Mela Îslam Îbrahîm endamê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê: Mamosteyên ayînî rolekê berz di şoreş û doza niştimanî de gêraye, wan digel Pêşmergeyî mil bi mil kar dikir
Mela Îslam Îbrahîm, endamê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê, şareza û
pispor di warê fikhê îslamî de, yek e ji zana û mamosteyên diyarên ayînî li
devera Badînan, ku xizmeteka berçav di belavkirina zanistên şerî û wanegotinê de
kiriye û rolekê mezin di pêgehandina qutabiyan de hebûye. Kovara Gulan dîdarek
digel mamoste Îslam Îbrahîm encam da derbarê eşq û hezjêkirna zana û melayên
Kurd bo ayînê pîrozê Îslamê û parastina niştiman û bihayên pîrozên netewa Kurd û
dijiyatîkirna zulm û istema li ser Kurdan ji lâyê rejîmên êk li duv êkên Îraqê.
Pirs: Erê peywendiya dinavbera melayên Kurdistanê û niştimanperweriyê de çawa
bû, wekî rêberên ayînî û niştimanî û îmanê?
Mela Îslam Îbrahîm: Bêguman, mamosteyên ayînî ji destpêkê ve beşdarî di şoreşên
cuda yên niştimanî yên Kurdistanê de kiriye, ji wan jî şoreşa Rojava û herwiha
şoreşên dî yên sedsaliya Kurdistanê. Demê cenabê Mela Mistefa Barzanî
destpêkirî, baweriyeka mezin bi rolê mela û zanayên ayînî danî. Hindek ji wan di
nav şoreşê de bibûn berpirsên Pêşmergeyî digel hindê de ku xizmetên ayînî û şerî
pêşkêş bikin.
Viyana rasteqîne bo ayînî bû egerê hindê ku zanayan hezjêkirneka mezin bo
niştiman û milletê xwe û wetenê îslamî jî hebe. Mamosteyên ayînî rolekê gelek
berz û pîroz di şoreş û doza niştimanî de gêraye. Çu caran kesî nedkarî wan
tometbar biket ku xizmeta milletê xwe nekiriye. Wan digel hêzên Pêşmergeyî mil
bi mil kar dikir û rênmayî didane wan da ku pêkve xizmeta dîn û wetenê xwe
bikin.
Demê Yekîtiya Zanayên Ayînî hatiye damezrandin, biryarên dadwerî di destê
mamosteyan de bûn. Li her devere kadiyek dihate damezrandin û biryarên wan
dihatne bicîhînan. Li demê awarebûna me li Îranê, me komîte û lîjneyên taybet
yên fetwayê hebûn bo çareserkirna kêşeyên civakî yên nav cemawerî bi rengekê
şerî û zanistî.
Li demê serhildana sala 1991ê, me 25 mamosteyên ayînî çek hilgirt û hatine nav
axa Kurdistana Îraqê. Erkê me yê sereke amojgarîkirna Pêşmerge û milletî bû bo
parastina emanetî, rêgirîkirn ji xiyanetê, diziyê û xerabkariyê, û bicîhînana
helal û heramî. Bi vî rengî, zanayên me yên ayînî piştevanên bi hêz û dilsoz yên
hemû şoreş û bizavên rizgarîxwazî yên gelê me bûn di dirêjahîya dîrokê de.
Pirs: Mamoste, erê xizmetkirna niştimanî erkekkê şerî ye, ku Xudê û Pêxemberê me
(S.A.W) amaje pê kiriye xizmeta wetenî bikin?
Mela Îslam Îbrahîm: Eger ne wacibekî dînî ba, me ev xebat nedikir. Dema me dît
ku bergrikişandin ji milletê me yê zulmlêkirî erkê pêdivî û wacib e li ser milên
me, me bi wacib dît ku em digel Pêşmergeyî mil bi mil têkoşînê bikin dijî
kuştin, zulm û derbederiyê. Erkê Yekîtiya Zanayên Ayînî di temamiya qonaxan de
piştevanîkirna Pêşmergeyên qareman û cemawerê milletî bû, da ku li ser astê
nêvdewletî mezlumiyeta Kurdan bi cîhanê bidine niyasîn.
