Dr. Jîhangîr Gulpî, Mamosteyê Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê: Dema ku di navbera bajarok û parêzgehên navxweyî de noqteyên kontrolê (bazge) hebin, mirov nikare behsa aboriyeke navxweyî ya yekbûyî bike.
Dr. Jîhangîr Gulpî, mamosteyê Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê ye û pisporê pirsên
netewe û netewesaziyê ye ji perspektîfa aboriya siyasî. Di gotûbêja vê carê ya
«Bazneya Gotûbêjê» de (Bandora aborî û bazara hevbeş di pêvajoya avakirina
neteweyê de), nêrîn û pêşniyarên xwe bi vî awayî anîn ziman:
"Di destpêkê de ez pir kêfxweş im ku beşdarî vê gotûbêja asta bilind dibim ligel
vê koma bijarte ya siyasî û akademîk. Em behsa pirsa pêvajoya avakirina neteweyê
dikin ku yek ji wan pirsên giring e ku gelek rehendên cuda hene û nêrînên cuda
li ser hene.
Meqalkirina pirsa netewe û netewesaziyê ji perspektîfa aboriya siyasî, rasterast
me dixe beramberî mîraseke dewlemend a teorîk û praktîkî ku koka wê di dîroka
fikrî ya hevçerx de kûr e. Ji bo fêmkirina wan amûrên aborî yên ku di pêvajoya
netewesaziyê de rolê dileyzin, pêwîst e destpêkê em cudahiyeke teorîk bixin
navbera du nêrînên bingehîn de: nêrînek ku neteweyê wekî daneyeke dîrokî-siruştî
dibîne, û nêrîna din ku wekî berhemekî dahatû (îcadkirî) û modern lê dinêre.
Nêrîna yekem, ku bingeha wê ya teorîk vedigere ser dibistana (medreseya) Almanî
û ji aliyê bîrmendên wekî «Johann Gottfried Herder» û «Johann Gottlieb Fichte»
ve tê temsîlkirin, di wê baweriyê de ye ku netewe daneyeke dîrokî û
manîfestoyekî siruştî ye. Di vê dîtinê de, hêmanên bingehîn ên pêkhênerên
neteweyê ev in: ziman, regez, nijad, huner, çanda gelêrî û dîroka hevbeş. Ev
hêman wekî bingehekî cîgîr (stabit) û pêşwext tên dîtin, heta ku alîgirên vê
nêrînê bawer dikin ku ev hêman bandorê li ser damezrandin û şêwazdayîna hêmanên
ne-siruştî yên wekî aborî, perwerde, sazî û pergala siyasî dikin. Her wiha, hemû
çand, sazî û reftarên aborî, civakî û siyasî yên civakan, ji ruhê neteweyî
hildiperikin ku ew jî bi taybetmendiyên regezî ve girêdayî ye. Wekî ku «Gustave
Le Bon» dibêje: 'Her netewe xwedî pêkhate û peykerekî hişî yê taybet bi xwe ye.
Bi awayekî siruştî, her ol, huner an çandekê pesend bike, wê li gorî peyker û
pêkhateya hişî ya xwe û li gorî dab û nerît û dîtina xwe diguhere.'
Li vir, aborî wekî faktorekî serbixwe an motora sereke ya çêkirina neteweyê
dernakeve, belku tenê wekî amûrekê tê dîtin ku di bin bandora hêmanên nasnameyî
yên resen de formê digire.
Li hember vê, nêrîna duyem tê ku neteweyê ji têgehên nijadî û siruştî cuda dike
û giranî dide ser faktorên modern û destkird. Ev rewt di wê baweriyê de ye ku
netewe berhema pêvajoyeke modern e ku tê de aborî, çand, sazî, pergala siyasî û
perwerde rolê biryarder di avakirina wê de dibînin. Ev dîtin ji perspektîfa
aboriya siyasî û ji aliyê dîrokî ve zêdetir ji nêrînên marksîst dest pê dike ku
neteweyê wekî berhema qonaxa geşepêdana kapîtalîzmê û têkiliyên hilberînê û
guherîna qonaxên cuda yên çînayetî dibînin. Piştre digihîje rêberên rewta
aboriya neteweyî (National Economy) wekî «Friedrich List» û «William Roscher».
