacî Seîd, Serokê Odeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê ye û xwedan
ezmûneke mezin e di vê sektora girîng de. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya
Gotûbêjê» de (Bandora aborî û bazara hevpar di avakirina neteweyê de), bi vî
rengî dîtin, nerîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin:

Zêde spasî Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim ji
bo vê vexwendinê û axaftina li ser mijareke girîng wek «Bandora aborî û bazara
hevpar di avakirina neteweyê de». Li ser vê mijara girîng, ez ji perspektîfa
ezmûna xwe ya pratîkî ya bi bazar û bazirganiyê re diaxivim. Qenaeta min ew e ku
mijara avakirina neteweyê û parastina qewareyên siyasî û destûrî, tenê di
çarçoveya dirûşmên siyasî û doktrînên îdeolojîk de kurt nabe. Dîroka geşepêdana
gelan û dewletên hevçerx ji me re dibêje ku aborî, stûna herî bihêz û rastîn e
ji bo ragirtin û berdewamiya her qewareyeke neteweyî. Bazara hevpar û yekgirtiya
aborî, berî ku tenê proseseke bazirganî bin ji bo guhertina kelûpel û
xizmetguzariyan, amrazên bingehîn in ji bo bihêzkirina hîsa neteweyî û
durustkirina berjewendiya hevpar di navbera kesan û navçeyên cihêreng ên yek
niştimanî de.

Nexwe rastiya me ya îro ji me re dibêje, bêyî hebûna siyaseteke aborî ya
yekgirtî û azadiya tevgera bazirganî, axaftin li ser avakirina neteweyî û
hevkariya niştimanî bi astengiyên mezin re rûbirû dibe.

1- Bazara navxweyî ya yekgirtî, kevirê bingehîn ê hîsa neteweyî

Dema em behsa bazara hevpar dikin, mercê yekem ew e ku em bikarin di navxweya
sînorên cografî û neteweyî yên xwe de, fersendeke aborî ya yekgirtî û bêasteng
biafirînin. Nabe behsa hevkariya aborî bi derdorê re, an perçeyên din ên
Kurdistanê re bê kirin, di demekê de ku hîn di navxweya Herêma Kurdistanê de
asteng li pêşiya tevgera azad a kelûpelên navxweyî hebin.

Bo nimûne, dema cotkarek an berhemhênerek li Zaxoyê berhemekî çandinî an
pîşesazî berhem tîne, lê bi sedema rêkarên navxweyî, astengiyên îdarî, an
cudahiya bac û gumrikê nikaribe bi azadî û bê pirsgirêk berhemê xwe bibe
Silêmaniyê û bifiroşe, ev ziyaneke mezin li hîsa neteweyî dide. Hîs (întîma)
tenê hestekî derûnî nîne, belku peymaneke civakî û aborî ye. Dema welatî û
karsaz hest bikin ku di yek qewareyê de berjewendiyên wan yek parçe ne û bazar
piştgiriya wan dike, hîsa wan a neteweyî bihêztir dibe. Berevajî vê jî, hebûna
astengiyên bazirganî di navbera bajarên yek herêmê de, dibe sedema sistbûna
geşeya aborî û durustbûna sarbûnekê li hember çemka yekgirtiya niştimanî.

2- Pirsgirêkên bazirganiyê bi navend û xwarê Iraqê re

Ji aliyekî din ve, têkiliya bazirganî ya di navbera Herêma Kurdistanê û
parêzgehên navend û xwarê Iraqê de, aliyekî din ê vê hevkêşeyê ye. Gelek ji
bazirganên Herêma Kurdistanê, ez bi xwe jî ku xwedan têkiliyên bazirganî yên
berfireh im bi bajarên din ên Iraqê re. Di vê prosesê de, dema bazirganekî Kurd
di dema veguhastina kelûpelên xwe de bo Bexda, Besre an her bajarekî din,
rûbirûyî bi dehan astengiyên îdarî, ewlehî, baca dubare û cudakariyê dibe, ev
yek bandorê li ser hesta hevwelatîbûna Iraqî dike.

