• Monday, 28 September 2026
logo

Ferhad Mihemed, Endamê Bazneya Gotubêjê: Avakirina bingeheke aborî ya qewîn, gava yekem û dawî ye ber bi serxwebûn û damezirandina dewleta neteweyî

Gulan Media September 5, 2026 Raport
Ferhad Mihemed, Endamê Bazneya Gotubêjê: Avakirina bingeheke aborî ya qewîn, gava yekem û dawî ye ber bi serxwebûn û damezirandina dewleta neteweyî

 

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Gotubêjê, endamê beşa rewşenbîrî ya Partiya
Demokrat a Kurdistanê (PDK) û sernivîskarê kovara Gulanê ye. Di gotubêja vê carê
ya «Bazneya Gotubêjê» de (Bandora aborî û bazara hevbeş di avakirina neteweyê
de), nêrîn û dîtinên xwe bi vî rengî anîn ziman:

Dema ku beşek ji bîrewerên felsefeya siyasî, serhildana nasyonalîzmê bi şoreşa
pîşesazî û pêkhatina «dewlet-netewe»yê ve girêdidin, pêdiviyên wekî aboriya
yekgirtî, zimana standard û geşepêdana pîşesaziya çapê wekî hevîrê sereke yê
netewesaziyê li Ewropa û veguhastina wê bo cîhanê dibînin. Heke em vê modela
modern li ser nasyonalîzma Kurdî wekî neteweyeke bêdewlet pêk bînin, em dibînin
ku Ehmedê Xanî di dawiya sedsala 17an de bi rêzika helbesta xwe ya naskirî: «Ger
dê hebûwa me jî xudanek / Alî hîmetek û letîfe danek», beriya sê sedsalan fêm
kiribû ku pirsgirêka bingehîn a nasyonalîzma Kurdî di nebûna statû û dewletê de
ye.

Ev nêrîna dîrokî rastiya heyî disepîne (îspat dike). Her çend hin bîrewer pê
bawer bin ku reh û rîşên nasyonalîzmê dikarin bêyî hebûna dewletê jî werin
parastin, lê dema em kûr diçin nav dîrok û birînên neteweyeke bêstatû, ew rastî
ji me re ronî dibe ku nasyonalîzma rastîn tenê di bin sîbera statûyeke serbixwe
de tê parastin. Di rastiyê de, dewlet-netewe ew qada siyasî û jîngeha guncan e
ku tê de nasnameya neteweyî rêrewa xwe ya xwezayî dibîne, bi awayekî ku
nasyonalîzm tê de bi temamî reh berdide, geş obe û digihîje lûtkeya herî bilind
a kamilbûn, îstîkrar û xweispatkirina dîrokî.

Teoriyên nasyonalîzma modern, avakirina dewlet-neteweyê bi sê pêşmercên cewherî
ve girêdidin: zimana standard a yekgirtî, bazar û pergala aboriya niştimanî,
ligel geşepêdana qada çapemenî û medyaya giştî. Pêkanîna van mercan, bi awayekî
organîk girêdayî hebûna statûyeke siyasî ya serwer e, ji ber ku neteweya
bêdewlet şiyana dabînkirina vê jêrxana madî û manewî nîne. Di vê çarçoveyê de,
gotubêjkirina li ser aboriya siyasî ya Kurdistanê rewşeke aloz nîşan dide.
Dabeşbûna jeopolîtîk a Kurdistanê li ser çar dewletên neteweyî yên serdest ku bi
çar pergala darayî û diravî yên cuda têne birêvebirin, bûye asteng li pêşiya
derketina bazareke niştimanî ya yekgirtî. Ev perçebûna darayî û cografî,
stratejiyeke sîstematîk a dewletên serdest e ji bo pekkirina zemînên madî yên ji
bo avakirina dewleteke serbixwe.