Bi taybetî List, di wê baweriyê de bû ku pêşxistina aboriya neteweyî û parastina
pîşesaziya navxweyî amûrên bingehîn in ji bo yekxistina siyasî û parastina
serxwebûna neteweyî. Ew jî bi rêya pêşxistina rêyên veguhastinê, girêdanê û
polîtîkayeke gumrukî ya nîştimanî pêkan dibe. Tezên List li ser yekgirtina
Almanyayê bûn ku di sedsala 19an de di lûtkeya perçebûnê de bû; di encamê de
tezên wî bûn çavkaniya herî giring a edebiyata aboriya neteweyî.
Ev nêrîna modernîst bi giştî di nîveka duyem a sedsala 20an de li ser destê
bîrmendên modernîst gihîşt qonaxeke pêşkeftî. Di nav van de sê bîrmendên diyar
hene:
1. Ernest Gellner: Bawer dike ku netewe bi temamî zadeyê şoreşa pîşesaziyê ye.
Aboriya pîşesazî pêdivî bi perwerde, çand û reftara pîşeyî heye ku xwedî
şiyanên bilind û zimanekî hevbeş bin. Ev guherîn nabe, heger çandeke
yekgirtî û pergala perwerdeyê ya giştî di bin kontrola dewletê de nebe.
2. Benedict Anderson: Giranî dide ser têgeha «Civakên Xeyalî» (Imagined
Communities). Ew balê dikişîne ser faktora «Kapîtalîzma Çapê» (Print
Capitalism). Geşebûna teknolojiyên çapê û belavbûna rojnameyan bûne sedema
çêbûna zimanekî nivîskî yê yekgirtî ku hişt kesan xwe wekî beşek ji
pêkhateyeke neteweyî bihesibînin.
3. Eric Hobsbawm: Giringî dide pêvajoya «Dahênana Nerîtan» (Tradition
Invention) ku tê de dewlet amûrên modern ji bo çêkirina hevkariya neteweyî
bikar tînin.
Bi kurtî, li cem modernîstan, têkiliya aborî û neteweyê têkiliyeke dualî ye.
Aborî pêdivî bi neteweyeke yekgirtî heye ji bo bazar û hilberînê; ji aliyê din
ve, her amûrên aborî (rê, veguhastin, projeyên hevbeş) dibin sedema kûrkirina
îstîqrara neteweyî.
Ji perspektîfa dîroka azmûnî, pêvajoya pêkanîna qewareyên siyasî û aborî yên
yekgirtî, beriya dewlet-neteweya modern dest pê kiriye. Dibistana Merkantîlîstan
rolê sereke lîst; wan dixwest perçebûna serdema feodalîzmê bişkînin. Wan bawer
dikir ku ji bo bihêzbûnê, divê bazareke navxweyî ya yekgirtî û parastina
pîşesaziyê (Protectionism) hebe.
Dîrok di azmûnên Fransaya serdema Colbert, Îtalyaya serdema Garibaldi, Almanyaya
serdema Bismarck û Amerîkaya serdema Hamilton de nîşanî me dide ku ev amûrên
aborî rolê sereke lîstine:
1. Rê û veguhastin û girêdana deveran bi hev ve.
2. Yekxistina tarîfeya gumrukê û rakirina astengên li ber tevgera mal,
xizmetguzarî û sermayeyê di nav welat de.
3. Avakirin û pêşxistina pîşesaziya nîştimanî (ji ber ku pîşesazî têkiliyên
asoyî di navbera çîn û deveran de çêdike, berevajî aboriya rentî/neftê).
