Andrew Leber, Pisporê Siyaseta Derve ya Amerîkayê li ser Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê: Bijareya herî baş ji bo Herêma Kurdistanê dûrketina ji hevrikiyên herêmî û pabendbûna bi çarçoveya federal a Iraqê ye.
Andrew Leber, Pisporê Siyaseta Derve ya Amerîkayê li ser Rojhilata Navîn û
Bakurê Afrîkayê: Bijareya herî baş ji bo Herêma Kurdistanê dûrketina ji
hevrikiyên herêmî û pabendbûna bi çarçoveya federal a Iraqê ye.
Dr. Andrew Leber, alîkarê profesor e li beşa zanistên siyasî û xwendina
Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Zanîngeha Tulane li Amerîkayê. Lêkolînên wî
li ser dariştina siyaseta giştî û sîstema medyayê ya li welatên nedemokratîk in,
bi taybetî li Rojhilata Navîn. Hevdem, giringiyê dide siyaseta derve ya
Amerîkayê û têkiliyên wê bi hevkarên wê re, bi taybetî Erebistana Siûdî. Nivîsên
wî di kovarên zanistî û medyayên navdar ên wekî «Foreign Affairs» de hatine
weşandin. Ji bo axaftina li ser siyaseta niha ya Amerîkayê li hember Rojhilata
Navîn bi giştî û dewletên Kendavê bi taybetî, me ev hevpeyvîn bi wî re encam da
û bi vî rengî bersiva pirsên «Gulan» da.
Pirs: Di bin siya hevrikiya berdewam a Îranê û astengkirina Tengava Hurmuzê de,
gelo stratejiya demdirêj a Washingtonê wê çi be? Gelo kêmkirina rola serbazî ya
Amerîkayê li Rojhilata Navîn hîn jî bijareyek realîst û guncav e?
Andrew Leber: Vî şerî eşkere kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne şiyana
serbazî ya pêwîst û ne jî îradeya siyasî heye ku nexşeya siyasî ya Rojhilata
Navîn ji nû ve ava bike. Di niha de, wusa dixuye ku ev bûyer bibin sedem ku
Amerîka neçar bibe roleke pir sînordartir di paşerojê de qebûl bike. Bi taybetî
ku dewletên herêmê yên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat, Kuweyt an her welatekî
din, li her rêyekê digerin da ku bandora Dewletên Yekbûyî di siyaseta herêmî de
kêm bikin. Niha baweriyek lawaz heye ku artêşa Amerîkayê bikaribe encamek
biîstîkrar an guncavtir bi dest bixe, lewma hewil ber bi wê ne ku Amerîka bi
bêdengî ji herêmê vekişe, da ku welatên herêmê bikaribin karên xwe baştir birêve
bibin.
Pirs: Gelo geşedana hevkariyên dawî yên navbera Washington û Riyadê di warên
cihê de, nîşana hevkariyeke stratejîk a demdirêj e, an têkilî hîn jî di bingeh
de li ser bingeha berjewendiyan û li hember nakokiyan lerzok e?
Andrew Leber: Piştî bidawîbûna Şerê Sar, fikarên zêde li ser berdewamiya
hevkariya ewlehiyê ya navbera Amerîka û Siûdiyê hene. Piştguhkirina vê
hevalbendiyê ne rast e, bi taybetî dema ku em dibînin tevî bandorên giran ên
êrîşên 11ê Îlona 2001ê, nerazîbûna Washingtonê li hember rola Riyadê di şerê
Yemenê de û sarbûna Amerîkayê di parastina ewlehiya Siûdiyê de, têkilî hîn jî
berdewam e. Lê tişta ku rayedarên Siûdî tê de gihîştine ev e ku ev têkiliya
bazirganî tenê aliyekî ye, bi taybetî bi serokê niha re. Tevî ku wan hewildanên
zêde dane bo îmzekirina çendîn peymanên aborî yên sûdbexş. Siûdiyan eşkere
kirine ku ew amade ne ji bo veberhênana di aboriya Amerîkayê de, kirîna çekan,
hevahengiya hevbeş û pêşxistina binesaziya hişê destkir, lê di beramber de tenê
rûbirûyî hevrikiyeke bêdawî bûne ku derfetên aborî yên paşeroja wan teng kiriye.
