• Monday, 28 September 2026
logo

Zagros Fetah, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Aborî û bazara hevpar bi rêya durustkirina berjewendiyên berdewam ên rojane, bingehekî zexm in bo yekîtiya neteweyî û parastina nasnameya bikomel

Gulan Media August 30, 2026 Raport
Zagros Fetah, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Aborî û bazara hevpar bi rêya durustkirina berjewendiyên berdewam ên rojane, bingehekî zexm in bo yekîtiya neteweyî û parastina nasnameya bikomel

Zagros Fetah, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Aborî û
bazara hevpar bi rêya durustkirina berjewendiyên berdewam ên rojane, bingehekî
zexm in bo yekîtiya neteweyî û parastina nasnameya bikomel

Zagros Fetah, endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û
berpirsê Beşa Darayî û Kargêriyê ya Mekteba Siyasî ye. Di gotûbêja vê carê ya
«Bazneya Gotûbêjê» de (Bandora aborî û bazara hevpar di avakirina neteweyê de),
bi vî rengî dîtin û pêşniyarên xwe anîn ziman:

Ez destxweşiyê li Bazneya Gotûbêjê ya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya
Demokrat a Kurdistanê dikim ku ev platforma azad amade kiriye û mehane bîr û
baweriyên cuda li hev diyar dike da ku gotûbêjê li ser pirsên neteweyî û
nîştimanî bikin. Di vê gotûbêjê de ku xeleka 44an e, em behsa «Bandora aborî û
bazara hevpar di avakirina neteweyê de» dikin. Lewma pêşniyar dikim, kurteya vê
gotûbêjê bibe komek pêşniyarên hûr û kûr wekî kaxezeke siyasî (Policy Paper) ku
li ser bingeha bandorên aboriya bazara hevpar were darêjtin û pêşkêşî saziyên
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe. Ez piştrast im ji ber asta bilind a pisporî û
zanyariyên dewlemend ên beşdarên vê gotûbêjê, rasparde dê pir bikêr û kirdarî
bin. Lewma pêşkêşkirina kurteyekê di şêweyê raspardeyên lez û bibandor de bo
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêyeke guncav e da ku bikaribe bi hêsanî sûdê ji van
dîtinên zanistî û pratîkî werbigire û di warê cîbicîkirina siyasetên aborî de
sûdê jê bibîne, ku ev jî tehwera sereke ya pêşniyara min e bo vê mîzgerda girîng
û zanistî; hêvîdar im ev kar were kirin.

Bêguman avakirina netewe û parastina nasnameya bikomel, ne tenê projeyekî siyasî
yan destûrî ye, belku di bingeh de pişta xwe bi bingehekî zexm ê maddî û aborî
dibe tîne. Peywendiyên bazirganî û bazara hevpar, bi rêya durustkirina
berjewendiya hevpar a rojane, dikarin wekî motorekî bihêz ê yekîtiya neteweyî
kar bikin. Di vê gotûbêjê de, wekî di pirsan de jî we bal kişand ser, em behsa
bandorên aborî û bazara hevpar li ser du astên cuda dikin: Ya yekem li ser asta
giştî ya her çar perçeyên Kurdistanê, ya duyem li ser asta navxweyî ya Herêma
Kurdistanê ya Iraqê wekî qewareyekî destûrî.

Pirsa cewherî li vir ev e: Gelo bazara hevpar û sîstema aborî dikarin rolekî
bibandor û bingehîn di pêvajoya avakirina neteweyê de bilîzin? Ez hewl didim bi
çend tehweran bersiva vê pirsê bidim.

