• Tuesday, 29 September 2026
logo

Dr. Salar Osman Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Ev bazne bi dîtineke zelal kar dike da ku bibe navendeke komker û diyalogsaz ji bo hemû bîr û baweriyên cuda

Gulan Media September 2, 2026 Raport
Dr. Salar Osman Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Ev bazne bi dîtineke zelal kar dike da ku bibe navendeke komker û diyalogsaz ji bo hemû bîr û baweriyên cuda

 

Dr. Salar Osman, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a
Kurdistanê: Ev bazne bi dîtineke zelal kar dike da ku bibe navendeke komker û
diyalogsaz ji bo hemû bîr û baweriyên cuda.

Dr. Salar Osman, Serperiştyarê Bazneya Gotûbêjê û Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û
Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, di gotûbêja vê carê ya «Bazneya
Gotûbêjê» de bi navê (Bandora aborî û bazara hevbeş li ser avakirina neteweyê),
peyvek pêşkêşî amadebûyan kir.

Di destpêka axaftina xwe de, bi germî li ser navê Bazneya Gotûbêjê û Beşa
Rewşenbîrî û Ragihandinê xêrhatina beşdarên gotûbêjê kir û tekez li ser wê yekê
kir ku ji destpêka Bazneya Gotûbêjê ve di Kanûna Pêşîn a sala 2023an de ku
îro 44emîn xelek ligel we yên birêz bi rê ve dibin, rêbaza xebata vê bazneyê
wisa bûye ku ez û hevalên min zêdetir guhdar bin. Ev bazne bi dîtineke zelal kar
dike da ku bibe navendeke komker û afirînerê diyalogê ji bo hemû ramanên cuda û
tevahiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Iraq û her çar parçeyên
Kurdistanê, wekî çawa di vê gotûbêjê de nûnerên wan amade ne. Armanca me ji vê
rêbazê ew e ku em bikaribin hemû dîtin û nêrînên cuda li Kurdistanê bicivînin;
dema ku em cudahiyan jî digihînin hev, mebesta me ew e ku em dûriyan nêzîkî hev
bikin û lihevkirineke siyasî, civakî û çandî biafirînin, da ku bi şêwazekî
guncaw û bibandor, van nêrînên corbicor di qadên cuda yên wek siyaset, çand,
civak û stûnên jiyanê de bînin cem hev û pêşniyar û raspartiyên rast jê berhem
bînin û bibin şêwirmend û alîkarê saziyên rewa yên vî welatî, da ku pirsgirêkan
pê çareser bikin.

Dr. Salar Osman her di vê derbarê de got: «Bi eşkeretir, me di Bazneya Gotûbêjê
de nexwestiye ku tenê biaxivin, lê belê me xwestiye ji axaftinê derbasî
nivîsandin û belgekirinê bibin. Niha her 44 xelekên Bazneya Gotûbêjê di nav
kovar û heft pirtûkên qebaremezin de bi Kurdî û Erebî li ser platformên cuda
berdest in. Armanca me ya demdirêj çêkirina bandoreke erênî ye li ser civaka me.
Ji ber vê yekê, em her tim pêşwaziyê li hemû dîtin û ramanan dikin, ji ber ku
baweriya me heye rola me di vê qonaxê de afirandina derfeta diyalog û
jihevtêgihîştina hevbeş e ji bo xizmetkirina berjewendiya giştî. Her ji bo vê
armancê jî, her meh raporeke kurt ji nêrînên we yên hêja dikin rapor û ji bo
saziyên vî welatî bilind dikin.»

Her di berdewamiya axaftina xwe de, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê bi
eşkerayî ji beşdaran re ragihand: «Hûnên birêz, ku wek kesayetiyên girîng,
akademîsyenên jêhatî û têkoşerên naskirî yên vî welatî di vê civînê de beşdar
in, Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê her tim şanaziyê bi vê amadebûna we ya biqîmet
dike. Hûn niha li vir di mala xwe de ne, lê em pêwîst dizanin ku hemû nêrîn,
bîrdoz û dîtinên xwe di vê bazneyê de bi azadiyeke tam bînin ziman, ji ber ku
armanca sereke ya damezrandina vê Bazneya Gotûbêjê, komkirina hemû dîtinên cuda
ye, da ku em bikaribin bi şêwazekî pir zelal gotûbêj bikin û xalan deynin ser
tîpan, ku di encamê de dabînkirina diyalogeke berhemdar û berfireh e bo paşeroja
Kurdistanê.»