Di encamê de, ew bi tundî bi Amerîkayê ve hatine girêdan. Her çend di demeke nêz
de têkiliyên xwe bi Washingtonê re qut nekin, lê ev rewş motîvasyona sereke ye
li pişt wan hevalbendî, hevkarî û destpêşxeriyên dîplomatîk ên cihêreng ên ku
piştî destpêkirina alozîyan ji aliyê Siûdiyê ve têne dîtin.
Pirs: Gelo gavên ewlehiyê yên nû yên Erebistana Siûdî nîşana guherîna wê ne ber
bi lîstikvanekî serbixwe? Gelo dikare hevsengiyê di navbera hevalbendiya serbazî
û dîplomasiyê de bi Îranê re biparêze, bêyî ku bikeve nav hevrikiyên herêmî?
Andrew Leber: Siûdiye di hewildanên xwe de berdewam e da ku xwe wek lîstikvanekî
ewlehî û serbixwe li Rojhilata Navîn îsbat bike. Dîroka vê welatî nîşan dide ku
her dem wekî navbeynkarekî dîplomatîk ê giring û cuda ji Amerîkayê derketiye.
Tewra di rabirdûyê de çalakiyên serbazî yên serbixwe jî encam dane, wek
operasyona Behreynê di serdema Bihara Ereban de. Niha jî li pey dîtina
alternatîf an temamkerê têkiliyên xwe yên ewlehiyê digere bi Washingtonê re, bi
rêya îmzekirina peymanên nû bi Pakistan û Tirkiyê re. Astenga mezin ji bo Riyadê
ew e ku dê çawa hevsengiyê di navbera van rolên cihê de ava bike. Ji aliyekî ve
hêza serbazî nîşan dide û naxwaze tenê pişta xwe bi dîplomasiyê girê bide, ji
aliyekî din ve naxwaze bi temamî li dijî siyasetên Amerîkayê bisekine an
têkiliyên xwe qut bike, bi taybetî ji ber tirsê ji helwest û bertekên tund ên
Donald Trump.
Pirs: Gelo êrîşên hevbeş ên Amerîka û Siûdiyê li ser milîsên Iraqê, alîkariya
Bexdayê dikin bo kontrolkirina grûpên çekdar an serweriya welat lawaz dikin û
dikin qada hevrikiya derveyî?
Andrew Leber: Her çend ez kêm di siyaseta Iraqê de pispor im, lê ez bawer dikim
Siûdiye li vir rûbirûyî hevsengiyeke dijwar dibe. Ew çend sal in hewildaneke
mezin didin bo çespandina wê yekê ku ti daxwazeke wan bo destwerdana di karên
navxweyî yên Iraqê de nîne, belku dixwazin têkiliyeke biîstîkrar û hevkariyeke
bihêz a aborî bi Bexdayê re ava bikin. Bi hêviya ku ev bibe hander bo desthilata
navendî ya Iraqê ku van grûpên çekdar kontrol bike.
Pirs: Hevrikiya herêmî çawa bandorê li plana veguhastina ewlehiyê ya
Iraq-Amerîkayê dike? Pêwîst e têkiliya wan a paşerojê di warên aborî, enerjî û
dîplomasiyê de çawa be?
