Îmad Teha, endamê Bazneya Guftûgoyê: Bazara me wekî bazarekî hawirdekar û bikarhêner maye, ev jî dike ku pêvajoya avakirina neteweyê hewceyî ji nû ve darêştina plan û stratejiyên nû be
Îmad Teha, endamê Bazneya Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya
Guftûgoyê» de bi navê (Bandora aborî û bazara hevbeş di pêvajoya avakirina
neteweyê de), bi vî rengî dîtin û nêrînên xwe pêşkêş kirin:
Yek ji rehendên geş û taybetmendiyên guftûgoya me ya vê carê di bin sernavê
«Bandora aborî û bazara hevbeş di pêvajoya netewesaziyê de», beşdariya berfireh
a nuxbeyeke diyar a siyasî, akademîsyen û pisporên her du sektorên aborî û
bazarê li Herêma Kurdistanê ye. Hautevî (paralel) ligel vê yekê jî, amadebûna
nûnerên parçeyên din ên Kurdistanê derfeteke giring rexsand ku stratejiyeke
hevbeş li ser asta her çar parçeyan bête gotubêjkirin; pêvajoyek ku bêguman li
beramberî asteng û kêşeyên pir mezin e.
Ji perspektîveke dîrokî ve, di dirêjahiya xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê
de, cureyek ji pevguhertina bazirganiya neresmî yan jî ya ku jê re tê gotin
«qaçax» hebûye. Di dema niha de jî, diyardeya «kolberî» di navbera Başûr û
Rojhilatê Kurdistanê de wekî şêwazek ji wê pevguhertinê berdewam e. Lê mixabin
ev pêvajo bi sedema rêkarên tund û teqekirina berdewam li kolberan, bûye sedema
ji destçûna aliyê mirovî û jiyana rojane ya welatiyan ku tenê li pey peydakirina
nanê zikê xwe ne.
Ji aliyekî din ve, li ser asta fermî, Herêma Kurdistanê peywendiyeke bazirganî
ya berfireh û qebareyeke mezin a pevguhertinê bi her du dewletên cîran (Tirkiye
û Îran) re heye. Lê pirsgirêka sereke li vir de ew e ku ev hevkêşeya bazirganî
bi temamî yekalî ye û tenê di «hawirdekirina» (import) mal û tiştên wan welatan
bo navxweya Herêmê de kurt bûye, bêyî ku Herêma Kurdistanê şiyana hinardekirina
(export) berhemên xwe bo wan welatan bi heman qebareyê hebe.
Heke em pêvajoya aborî û bazara hevbeş bi mînakên cîhanî û yekîtiyên aborî
bişibînin, ku li ser bingeha hevsengiya navbera hawirdekirin û hinardekirinê
hatine avakirin, em dibînin ku pêgeha Herêma Kurdistanê hêj negihîştiye wê asta
şayiste ku bikaribe berhemên xwe hinarde bike. Bazara me bi şêwazekî sereke wekî
bazarekî hawirdekar û bikarhêner maye, ev jî dike ku pêvajoya avakirina neteweyê
bi rêya yekgirtina aborî rûbirûyî berbestên bingehîn bibe û hewceyî bi ji nû ve
darêştina plan û stratejiyên nû hebe.
Di vê guftûgoyê de, ronahî hate xistin ser mijareke giring ku ew jî dewlemendiya
her çar parçeyên Kurdistanê ye bi çavkaniyên xwezayî yên cîrbecîr wekî «av, axa
bi ber (bihereket), neft û gaz, mis û asin, ligel kevirê mermer û çendîn
keresteyên din ên biha». Tevî hebûna vê samana mezin, kêşeya bingehîn di wê de
ye ku ev kereste tenê wekî maddeyê xav têne hinardekirin û nehatine bikaranîn ku
li navxweya bajarên Kurdistanê bibin bingehek bo damezirandina pîşesaziyeke
nîştimanî, ku bikaribe sûdeke piralî bigihîne aboriya deverê.
Bo mînak, her çend e li Herêma Kurdistanê neft û gaz bi fermî têne berhemkirin,
lê nebûna pîşesaziya petrokîmyayî wiha kiriye ku neyê hilanîn bi sedan berhemên
cuda jê bête derxistin û wekî "brand"ekî kurdî bo derve bête hinardekirin. Ev
pirsgirêk bo sektora çandiniyê jî rast e; em xwediyê axeke dewlemend û
çavkaniyên avê yên mezin in, lê berhemên navdar ên wekî «hinarên Helebceyê û
sêvên Berwarî» nehatine kirin pîşesaziyeke xorakî ya pêşkeftî. Di vê derbarê de,
hewldanên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo dîtina bazara derve bo
berhemên navxweyî gavanekî giring bûn, lê hêj negihîştine wê asta ku hêvî lê tê
kirin.
Ji aliyekî din ve, kêşeya sereke û binyadî ya her çar parçeyên Kurdistanê di wê
de ye ku Kurd wekî «neteweyekî bê dewlet» mane. Ev rastiya siyasî bandoreke
nerênî ya kûr li ser hemû sektorên jiyana xelkê hiştiye, bi taybetî li ser hêza
aborî û dirustbûna bazarekî hevbeş. Aboriya her çar parçeyên Kurdistanê bi ser
çar dewletên cuda de dabeş bûye ku her yek ji wan sîstemeke aborî ya cuda
dimeşîne. Ev yek bûye sedem ku bazarên van parçeyan, li şûna ku bi hev ve bêne
girêdan, bi paytextên wan dewletan ve girêdayî bin.
Di nav vê rewşê de, Herêma Kurdistanê tenê dever e ku hêvî lê tê kirin
veberhênerên (investors) hemû parçeyan û revenda kurdî li hev kom bike. Lê ligel
vê yekê jî, bo rêgirtin li geşepêdana vê pêgehê, hikûmeta navendî ya Bexdayê
zêdetirî 12 salan e bi şêwazên cuda şerekî aborî û bazirganî dijî Herêma
Kurdistanê birêve dibe. Heta rêgirî li wê jî kiriye ku berhemên navxweyî yên
Herêmê bi azadî bigihîjin bazarên parêzgehên din ên Iraqê.
Pirsa damezirandina «aborî û bazara hevbeş» di niha de rûbirûyî komek asteng û
kêşeyên cidî bûye. Di vê çarçoveyê de pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî
bernameyeke stratejîk bîr li vebijarka damezirandina herêmên bazirganiya azad
bike li ser sînorên xwe ligel welatên Tirkiye, Îran û Sûriyê. Armanc ji vê
pêşniyarê dabinkirina zemîneyeke guncan e bo pevguhertina berhemên cuda yên
parçeyên Kurdistanê bêyî sepandina bac û rusûmatên gumrigî di wan derwazeyên
azad de, ku di dawiyê de dibe sedema piştgirîkirina sektora berhemhênana
navxweyî û geşepêdana peywendiyên aborî yên navçeyî bi şêwazekî çalak.