Her wiha behsa wê yekê jî kir ku tevahiya wan babetên li vir tên nîqaşkirin, bi
awayekî fermî di Kovara Gulan de û piştre jî her şeş mehan carekê di du pirtûkên
mezin de bi her du zimanên Kurdî û Erebî tên komkirin û çapkirin û di merasîmeke
hêja de tên belavkirin. Got jî: «Bi serbilindî ve em dikarin bibêjin ev
platform, yekane navenda gotûbêjên cuda yên avaker e li Kurdistanê ku berdewam
e. Ti armanceke me ya taybet li vir nîne ji bilî berjewendiya bilind a
Kurdistanê, welat, pêkvejiyana aştiyane, geşepêdana ramana komî û hevkariya
rastîn di berpirsiyariyê de. Ji ber vê yekê, bi rêzdariyeke mezin daxwaz ji we
dikin, çi baş dibînin ji bo hikûmetdariyeke saxlem û ji bo avakirina herêmeke
baştir, li vir pêşkêş bikin.»

«Taybetmendiyeke din a Bazneya Gotûbêjê ew e ku dema gotûbêj tên tomarkirin,
endamên Bazneya Gotûbêjê axaftinên we dikin nivîs (tekst), beriya weşandinê ji
we re dişînin; ev jî çêkirina toreke “bawerî û rastgoî”yê ye di navbera beşdaran
û Bazneya Gotûbêjê de, ku ti nivîs bêyî destûra we nayê weşandin. Ji ber vê yekê
hûn bi temamî azad in di sererastkirin, guhertina rêzan de, yan jî jêbirina wan
beşan ku bixwe naxwazin bên weşandin. Madem niyeteke gelek baş li pişt vê
pêvajoyê heye, girîng e ev bawerî ji destpêkê heta qonaxa dawî ku weşandin e, bê
parastin. Em hêvîdar in bi hev re gavên baş biavêjin ji bo çespandina
berjewendiyên bilind ên gelê me û xelkê Kurdistanê di paşerojeke nêzîk de.»

Derbarê mijara gotûbêjê jî «Bandora aborî û bazara hevbeş li ser avakirina
neteweyê», Serperiştyarê Bazneya Gotûbêjê tekez kir ku: «Mijara gotûbêja vê
xelekê navnîşaneke pir girîng, berfireh û hêjayî lêkolîneke pir kûr e. Ev mijar
hem pirsa geşepêdana aborî digire dest ku bêguman cenabê we tê de ji me
zanyartir in, hem jî pirsa bazara azad û pêvajoya girîng a avakirina neteweyê di
herêmeke bêdewlet de, ku her dem bi kêşe, gef û dijwariyên corbicor ên dîrokî,
siyasî, çandî û civakî hatiye dorpêçkirin. Bêguman girêdana van babetên girîng û
hestiyar bi rêya dîtin, nêrîn û têgihiştina zanistî û rastbîn a we, nirxekî
taybet û berbiçav dide vê gotûbêjê. Ji vê nêrînê ve, ger em dîtin û stratejiya
neteweyî ya Serok Barzanî ya bo paşeroja vî welatî – ku Partiya Demokrat a
Kurdistanê cîbicî dike û di dirûşma sereke ya hilbijartinên me de wek prensîbeke
sabît û neguher hatiye ragihandin û ji “Yek Hikûmet, Yek Perleman, Yek Hêza
Pêşmerge” pêk tê – bi gotûbêja me ya îro ve girê bidin, bêguman em ê bigihin wê
baweriyê ku armanca me ya sereke ji bo Herêma Kurdistanê dabînkirina “Yek Aborî
û Yek Bazara Hevbeş” e. Ev gava aborî ya neteweyî, beşekî bingehîn û bibandor e
di pêvajoya avakirina neteweyê de, ji ber ku bi piştrastî ve dabînkirina yek
aborî û yek bazara hevbeş a yekgirtî, roleke mezin, girîng û rasterast di
bihêzkirina bingehên yekrêzî, aramiya giştî, geşepêdana sektora bazirganî û di
dawiyê de bihêzkirina qewareya siyasî ya Herêma me de dibe li hember kêşe û
astengiyên dijwar ên derve û hundir ku di vê qonaxa hestiyar û tijî milmilaniyê
de rûbirûyî gelê me dibin.»

Top