Andrew Leber: Alozîyan proseya veguhastinê alozir kiriye, ji ber ku careke din
bi axa Iraqê re wekî beşek ji hevrikiyeke serbazî ya berfireh a herêmê tê
muamelekirin. Ez bi hişyarî li wê yekê dinêrim ku ev bibe sedema vekişîneke tam
a Amerîkayê. Encama çaverêkirî têkiliyeke ewlehî ya nehevseng û sînordartir e,
bi vî rengî ku hevahengiya li dijî DAIŞê di wan cihan de berdewam bibe ku her du
hukûmet bi sûdbexş dibînin. Lê hestiyariyeke siyasî ya pir kûr li navxweyî Iraqê
de heye li ser mayîna hêzên Amerîkayê. Ji bilî wê, nabe têkilî tenê di çarçoveya
antî-teror an birêvebirina krîza bi Îranê re were birêxistin. Pêwîst e ev têkilî
bibe saziyî (institutional). Ev tê wateya hevkariya berdewam di navbera
dîplomat, ajansên teknîkî, zanîngeh û lîstikvanên aborî de, piştgirîkirina
saziyên Iraqê û xizmetguzariyên giştî, hevkarî di kerta enerjî û geşepêdana
kerta taybet de.
Pirs: Gelo hevkariyên veberhênan, enerjî û bazirganiyê dikarin baweriya siyasî
ya navbera Bexda û Riyadê ji nû ve ava bikin? Herêma Kurdistanê çi rol û
derfeteke geşepêdana nû ya aborî pêşkêş dike?
Andrew Leber: Hevkariya aborî riya herî guncav e bo rêgirtin ji kurtkirina
têkiliyên Iraq û Siûdiyê di xeleka êrîş û tolhildanê de. Riyad nîşan dide ku
naxwaze rasterast destwerdanê di karên navxwe yê Iraqê de bike, belku tercîh
dike têkiliyeke fermî li ser bingeha bazirganî û veberhênanê di warên enerjî,
binesazî û avakirinê de ava bike. Li vir, Herêma Kurdistanê dikare wekî beşekî
girêdayî yê bazirganiyê û pireke muhtemel bo bazirganî û veberhênanê sûdmend
bibe. Lê ji ber ku Siûdiye karkirina bi Bexdayê re tercîh dike, ne ku
hevalbendiyeke ewlehî ya cuda bi Hewlêrê re, bijareya herî baş ji bo Herêmê
dûrketina ji hevrikiyên herêmî ye. Pêwîst e Kurdistan vê têkiliya berfireh a
Bexda û Riyadê bi kar bîne bo berfirehkirina girêdanên aborî, lê di heman demê
de pabendî çarçoveya federal a Iraqê be.
Pirs: Amerîka çawa dikare piştgiriya berevaniya asmanî, reformên Pêşmerge û
mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bike, di heman demê de rê li ber bikişandina
Herêmê bo nav hevrikiyên hêzên herêmî di sala 2026an de bigire?
Andrew Leber: Her çend ez xwe bi temamî wekî pisporê siyaseta derve ya Amerîkayê
li hember Kurdistanê nabînim, lê ji nêrînek giştî dikarim bêjim ku serokatiya
Amerîkayê balekî wusa li ser karên pêşîne yên stratejîk nîne. Di vê çarçoveyê
de, tewra welatên giring ên wekî Siûdiye jî di binê lîsteya giringiyên
biryarderên Amerîkayê de cih girtine. Tevî vê yekê, tê pêşbînîkirin ku di
navendên fermî yên wekî Wezareta Berevanî û Wezareta Derve ya Amerîkayê de, hîn
sazî û rayedar hebin ku pêداgiriyê li ser berdewamiya têkiliyan bi Kurdistanê re
bikin, bi taybetî di rêya piştgirîkirina berdewam a proseyên perwerde û rahênana
hêzên Pêşmerge de. Lewma, wusa dixuye ku çarçoveya hevkariyên niha bi cîgirî
bimînin, lê di heman demê de tu nîşanek zelal an planek cidî nayê dîtin bo
zêdekirina berçav an encamdana veberhênana stratejîk a mezin di vê têkiliyê de.
