• Monday, 28 September 2026
logo

Zana Sezen, Pisporê Aboriyê: Pêşeroj ji bo wan civakan e ku dikarin keresteyên xam veguherînin nirxê pîşesazî û pêşkeftina aborî bikin motora parastina nasname û pêşeroja xwe

Gulan Media September 5, 2026 Raport
Zana Sezen, Pisporê Aboriyê: Pêşeroj ji bo wan civakan e ku dikarin keresteyên xam veguherînin nirxê pîşesazî û pêşkeftina aborî bikin motora parastina nasname û pêşeroja xwe

 

Zana Sezen, pisporê aboriyê ye û di lêkolînên xwe de giranî dide ser aboriya
Bakurê Kurdistanê. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Bandora aborî û
bazara hevpar di avakirina neteweyê de), bi vî rengî dîtin û nêrînên xwe yên
derbarê aboriya Bakurê Kurdistanê pêşkêş kirin:

Sersala pêşîn, spasiya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a
Kurdistanê dikim ji bo afirandina vê derfetê û gotûbêjkirina li ser mijara
aborî, bazara hevpar û avakirina neteweyê. Di vê gotûbêjê de hewl didim rewşa
niha ya Bakurê Kurdistanê binirxînim. Bi taybetî di warê hêza jeopolîtîk û
şiyana aborî de di warên çavkaniyên xwezayî, çandinî, ajeldarî û pîşesaziyê de.
Armanca min ji vê arasteyê ew e ku aborî wek amûreke hêza nerm (soft power) were
bikaranîn ji bo kêmkirina fişarên siyasî û avakirina têkiliyên hevseng bi
derdorê re, bi şêweyekî ku xizmeta berjewendiya giştî ya Bakur û parçeyên din ên
Kurdistanê bike.

Ji ber vê yekê, xwendina pirsgerêka Kurd ji nêrîneke aborî ve, dergehekî pêwîst
li rûyê têgihiştina hevkêşeyên siyasî û civakî de vedike. Pêwîst e di analîza
rewşa Bakurê Kurdistanê de, em ji wî çarçoveyê klasîk derkevin ku tenê balê
dikişîne ser aliyên feqîrî, bêkarî û koçberiyê. Her çend ev pirsgirêk rehendên
rastîn ên civakê ne, lê di heman demê de dikare ji goşeyeke cuda ve li şiyana
rastîn a vê cografyayê were nêrîn ku xwediyê çavkaniyên dewlemend û pirreng e.

Bakurê Kurdistanê, ji ber pêgeha xwe ya jeopolîtîk û çavkaniyên xwezayî, xwedî
potansiyeleke mezin e. Hebûna hewzeyên sereke yên ava şirîn mîna Dîcle û Firatê,
zeviyên bi ber û deştên çandiniyê, enerjiya hîdroelektrîk, yedekên neft û gaz û
kanzayan, ligel hêza mirovî ya ciwan û çalak, bingehekî bihêz ji bo geşepêdanê
pêk tînin. Ev çavkanî ne tenê di asta navxweyî de giring in, lê belê di warê
bazirganî û veguhastinê de jî pêgehekî stratejîk didin herêmê ku dikare ber bi
bazarên Rojhilata Navîn ve vebe.

Ji vê perspektîfê, pirsa sereke ne ew e ka ev çavkanî hene yan na, belê kêşeya
bingehîn di wê de ye ku heta çi astê ev potansiyel vediguhere sermayeya
neteweyî, pîşesaziya navxweyî û afirandina derfetên kar. Bihêzkirina aboriya
navxweyî, bandoreke rasterast li ser bilindkirina hişyariya neteweyî, rêkxistina
civakî û geşepêdana stûnên siyasî dibe. Di encamê de, komkirina van şiyanan û
arastekirina wan ber bi geşepêdaneke demdirêj, dikare bibe yek ji motorên sereke
yên pêvajoya netewesaziya Kurd di pêşerojê de.

