• Monday, 28 September 2026
logo

Gulan Fuad Çexmaxçî, Rêvebera Navenda Agahdariyê di Rêveberiya Giştî ya Plangirtin û Şopandinê de li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê: Avakirina bazarekî hevbeş li Herêma Kurdistanê, dê bibe sedema girêdana hemû bajaran bi tora aborî ya pir bihêz û piralî.

Gulan Media September 5, 2026 Raport
Gulan Fuad Çexmaxçî, Rêvebera Navenda Agahdariyê di Rêveberiya Giştî ya Plangirtin û Şopandinê de li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê: Avakirina bazarekî hevbeş li Herêma Kurdistanê, dê bibe sedema girêdana hemû bajaran bi tora aborî ya pir bihêz û piralî.

 

Gulan Fuad Çexmaxçî, Rêvebera Navenda Agahdariyê di Rêveberiya Giştî ya
Plangirtin û Şopandinê de li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya Hikûmeta Herêma
Kurdistanê û pispora warê aborî û bazirganiyê ye. Di gotûbêja vê carê ya
«Bazneya Gotûbêjê» de (Bandora aborî û bazara hevbeş di avakirina neteweyê de),
nêrînên xwe bi vî rengî anîn ziman:

Gelek spas ji bo Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê
(PDK) ji bo rêkxistina vê gotûbêjê ku taybet e bi mijareke giring ku ew jî
«Bandora aborî û bazara hevbeş di avakirina neteweyê de» ye. Ev yek ji karên
sereke yên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Ez ji vê dergehê dest pê dikim ku Herêma Kurdistanê ji ber pêgeha xwe ya
stratejîk a cografî, dewlemendiya bi çavkaniyên xwezayî, dabînkirina hêza kar a
mirovî ya guncaw û hebûna têkiliyên bazirganî yên berfireh, xwedî şiyan û
potansiyeleke aborî ya balkêş e. Di dema borî de, pêkhateya aborî ya Herêmê
rûbirûyê guhertin û geşepêdaneke berçav bûye, ku ev yek jî zemîneyeke guncaw ji
bo berfirehbûna bazara navxweyî û geşepêdana bazirganiyê ligel welatên cîran û
navçeyê rexsandiye.

Aliyekî din ê giring ew e ku aborî tenê di çarçoveya hejmar û mijarên darayî de
kurt nabe, belku faktoreke bi bandor e ku rasterast bandorê li ser jiyana rojane
ya welatiyan, peydakirina derfetên kar, bihêzkirina têkiliyên civakî û
diyarkirina paşeroja navçeyê dike. Di vê perspektîfê de, hewildan ji bo
bihêzkirina bazara hevbeş û geşepêdana aborî, dikare roleke bingehîn di
dariştina vîzyoneke hevbeş û avakirina civakeke bihêz, aram û yekgirtî de li
Herêma Kurdistanê bilîze. Ji ber vê yekê min xwest babetê xwe li ser çend xalan
dabeş bikim:

1- Rewşa aborî li Herêma Kurdistanê Aboriya Herêma Kurdistanê li ser çendîn
sektorên giring ên wekî petrol, gaz, bazirganî, çandinî, avahîsazî, geştiyarî û
xizmetguzariyan hatiye avakirin. Lê kêşe û astenga sereke, piştbastbûna zêde û
berdewam e bi dahata petrolê, ku ev yek aboriya Herêmê li hember guhertinên
berdewam ên bihayê û krîzên darayî heta radeyekê ne aram kiriye. Ji ber vê yekê
pir giring e ku stratejiyek ji bo hemecorkirina çavkaniyên dahatê were
peyrewkirin. Ev yek jî bi piştgiriya rasterast a sektorên din, bi taybetî
çandinî, pîşesazî û geştiyariyê dest pê dike. Di heman demê de, pêşxistina
kompanyayên piçûk û navîn dê bibe sedema peydakirina derfetên kar û vejandina
bazara navxweyî.

2- Bazara hevbeş li Herêma Kurdistanê Avakirina bazarekî hevbeş li Herêma
Kurdistanê, dê bibe sedema girêdana hemû bajaran bi tora aborî ya pir bihêz û
piralî. Gava berhemên çandiniyê yên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê di bazara navxweyî
de werin firotin û bazirganên deverên cuda bi hev re kar bikin, peywendiyên
darayî kûrtir dibin. Ev cureyê danûstandina bazirganî, ne tenê binesaziya darayî
geş dike, belku hesta hevparî û piştbastbûna pêwîst di navbera hemû navçe û
bajarên cuda de bihêztir dike.