4. Yekîtiya darayî û pergala bankî ya yekgirtî.
5. Dadperwerî û hevsengî di geşepêdana deveran de.
Waqiê Aborî yê Herêma Kurdistanê û Zehmetiyên Navxweyî
Dema em van prensîban li ser rewşa Herêma Kurdistanê bikar tînin, em dibînin ku
berî her tiştî ev kar pêdivî bi desthilat û hikûmeteke yekgirtî (navendî) heye.
Her çend herêm ne dewleteke serbixwe be jî, lê di çarçoveya sîstema federal a
Iraqê de xwedî serxwebûneke darayî û kargêrî ye ku dikare wekî derfetekê ji bo
avakirina aboriyeke yekgirtî were bikaranîn. Lêbelê, yek ji mezintirîn astengên
li ber yekgirtina aboriya navxweyî ya herêmê, hebûna astengan e li ber
veguhastina azad a mal û sermayeyê di navbera bajar û deverên cuda de.
Wekî hat gotin, mirov nikare behsa aboriyeke navxweyî ya yekgirtî bike, dema ku
di navbera bajarok û parêzgehan de rêgiriyên nefermî li ber veguhastina berhem û
sermayeyê hebin. Hebûna van astengan ziyaneke mezin dide pêvajoya yekgirtina
bazarê.
Li vir em li ser zehmetiyeke din radiwestin ku bi yekîtiya gumrukê ve girêdayî
ye. Bo ku yekîtiyek gumrukî ya navxweyî serkeftî be, divê sînorekî zelal (heddê
fasil) ligel cîhana derve hebe. Pirs ev e: Gelo Herêma Kurdistanê dikare
parastina sînorên xwe yên gumrukî li hember navçeyên din ên Iraqê bike?
Vekirîbûna bazara herêmê li hember Iraqê dibe ku bibe asteng li ber geşepêdana
pîşesaziya navxweyî. Li gorî Friedrich List, divê sektorên nû û "sava" bi
polîtîkayên parastinê (Protectionism) werin parastin heta ku digihîjin qonaxa
gihîştinê.
Ji aliyekî din ve, pêşxistina "brand" û pîşesaziya nîştimanî ji bo Herêma
Kurdistanê pêdivî ye. Dema ev berhem ji bo parçeyên din ên Kurdistanê werin
hinardekirin, ligel sûdê aborî, dibin amûrek ji bo bihêzkirina hesta neteweyî.
Di dîroka Fransayê de, çavdêriya tund li ser kalîteya malan dihat kirin da ku
"markeya Fransî" bibe nîşaneya hêz û pêgeha welat.
Derbarê bazirganiya ligel parçeyên din ên Kurdistanê, divê em bizanibin ku
aboriya wan parçeyan beşek e ji aboriya dewletên serdest (Tirkiye, Îran).
Hevsengiya bazirganiya me ligel wan ne hevseng e; em zêdetir malên wan welatan
hawirdê dikin. Kalayên ku em tînin wekî "Tirkî" an "Îranî" tên naskirin, ne wekî
berhema Kurdistanê. Ji ber wê, di vê rewşê de bazirganî zêdetir aliyekî aborî
heye ne ku bandorek li ser netewesaziyê (ji bilî têkiliyên civakî yên navbera
bazirganan).
Derbarê rola darayî, rewşa niha ya herêmê ne di xizmeta netewesaziyê de ye. Dema
nifşek dibîne ku "meaşê me ji Bexdayê tê û em li benda razîbûna Bexdayê ne," ev
xaleke pir neyînî ye di vê pirsê de.
Ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi neftê (aboriya rentî), pêdivî bi karkirina kerta
taybet heye. Avakirina bazarek hevbeş a navxweyî, kêmkirina lêçûnên veguhastinê,
rakirina astengên kargêrî û rûtînê, û çespandina serweriya yasayê, dê kerta
taybet hander bike ku bibe çavkaniya dahatê. Ev pêvajoyeke demdirêj e lê ji bo
man û jiyana me pêdiviyeke sereke ye."