Heger em bixwazin hîseke Iraqî ya hevpar li ser bingeha destûr û hevkariyê
durust bibe, pêwîst e azadiya tevgera bazirganî û parastina mafê bazirganan bêyî
liçavgirtina nasnameya neteweyî û navçeyî were dabînkirin. Ew kêşe û alozî
(te'qîdat) yên ku di bazirganiya navbera Herêm û Bexdayê de hene, pêwîstiya wan
bi rawestan û çareseriya bingehîn heye. Bazara hevpar a Iraqî tenê bi biryara
siyasî durust nabe, belku pêwîstiya wê bi yekxistina rêkarên yasayî, darayî û
gumrigî heye, bi şêweyekî ku sektora taybet hest bi bawerî û îstîkrarê bike.

3- Têkiliyên bazirganî bi Bakur û Rojhilatê Kurdistanê re

Herêma Kurdistanê ji ber cihê xwe yê cografî, dikare rola pireke stratejîk di
navbera welatên cîran û Iraqê de bilîze. Di salên borî de, tevî astengiyên
siyasî, me karî têkiliyeke aborî ya bihêz bi Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) û
Rojhilatê Kurdistanê (Îran) re ava bikin.

Di têkiliyên me yên bi Bakur re, dergehê Îbrahîm Xelîl roleke sereke lîstiye.
Heta dema ku di dema borî de hewl û fişar hebûn bo guhertina rêya bazirganî ji
Tirkiyê ve bo nav Sûriyê û paşê Iraqê (ji bo lêdana pêgeha Herêmê), bazirgan û
xwedankarên Bakur ku berjewendiya wan a mezin bi Herêma Kurdistanê re hebû, di
rûniştinên xwe de bi Serokwezîrê Iraqê re tekez li ser wê kirin ku nikarin rêya
bazirganiya xwe biguherînin û divê sînorê Îbrahîm Xelîl were rêkxistin û sîstema
elektronî ya gumrigê (Asycuda) li wir jî were cîbicîkirin. Ev nîşan dide ku
berjewendiya aborî ya hevpar çawa dikare biryarên siyasî yên nerênî pûç bike û
parastina pêgeha stratejîk a navçeyê bike.

Ji aliyekî din ve, bi Rojhilatê Kurdistanê (Îran) re jî têkiliyeke bazirganî ya
girîng heye, lê li vir jî nezelalî di siyasetên gumrigî yên navxweyî yên Herêma
Kurdistanê de asteng durust kiriye. Bo nimûne, rageşiyên navbera Amerîka û Îranê
bandora rasterast li ser merzê Hacî Omeran hebûye, lê kêşeyên navxweyî bandoreke
zêdetir durust kirine. Di dema borî de, bi sedema cudahî di cîbicîkirina
rênimayan û nebûna wekheviyê di gumrig û bacê de di navbera dergehên Herêmê de
(wek Hacî Omeran li aliyekî û Başmax û Perwêzxan li aliyê din), me dît çawa di
nava şeş mehan de ji 14 hezar otomobîlên barhilgir, tenê 2500 otomobîl ji Hacî
Omeran re hatine hundur û yên din hatine veguhastin bo sînorên din. Sedema vê jî
hêsankariya derveyî rênimayan bûye di hinek merzan de (wek daxistina kîşê
gumrigî yê kelûpelan ji 25 tonan bo 15 tonan). Ev neheqî di pêşbaziyê de, ne
tenê ziyanê bi dahata giştî digihîne, belku bazara navxweyî perçe dike û
baweriya bazirganan bi sîstema aborî ya Herêmê lawaz dike.