3- Bandora bazara hevbeş li ser yekitiya civaka Kurdistanê Herêma Kurdistanê
xwedî cihêrengiyeke aborî û cografî ya taybet e. Pêşxistina bazarekî hevbeş
dikare bibe pireke giring ji bo têkiliya navbera hemû deveran. Gava bazirgan,
berhemhêner, cotkar û kiriyar ji cihên cuda têkiliyeke aborî ya bihêz û berdewam
ava dikin, asoyên hevkarî û têkiliyên civakî di navbera wan de bihêztir dibin.
Ev pêvajo yekrêziya civakî û aborî li seranserê herêmê kûrtir dike.

4- Bandora aborî li ser jiyana ciwanên Herêmê Ciwan piraniya nifûsa Herêma
Kurdistanê pêk tînin, lê kêmiya derfetên kar kêşeyeke mezin e. Geşepêdana
sektorên taybet, pîşesazî, teknolojî, çandinî û geştiyariyê dikare derfetên
zêdetir ji bo kar biafirîne. Piştgiriya darayî û yasayî ji bo projeyên piçûk,
shiyana ciwanan bilind dike ku ji daxwazkerên kar bibin daxêner û afirînerên
derfetên kar.

5- Pêşxistina sektora çandiniyê Sektora çandiniyê yek ji stûnên herî giring ên
aboriya Herêma Kurdistanê ye. Rêkxistina rast a bazara navxweyî dihêle ku cotkar
bi hêsanî berhemên xwe bigihînin destê bikarhêneran, ev jî dahata navxweyî zêde
dike û pêdiviya bi hawirdekirina derve kêm dike. Her wiha rê li ber koçberiya ji
gundan ber bi bajaran digire.

6- Pêşxistina sektora petrol û gazê Pêdivî ye ku stratejiya bikaranîna dahata
petrolê were guhertin. Divê ev dahat ne tenê ji bo xerckirina rojane, belku ji
bo veberhênanê (investment) di binesaziyê de, bihêzkirina sektora tendurustî,
xwendin, pîşesazî û sektorên din ên berhemhêner revenue were terxankirin.

7- Pêşxistina bazirganî û berfirehkirina têkiliyên aborî Pêgeha cografî ya
Herêmê giringiyeke stratejîk dide têkiliyên bazirganî yên ligel welatên cîran.
Pêşxistina rê û piran, dergehên sînorî, sîstema gumrikê û sektora veguhastinê,
dê bibe sedema hêsankarî û lezkirina pêvajoya bazirganiyê.

8- Kêşe û astengên aborî

- Piştbastbûna sereke bi dahata petrolê.
- Kêmiya peydakirina derfetên kar.
- Kêşeyên girêdayî budce û dahata giştî.
- Kêmasî di hinek binesaziyên sereke de.
- Pêdiviya bi çalakirina sektora taybet.
- Hawirdekirina zêde ya kelupelên biyanî.

9- Pêşniyar ji bo bihêzkirina aboriya Herêmê

- Kêmkirina piştbastbûna reha bi dahata petrolê.
- Pêşxistina sektorên çandinî û pîşesaziyê.
- Piştgirîkirina sektora taybet û projeyên piçûk.
- Afirandina derfetên kar ên berdewam ji bo ciwanan.
- Geşepêdana sektora geştiyariyê.
- Başkirina binesaziya rê û veguhastinê.
- Kêmkirina rûtîn û çaksazî di yasayên veberhênanê de.
- Piştgirîkirina berhemên navxweyî û bilindkirina kalîteya wan.
- Dîjîtalkirina xizmetguzariyên darayî û bazirganî.

Di dawiyê de ez dixwazim tekez bikim ku geşeya aborî û peydakirina bazarekî
hevbeş dikarin bandoreke erênî li ser yekitiya civaka Kurdistanê bikin.
Çespandina bazarekî yekgirtî û dadperwerane, ne tenê dibe sedema geşepêdana
darayî, belku dibe sedema bihêzkirina têkiliyên civakî, bawerî û hesta
piştevaniya di navbera welatiyan de.

Top