Şiyana Stratejîk a Aboriya Bakurê Kurdistanê: Ji çavkaniyên xwezayî ber bi
sermayeya mirovî û diyasporayê

Helsengandina şiyana aborî ya her herêmekê tenê bi rêya hejmara kargehan yan
asta berhemanîna navxweyî ya niha nayê kirin, belê pêdivî bi nêrîneke giştgir û
fireh-rehend heye, ku tê de çavkaniyên xwezayî, şiyana mirovî, lojîstîk û
sermayeyên derveyî bi hev ve werin girêdan. Bakurê Kurdistanê ji ber pêgeha
cografî, dewlemendiya çavkaniyên xwezayî û hêza mirovî ya li navxwe û derve,
xwedî taybetmendiyeke stratejîk e. Di vê de, şiyana aborî ya vê herêmê di pênc
astên sereke de tê nirxandin:

Yekem: Pênc astên bingehîn ên şiyana aborî Ji bo têgihiştina nexşeya aboriya
herêmê, pêdivî ye pêkhate bi vî şêweyî werin polînkirin:

- Sermayeya Xwezayî: Berê bingehîn ê aboriya herêmê ye ku çavkaniyên avê (bi
taybet hewzeyên Firat û Dîcleyê), axa bi ber a çandiniyê, kanza, daristan,
mêrg û çêregehên fireh, û çavkaniyên enerjiyê yên wek neft, gaz û enerjiya
nûjen vedihewîne.
- Sermayeya Berhemanînê: Şiyana guhartina çavkaniyên xam e bo berheman bi rêya
sektorên çandiniya modern, ajeldarî, pîşesaziya xorakê, kanzakarî û
berhemanîna enerjiya elektrîkê.
- Sermayeya Bazirganî: Pêgeha cografî ya herêmê wek pirekê di navbera Tirkiye,
Îran, Iraq û Sûriyê de, derfetek mezin ji bo bazirganiya sînorî, lojîstîk,
hinardekirin û hawirdekirinê di bazarên Rojhilata Navîn de diafirîne.
- Sermayeya Mirovî: Hebûna pêkhateyek ciwan û xwendewar, di nav de endezyar,
bijîşk, akademîsyen, bazirgan û pisporên teknolojiyê ku dikarin bibin bînerê
nûjenî û geşepêdana teknîkî.
- Sermayeya Rewend (Diyaspora): Aliyekî giring ê hêza aboriya Bakur, ew
bazirgan û pisporên Kurd in ku li bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyê (wek
Stenbol û Îzmîrê) û welatên Ewropayê dijîn. Yekgirtina vê sermayeya darayî û
zanistî bi çavkaniyên navxwe re, rehendek nû dide aboriya herêmê.

Duwem: Av wekî hêzeke stratejîk û jeopolîtîk Di hevkêşeyên aborî yên sedsala nû
de, av di rêza pêşîn a çavkaniyên stratejîk de tê. Beşek zêde ji çavkaniyên
sereke yên her du rûbarên Firat û Dîcleyê ji cografyaya Bakurê Kurdistanê
dertên. Li gorî amarên fermî yên GAPê, heta dawiya sala 2024an, 18 bendav hatine
temamkirin û 14 santralên hîdroelektrîk ketine kar. Şiyana berhemanîna salane ya
van santralan gihîştiye 20.6 mîlyar kWh, ku nêzîkî 27.6% ji tevahiya elektrîka
hîdro ya Tirkiyê pêk tîne. Ev nîşan dide ku av ne tenê hilberînera elektrîkê ye,
belê stûna pişta çandinî, pîşesaziya xorakê û ewlehiya xorakê ye.

Sêyem: Guhartina çavkaniya xam bo nirxê zêdekirî (Katma Değer) Stratejiya
bingehîn ji bo geşepêdana aborî, dûrketin e ji firotina keresteyên xam. Mînak:

- Firotina genimê xam dahateke kêm tîne, lê veguherandina wî bo ard û mekeronê
nirxekî bilindtir dide.
- Firotina pembû (loka) nayê berawirdkirin bi veguherandina wî bo qumaş û
cilûbergan.
- Ajeldarî dema bibandor dibe ku pîşesaziya goşt, şîr û çerm li ser were
avakirin.