4- Astengiyên sereke yên li pêşiya bazara hevpar

Ji bo têgihiştina çawaniya çareserkirina kêşeyan, pêwîst e destpêkê girîngtirîn
astengiyan destnîşan bikin:

- Cudahî û nezelalî di rêkarên gumrigî û bazirganî de: Nebûna yekgirtiyê di
navbera dergehên sînorî yên navxweya Herêma Kurdistanê û cudahiya rêkaran bi
hikûmeta federal re.
- Pişbestina mutleq bi dahata petrolê: Ev jî bûye sedem ku sektora
berhemhênana navxweyî (çandinî û pîşesazî) were piştguhxistin û aboriyeke
xerckar (mezaxtkar) durust bibe.
- Lawaziya binesaziya lojîstîk û sîstema elektronî: Nebûna sîstemeke
veguhastina bilez û elektronî ya hevçerx ji bo birêvebirina karên bazirganî.
- Fînansekirina darayî û têkiliyên nezelal ên navbera Hewlêr û Bexdayê: Ku her
dem wekî faktoreke neîstîkrarê ji bo bazara Herêma Kurdistanê maye.

5- Çareseriyên pêşniyarkirî û nexşerêya paşerojê

Ji bo derbasbûna ji vê rewşê û guhertina astengiyan bo derfet, pêwîst e kar li
ser çar gavên bingehîn were kirin:

- Durustkirina bazareke navxweyî ya yekgirtî: Pêwîst e Hikûmeta Herêma
Kurdistanê hemû astengiyên îdarî û gumrigî yên navxweyî yên navbera
parêzgehan nehêle. Yekxistina temam a pênaseya gumrigî û bacê di hemû
dergehan de, mercê yekem e ji bo bawerîsaziyê di bazarê de.
- Rêkxistina têkiliyan bi Bexdayê re: Pêwîst e li ser bingeha destûr û
berjewendiya aborî ya hevpar, karnasaniya temam ji bo veguhastina azadane ya
kelûpel û veberhênanê di navbera Herêm û parêzgehên din ên Iraqê de were
kirin. Yekxistina taybetmendî (muasifat), pişknîn, bac û gumrigê bi şêwazekî
koordînekirî, lêçûna bazirganiyê kêm dike û bazara berhemên Kurdistanê
firehtir dike.
- Pirrengkirina çavkaniyên dahatê: Pêwîst e ji aboriya petrolê ber bi
aboriyeke berhemhêner di warên çandinî, pîşesazî û geştiyariyê de gavan
bihavêjin. Kurdistan xwedan şiyan e ku bibe senterekî girîng ê dabînkirina
xurek û kelûpelên pîşesazî ji bo Iraq û navçeyê.
- Hevkariya rasterast a sektora taybet: Pêwîst e di biryarên aborî de Odeya
Bazirganiyê alîkarê hikûmetê be. Di vê çarçoveyê de girîng e odeyên
bazirganî û pîşesazî û nûnerên sektora taybet, ku di nav cergeya bazarê de
dijîn, alîkar bin di darêştina yasa û rênimayên aborî de.

Di dawiyê de ez tekez dikim ku hêza rastîn a neteweyê û maneya qewareyên siyasî,
tenê bi rêya saziyên ewlehî û siyasî nayê mîsogerkirin, belku sektora taybet a
bihêz, bazara fireh û baweriya aborî, bingehê parastina asayîşa neteweyî ne.

Dîtina rast ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê divê li ser vê hevkêşeyê raweste:
«Aboriyeke bihêz a Kurdistanê + bazareke navxweyî ya yekgirtî + bazareke hevpar
a Iraqê + têkiliyeke vekirî û hevseng bi bazarên navçeyî û cîhanî re».

Bazara hevpar ne metirsî ye li ser qewareya Herêma Kurdistanê, belku derfeteke
mezin e ji bo geşekirinê, bi wî mercî ku bi siyaseteke rast a berhemhênanê û
piştgiriya sektora taybet re bibe heval. Dema wê hatiye ku em ji rastiya
bazareke xerckar biguherin bo navendeke çalakiya berhemhênan û bazirganiyê di
navçeyê de, ji ber ku neteweyek ku xwedan aboriyeke bihêz be, nasname û qewareya
wê jî parastîtir dibe.

Top