• Tuesday, 29 September 2026
logo

Rohat Zade, pispor û taybetmendê aborî û bazirganiyê: Rêkeftinên nefermî li ser dahatên sînoran tenê berjewendiyên elîtan (nuxbe) diparêzin û cotkarên piçûk û projeyên serbixwe bêpar dihêlin.

Gulan Media September 2, 2026 Raport
Rohat Zade, pispor û taybetmendê aborî û bazirganiyê: Rêkeftinên nefermî li ser dahatên sînoran tenê berjewendiyên elîtan (nuxbe) diparêzin û cotkarên piçûk û projeyên serbixwe bêpar dihêlin.

 

Rohat Zade, pispor û taybetmendê aboriya Rojavayê Kurdistanê ye û lêkolînên wî
giranî didin ser pîşesazîkirina sektorên cuda yên aboriyê. Di gotûbêja vê carê
ya «Bazneya Gotûbêj» de (bi sernavê: Bandora aborî û bazara hevpar di avakirina
neteweyê de), nêrînên xwe bi vî rengî anîn ziman:

"Zêde spasî beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim
ji bo rêkxistina vê gotûbêja astbilind li ser mijareke hestiyar bi sernavê
«Bandora aborî û bazara hevpar li ser avakirina neteweyê» ku bi rastî mijareke
hestiyar û pir girîng e.

Di vê çarçoveyê de, ger em bi hûrgulî li nexşeya aboriya niha ya Kurdistanê
binêrin, em nakokiyeke berbiçav di navbera rastiya civakî û aborî de dibînin. Ji
aliyekî ve, têkiliyeke mirovî, çandî û bazirganî ya rojane di navbera her çar
parçeyên Kurdistanê de heye, lê ji aliyê din ve, heta niha çarçoveyeke aborî ya
rêkxistî û sîstematîk nîne ku bikaribe van têkiliyên belav rêk bixe û wan bike
hêzeke temamker ji bo hevdu.

Rojane bi hezaran celeb mal û tişt di dergehên sînorî yên wekî «Ibrahîm Xelîl,
Başmax, Hacî Omeran û Perwêzxan» re derbas dibin, lê ev pevguhertin zêdetir
şêweyê bazirganiya demkî û derveyî ne, ne ku temamkeriyeke stratejîk a navxweyî
bin. Bi gotineke din, civak di warê civakî û mirovî de bi hev ve girêdayî ne, lê
aboriyên wan hîn negihîştine asta hevparî û temamkeriyê.

Pêkhateya aboriya parçeyan: Ji astengiyan ber bi derfetan ve

Her parçeyekî Kurdistanê di bin bandora sîstemên siyasî û darayî yên dewletên
derdorê de xwedî taybetmendî û astengiyên cuda ye:

- Rojavayê Kurdistanê: Ev parçe di warê çandinî, berhemên dexlûdan û
çavkaniyên xwezayî yên wekî petrolê de dewlemend e, lê ji ber nebûna jêrxana
pîşesazî, lawaziya sîstema darayî û negihîştina bi bazarên derveyî dinalîne.
- Başûrê Kurdistanê: Xwedî sermaye, bazarek çalak, sektora xizmetguzariyê û
saziyên xwendina bilind e, lê aboriya wê bi tundî bi derve ve (bi taybetî bi
Tirkiyeyê ve) hatiye girêdan. Piştrastbûna wê ya tam li ser dahata petrolê,
hawirdekirina kelûpelan û budceya Bexdayê, hiştiye ku serxwebûna wê ya aborî
li beramberî krîzan lerzok be.
- Bakurê Kurdistanê: Di warê pîşesazî û lojîstîkê de pêşeng e, lê di heman
demê de ji ber neyeksaniya geşepêdanê û encamên nakokiyên demdirêj ên çend
dehsalan dinalîne.
- Rojhilatê Kurdistanê: Xwedî şiyaneke berbiçav a çandinî, pîşeyên destan û
bazirganiyê ye, lê ji ber cezayên navneteweyî yên li ser Îranê, sînordariya
di sîstema bankî de û piştrastbûna li ser bazirganiya nefermî û kolberiyê,
nekarîye pêş bikeve.

Li gorî vê rewşê, pirsa rastîn ne ew e ku gelo em dikarin di vê rewşa siyasî ya
aloz de sînorên navneteweyî rakin û bazareke hevpar a fermî ava bikin? Bêguman
di rewşa qanûnî û jeopolîtîk a niha de ev yek nepêkan e. Belku pirsa guncav ev
e: Em çawa dikarin di çarçoveya yasayên niha de, lêçûna aborî ya dabeşbûnê kêm
bikin? Çawa dibe ku toreke ji berjewendiyên hevpar, sazî û zincîreyên
berhemhênanê bê avakirin ku van civakan bi şêweyekî kiryarî bi hev ve girê bide?