Sebaret pêşengbûna zanayan di şerê dijî zulmê de, eve rastiyek e, zulm di Îslamê
de ya heram kiriye û Pêxemberî fermûye: «اتَّقُوا الظُّلْمَ فَإِنَّ الظُّلْمَ
ظُلُمَاتٌ يَوْمَ الْقِيَامَةِ». Zanayên me yên dilsoz hemîşe di rêza pêşê de
bûn. Li demê şerê DAIŞ, ez bi xwe çendîn caran çûme cebeheyên şerî di nav rêzên
Pêşmergeyî de bo encamdana civînan û me digote wan ku bi emanet bergiriyê ji
ayîn, niştiman û namûsa xwe bikin dijî destdirêjiyên wan terorîstan yên ku bi
navê dînî hêriş kiriye ser axa me.
Li dor fikra tundrewiyê ya ku ji derveyî welatî û biyabanan hatiye, eve
metirsiyeka mezin e bo ser doza niştimanî û ayînî û ziyanek mezin bi navê Îslamê
digehînit. Hindek layen piştevaniyê li van efkaran dikin da ku doza kurdî xav
bikin û tefereqeyê bikene di navbera Kurdan de, çi eqîdî bit yan neteweyî, da ku
me bikene jêr destên dijminan. Milletê me bi sedan sal e li ser çar mezhebên
aşkera yê birêve diçit bi birayînî û tebayî, bêyî ku çi teedayî hebe, lê ev
efkar e dijwar in.
Îslam ya rehmet û dadweriyê ye. Xudayê mezin dibêjit: «وَمَا أَرْسَلْنَاكَ
إِلَّا رَحْمَةً لِّلْعَالَمِينَ». Pêxember (S.A.W) bo hemû mirovayetiyê hatiye
nek bo neteweyekê bi tenê. Di hedîsekê de hatiye: «المسلم من سلم الناس من لسانه
ویده». Îslam hemîşe fikra aştî, tebayî, birayînî û pêkvejiyanê belav diket.
Qur'an fermanê bi şerê xelkî naket tenê jiber ayînê wan, belku dibêjit: «ادْعُ
إِلَى سَبِيلِ رَبِّكَ بِالْحِكْمَةِ وَالْمَوْعِظَةِ الْحَسَنَةِ». Pêxemberî
negotiye şerê kesên fele yan xudan mezhebên dî bikin, belku ferman bi
pêkvejiyanê kiriye.
Li virê, rolê zanayên ayînî yê girng ew e ku vî fikrê tundrew yê dûr ji rastiyê
ret bikin û resenayetî û mianrewiya ayînê Îslamê yê pîroz bo civakî û milletê
xwe rûn bikinەوە da ku bergiriyê ji pêkvejiyanê bikin. Lewma erkê me yê pîroz
wek zanayên ayînî ew e ku piştevanê şoreşê bîn û mil bi mil di gel cemawerê xwe
û Pêşmerge de bergiriyê ji heq û emaneta dîn û milletî bikin beramber her
zulmekê.
Pirs: Îslamê teekîd li ser pêkvejiyanê kiriye, li Kurdistanê, zanayên ayînî ta
çend şiyane vê hevqebûlkirinê biparêzin ku çi kêşeyên ayînî di navbera
pêkhateyan de nebin?
Mela Îslam Îbrahîm: Bêguman, şirovekirina ayeta pîroza «لَا إِكْرَاهَ فِي
الدِّينِ» diyar diket ku neçarkirin di ayînî de nîne bo çûna di nav Îslamê de,
çi fele bin yan yehûdî bin. Erkê sereke yê Pêxemberî û misilmanan jî tenê
gehandna rastî û ayînî ye, wek Xudê dibêjit: «وَمَا عَلَى الرَّسُولِ إِلَّا
الْبَلَاغُ الْمُبِينُ». Şer û bergirîkirn tenê li demê teedayî, kuştinê û
hêrişan dibite erkekkê wacib bo parastna nefsa mirovî.
Li ser demê Mela Mistefa Barzanî, wî handana parastna aştiya civakî û tebayê
dikir da ku çi kêşe û arîşeyên ayînî yan neteweyî çê nebin. Di wî demê taybetê
xwindna me de, Barzanî digote zanayan: Eve erkê we ye û em jî di bin ferman û
destê we dane, herçiya Xudê, Pêxember, sehabeyan û çar îmaman gotbit, pêrew
bikin û ez bixwe hemîşe di gel we me.