Çarem: Aboriya jêrxanê wek sermayeya nediyar Jêrxan (rê û ban, trên, balafirgeh,
xetên enerjiyê, înternet) her çend rasterast dahateke bilez neafirînin jî, lê
bêyî wan tu sektorek nikare geş bibe. Jêrxan sermayeyeke nediyar e ku nirxa
rastîn dide sektorên din.

Ji jêrxanê ber bi serxanê: Nexşerêya aboriya nirxê zêdekirî li Bakurê Kurdistanê

1- Paradoksa aboriya hevçerx Rewşa li Bakurê Kurdistanê balkêş e; ji aliyekî ve
herêm pir dewlemend e, lê ji aliyê din ve dahata serane ya herî kêm e. Li gorî
amarên TÜİKê yên sala 2024an, dahata salane ya her kesekî li Tirkiyê bi
giştî 503,076 lîre bûye, lê li parêzgehên Bakur wiha bûye: «Wan: 203,049 lîre,
Agirî: 194,660 lîre, Amed: 188,000 lîre, Riha: 144,188 lîre». Ev nîşan dide ku
hebûna çavkaniyan bi tenê têrê nake, pêdivî bi teknolojî û birêvebirinê heye ji
bo «komkirina sermayeya navxweyî».

2- Nimûneya Gazîentabê û modela geşepêdana piralî Bajarê Gazîentabê (Dîlok)
nimûneyek giring e. Di sala 2024an de hinardeya wî ji mîlyar dolarî derbas bûye.
Modela Bakur divê li ser pênc lîstan be: Çandinî + Pîşesazî + Enerjî + Lojîstîk
+ Hinardekirin.

3- Zincîreya nirxê çandinî û ajeldariyê Divê her berhemek bikeve nav zincîreyeke
pîşesazî:

- Genim: Genim -> Ard -> Mekeronê -> Paketkirin -> Hinarde.
- Pembû: Pembû -> Ristin -> Qumaş -> Tekstîl -> Brandkirin.
- Ajeldarî: Ajeldarî -> Goşt û Şîr -> Pîşesaziya Çerm.

4- Aboriya enerjiyê: Ji berhemanînê ber bi xwedîderketinê Bakur bi
hîdroelektrîk, neft û enerjiya rojê dewlemend e. Stratejiya rast ew e ku
enerjiya erzan ji bo kargehên navxweyî were bikaranîn da ku lêçûna berhemanînê
kêm bibe û veberhênan were kişandin.

Stratejiya geşepêdana aborî û netewesazî li Bakurê Kurdistanê

Pêşxistina aboriyê stûna sereke ya parastina nasnameyê ye. Kanzayên Bakur (mis,
krom, hesin, mermer) divê li şûna ku wek xam werin firotin, li navxwe werin
pîşesazîkirin. Mînak; mis bibe kablo û amûrên elektronîk. Ev dibe sedema
«pîşesaziya yekgirtî».

Pêgeha jeopolîtîk a Bakur mîna pireke lojîstîk e di navbera Qafqasya, Anatolya û
Mezopotamyayê de. Dergehên Xabûr û Gurbulak vê herêmê dikin korîdoreke bazirganî
ya cîhanî. Têkiliya aborî û netewesaziyê organîk e. Çalakirina aboriya Bakur sê
destkeftiyan tîne:

1. Niştimanîkirina sermayeyê: Veberhêner li ser axa xwe dimînin û piştgiriya
sazî, medya û zanîngehên xwe dikin.
2. Koça pêçewane: Rêgirtin li koçkirina ciwanan bi rêya afirandina kar.
3. Geşebûna çînên modern: Derbasbûn ji pergala feodal ber bi civakeke pîşesazî
û teknolojîk.

Di encamê de, geşepêdana Bakurê Kurdistanê pêdivî bi guhartina «eqliyetê» heye.
Bi yekxistina aqilê navxweyî, sermayeya mirovî û enerjiya diyasporayê, dikare
motoreke aborî ya bihêz were avakirin. Pêşeroj ji bo wan civakan e ku keresteyên
xam dikin nirxê pîşesazî û aboriyê dikin mertalê parastina nasname û pêşeroja
xwe.

Top