Avakirina bazareke hevpar bi wateya wê ya yasayî pêdivî bi rêkeftinnameyên
dewletan û azadiya tam a tevgera sermaye û mirovan heye, ku niha li ber dest
nînin. Lê dikare armanceke realîsttir bê danîn, ew jî avakirina «valahiyeke
aborî ya kurdî» ye ku bi gavên piçûk ên yasayî, sektora taybet û rêxistinî dest
pê bike û li gorî guherînên siyasî geş bibe.

Çar zincîreyên sereke ji bo girêdana aboriyê bi netewesaziyê re

Aborî dikare di rêya çar rehendên sereke re bibe dînamoya proseya netewesaziyê:

1. Berjewendiya aborî ya hevpar: Pêdivî ye em zanibin ku nasnameya neteweyî û
çandî her çiqas girîng bin jî, bi tenê bes nînin ji bo avakirina hevkariyeke
berdewam. Pêdivî ye ev nasname piştgiriya darayî û berjewendiya rojane tê de
hebe. Dema cotkarek dizane berhemê wî di bazara parçeyekî din ê Kurdistanê
de tê firotin, nasname ji hesteke sۆzdarî (emocional) dibe rastiyeke
berbiçav a jiyanê.
2. Temamkerî di zincîra biha û berhemhênanê de: Cudahiya navbera parçeyan nabe
tenê wek asteng bên dîtin, belku dikarin bibin derfet ji bo afirandina
zincîreyên bihayê yên hevpar. Mînak di çandiniyê de: Madeya xav li Rojhilat
an Rojava bê hilberandin, li Başûr bê pakêtkirin û pîşesazîkirin, û ji bo
firotinê sûd ji lojîstîka Bakur bê girtin.
3. Sazîkirina baweriyê: Ji bo ku ev tora aborî kar bike, divê saziyên nefermî
an nîv-fermî hebin ku bawerî û hevahengiyê rêk bixin, wekî meclîsên
bazirganî yên hevpar.
4. Dabeşkirina dadperwerane ya sûdan: Projeya netewesaziya aborî hingê serkeftî
dibe ku hemû parçe hîs bikin ku sûdê werdigirin.

Têkiliya aborî ya navbera Rojava û Başûr: Ji torên nefermî ber bi saziyîbûnê ve

Ezmûna têkiliyên navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê di dehsalên borî de,
nimûneyeke girîng e li ser pêdiviya saziyan ji bo dabînkirina derman, xurek,
enerjî û hatûçûna xelkê. Dergehê Sêmalka ne tenê rêyeke asayî bû, belku girtin û
vekirina wê bandoreke rasterast li ser bazar û jiyana welatiyan dikir.

Di teoriya «Rêkeftina Siyasî» de, Mushtaq Khan tekez dike ku tenê yasayên
nivîskî rastiya kar diyar nakin, belku divê em fêm bikin ka hêz çawa dabeş bûye
û kî kontrola çavkaniyan û dergehan dike. Rêkeftina nefermî li ser dahata
sînoran tenê berjewendiya elîtan diparêze û cotkarên piçûk û projeyên serbixwe
bêpar dihêlin. Ji ber vê yekê, divê ev torên nefermî ber bi çarçoveyeke fermî û
yasayî ve bên guhartin.

Asoyên geşepêdana aborî di bin siya guherînên herêmî de

Proseya reform û aştiyê li Bakur û proseya tevlîbûna Rojava bi dewleta Sûriyeyê
re (ger li ser bingehê mafên kurdan be), dikarin derfetên nû biafirînin. Lê
metirsî heye ku piştî aştiyê jî, tenê kompanyayên mezin û kesên nêzîkî
desthilatê sûdê werbigirin. Ji bo vê yekê, divê sîyaseteke aborî ya werha hebe
ku piştgiriya karsazên piçûk û navîn bike.

Pênc gavên kiryarî ji bo pêşxistina aboriyê:

1. Pêkanîna navendeke çavdêriya aborî ya serbixwe: Ji bo komkirina dane û
amaran li ser bazirganiya navbera parçeyan.
2. Destnîşankirina zincîreyên bihayê ji bo projeyên ceribandinê: Wekî di
pîşesaziya xurek û derman de.
3. Duriustkirina torên pîşeyî: Di navbera odeyên bazirganî, zanîngeh û
yekîtiyên cotkaran de.
4. Sûdgirtin ji sektora dîjîtal: Ji bo perwerde û karên ku pêdiviya wan bi
sînorên fîzîkî nîne.
5. Peyrewkirina yasayên zelal ji bo şofafiyetê: Ji bo kêmkirina gendelî û
qulxkarî (monopol).

Di dawiyê de, bazara hevpar ne tenê biryareke siyasî ye, belku proseyeke
demdirêj e ku li ser bingeha bawerî û berjewendiyên hevpar ava dibe. Aborî bi
tenê nabe nasname, lê dikare nasnameyê ji çemkekî teorîk veguherîne şêwazekî
jiyanê yê rojane."

Top