Li devera Amêdiyê, Mela Ehmedê Garî bi xwe qadiyê fermiyê wê deverê bû; her
biryareka şerî ya dadgehê yan şoreşê derçûba, îksere dihate bicîhînan bêyî
paşekêşe. Ev çende jî rastiya tevkarîya rastexo di navbera Barzanî û ehlê
zanistê ayînî û şerî de bû.
Pirs: Li caran qutabxane nebûn, hicre hebûn û deurekê mezin di parastna ziman û
keltûrê kurdî de hebû. Rolê mela û mamosteyên ayînî çi bû di parastna keltûrê
kurdewarî de?
Mela Îslam Îbrahîm: Bêguman eger tu temaşeyî jiyana Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û
Melayê Cizîrî yê navdar bikî, dê bînî ku wan pertûkên behadar bo berjewendiya
gelê Kurd nivîsîne. Herwiha mamoste û melayên devera Soran rolekê mezin, girng û
karger hebûye. Eger zana û mela neban, ziman û ferhenga kurdî nedgehişte vî astê
pêşkeftî. Hicreya kurdî rolekê gelek pîroz di mêjûya me de gêraye. Tenanet Mela
Mistefa Barzaniyê bixwe jî qutabiyê hicrê bû. Hemî serkirde û rêberên şoreşên
me, derçûyên wan qutabxaneyên ayînî bûn, ne yên çi zanko û amadeyiyan. Wan
rêpîşanderiya gelê me berev azadî û dilsoziyê dikir. Lê mixabin, ew roja me
destên xwe ji zanistê hicrê sust kirîn, dûbereky û teferqe kefte di navbera me
de li seranserî Kurdistanê.
Pirs: Mamoste, li ser wê dûberekyê, rolê mamosteyên ayînî çiye daku nehêlin
hizib teferqê û dijayetiyê durust bikin, û çewan li ser minberan vî agrî
vemirînin?
Mela Îslam Îbrahîm: Bi dîtina min, li dor rolê mamosteyê ayînî demê diçite ser
minberê, eve nêrînek dirust û li ser bunemayê rastiyê ye. Pêdiviye mamoste di
gotarên xwe de yê bêlayen bît û meyla wî bo çi mirovekî, mezenekî, serkirdekî
yan hizbekî nebît. Erkê wî ew e ku Îslama paqij û zelal wek xwe pêşkêş biket.
Çunkî dînê Îslamê bi çi rengan dijî mafên mirovان nîne û zordarî, teedayî û
cudahîxistna di navbera çi mirovanda qebûl naket. Mamoste divêt li ser minberê
bibite dengê heqiyê û dadperweriyê bo hemî xelkî.
Pirs: Peyama cenabê hewe bo gencan çiye di vî barudoxî de? Mamoste, çewa genc û
mamosteyên ayînî pêkve kar bikin bo zivirandna hezjêkirna niştiman û ayînî bo di
nav dilê gencan de?
Mela Îslam Îbrahîm: Gencên me, di her neteweyekê de genc egerê pêşkeftin û
serkeftina wê ne. Dema gencên neteweyekê bikevne di nav şaşî û dûberekyê de, ew
netewe lawaz dibit. Peyama min bo gencên me yên hêja ew e, şoreşa kurdî bi
qurbanîdan, sotin û derbederiyê gehiştiye evro, bila xizmeta gelê xwe bikin û di
meydana têkoşanê de bin û nebin e amraz di destê dijminan de. Ya rûn e ku
bîrûbawerên cuda hatine belavkirn, her layenek divêt xelkî bo lâyê xwe rabkêşit
û bêjit ez li ser heqiyê me, eve kêşeka mezin e di navbera me de. Welatên
deurober jî wek Îraq, Turkiya û Îranê rolê xwe heye di têkdana fikra gencan de
bi rêya maddeyên bêhoşker û hizrên xerab, da ku wan bêkar bikin û baweriyê li
dev wan nehêlin. Loma pêdiviye mamosteyên ayînî, roşenbîr û zana hişyar bin û
rêkê nedên gencên me bikevne bin kartêkirna derekî, belku wan berev ayindekê geş
araste bikin.
Rudaw