Nimûneya herî berçav a vê pekkirina binyadî, pirsa Kerkûk û navçeyên dervayî
îdareya herêmê (navçeyên cihê nakokiyê) ye. Ev navçe, ji ber paşxaneya
çavkaniyên xwezayî yên wekî petrol û gazê, di sedsala borî de her dem ketine bin
bandora stratejiya guhertina demografîk, raderkirin (koçberkirin) û proseya
erebkirinê ji aliyê rejîmên li pey hev ên Iraqê ve. Ev yek bi armanca destdanîna
ser samanên xwezayî û rêgirtina li veguherandina Kerkûkê bo cemsereke aborî ya
bibandor ji bo piştgirîkirina statûyeke neteweyî ya Kurdî bûye. Beriya proseya
guhertina siyasî ya sala 2003an li Iraqê, ji ber neçalakiya sektora enerjiyê li
navçeyê, hevrikiya navbera hikûmeta navend û Herêma Kurdistanê di vê qadê de
kêmtir rengvedan hebû, lê bi destpêkirina lêgerîna li pey enerjiyê di
sala 2005an de û derxistina yasaya samanên xwezayî yên Herêmê di sala 2007an de,
rewş bi temamî guherî. Bexda bi berdewamî rê li ber pesendkirina yasaya petrol û
gaza federalî digire, daku yasayên kevn û hişk ên serdema rejîma berê ya Baasê
wekî amrazeke fişara siyasî li dijî sektora enerjiyê ya Kurdistanê bikar bîne.

Ev cure fişarên aborî tenê di sektora enerjiyê de kurt nabin, belku xwedî
giştgiriyeke berfireh in ku pekkirina jêrxana darayî, bazirganî û geşepêdana
Herêma Kurdistanê wekî statûyeke destûrî dike armanc. Heke em ji vê perspektîfa
şîkariyê li hemû parçeyên din ên Kurdistanê binêrin ku rûbirûyî înkarkirina
nasnameyê bûne, em dibînin ku piştguhkirina binyadî û marjînalîzekirina her alî
ya navçeyên Kurdî bi eşkereyî diyar e. Di van navçeyan de ne tenê rê li ber
geşepêdana sektora pîşesaziya mezin hatiye girtin, belku çavkaniyên çandiniyê jî
tenê wekî keresteyên xam ên bi nirxekî kêm têne bikaranîn, bi awayekî ku bêyî
prosekirina pîşesazî bi bihayekî kêm ji navendan re têne hinardekirin. Ev
siyasetên giştgir ên dewletên serdest ji bo paşvemayîna sektora aboriya
Kurdistanê ne, ku wekî astengeke sereke li pêşiya geşepêdana nasnameya neteweyî
ya berhemdar û čêbûna forma yekgirtî ya dewletê kar dike. Di vê nêrînê de,
hewildanên piralî ji bo lawazkirina îmkanên cihêreng ên darayî yên Kurdistanê,
beşeke danebirrayî ne ji projeyeke jeopolîtîk a giştgir ku dixwaze bi temamî rê
li ber wê yekê begire ku faktora aborî bibe motora sereke ji bo serxwebûnê.
Berdewamkirina vê aboriya siyasî ya girêdayî, amraza sereke ya dewletên serdest
e ji bo parastina hêza xwe û pekkirina her hewildaneke neteweyî ya yekgirtî.

Herêma Kurdistanê, tevî ku di salên 1992 heta 2003an de wekî statûyeke de-fakto
ya xwedî parlamen û hikûmet bûye, piştre di destûra Iraqê de jî hatiye
çespandin, lê bi berdewamî rûbirûyî hewildanên neyaran ji bo têkdana jêrxana
aboriya wê bûye. Ev armancgirtina berdewam nîşana wê yekê ye ku avakirina
bingeheke aborî ya qewîn, gava yekem û dawî ye ber bi serxwebûn û damezirandina
dewleta neteweyî. Êrişkirina ser çavkaniyên aborî, tenê lawazkirina dahatê nîne,
belku hewildanek e ji bo têkdana îradeya siyasî û pekkirina proseya geşepêdanê,
ji ber ku aborî stûna rastîn a parastina statûya niştimanî ye. Lewma, parastina
vê jêrxanê wekî erkeke neteweyî û niştimanî ya girîng dimîne ku divê hemû bi hev
re ji bo parastin û geşepêdana wê kar bikin.

Top