1. Yekbûna aborî wekî motora nasnameya neteweyî di xiyaba dewletê de

Mirov dikare bi piştrastî û bêyî dudilî amaje bi wê yekê bike ku yekbûna aborî
di piraniya qonaxên dîrokî de, wekî pêşekiyekî bingehîn û girîng bo yekbûna
fermî û siyasî ya gelan karemendiya xwe selimandiye. Peywendiyên bihêz ên
bazirganî û aborî jîngehekê diafirînin ku tê de berjewendiyên hevpar astengên
siyasî têk dibin û zemînê bo qewareyekî yekgirtî xweş dikin.

Ji vê perspektîfê, dîroka pêşketina dewlet û neteweyan tije ye bi wan mînakan ku
pêşîneyeke wan a aborî hebûye, berî ku bigihêjin qonaxa yekîtiya siyasî. Bo
mînak, li Almanyayê, berî durustbûna dewleta fermî ya federal bi serokatiya
«Otto von Bismarck» di sala 1871ê de, yekîtiyekî gumrikî yê girîng di
sala 1834an de bi navê «Zollverein» di navbera çendîn mîrnişîn û herêmên Almanî
yên cuda de hate damezrandin. Ev peymana gumrikî û bazirganî karî babetên darayî
yên navbera wan deveran nehêle û çendîn dehsalan berî ragihandina fermî ya
dewleta yekgirtî ya Almanyayê, hişyariya neteweyî û hevparbûna berjewendiyan di
navbera welatiyan de kûrtir bike.

Ezmûneke din a girîng û balkêş peywendî bi welatê Swîsreyê ve heye. Berî
pesendkirina destûra federal a sala 1848an, kantonên Swîsreyê ji aliyê aborî ve
hevahengî û peywendiyekî tundûtîj di navbera xwe de durust kiribûn. Ev yekbûna
aborî di demekê de bû ku kanton ne tenê ji aliyê siyasî ve pertabûyî bûn, belku
ji aliyê ziman û çandê ve jî cudahiya wan a mezin hebû û bi çar zimanên sereke
yên cuda (Almanî, Fransî, Îtalyanî û Romanşî) dipeyivîn. Tevî vê yekê jî,
berjewendiyên bazirganî û aborî pêşeng bûn di nêzîkkirina van kantonan de û di
dawiyê de bûn sedema avakirina sîstema federal a serkeftî ya sala 1848an.

Wekî van her du ezmûnan, dîroka hevçerx şahidiyê bo çendîn mînakên din dike.
Pisporên dîroka aborî dikarin bi hûrî amaje bi ezmûna serkeftî ya Yekîtiya
Ewropayê bikin ku di sala 1951ê de bi peymannameya rejî û polayê di navbera çend
dewletên dijber de dest pê kir û di dawiyê de guherî bo mezintirîn bazara hevpar
a cîhanê. Her wiha ezmûna Encumena Hevkariya Welatên Kendavê (GCC) li Rojhilata
Navîn mînakeke din e ji hewildana bo yekxistina siyasetên gumrikî û aborî bi
mebesta bihêzkirina peywendiyên siyasî. Ev hemû mînak vê rastiyê piştrast dikin
ku dabînkirina bazarekî hevpar û yekgirtiya aborî, neteweyan (tew eger cuda û
pertabûyî bin jî) nêzîkî hev dike û dibe sedemekî bibandor bo hanedana hevsoziya
neteweyî.

Dema em li vê hevkêşeya zanistî di çarçoveya Herêma Kurdistanê û perçeyên din ên
nîştimanê me de dinêrin, em têdigihêjin ku bazara aborî pêdiviyeke wê ya temam
bi dewletê yan qewareyekî yasayî heye bo karkirina dirust. Peywendiyên
bazirganî, sîstema bankî, standardên hevpar ên kelûpelan û rêsên guhestinê,
cureyek ji pêdiviya rojane û livîna berdewam li seranserî sînoran de diafirînin
ku di encamê de nasnameya neteweyî û giştî li asta bingehîn ve bihêztir dike.

Lê dema em tên ser rastiya Herêma Kurdistanê û perçeyên din ên Kurdistanê, em
dibînin cîbicîkirina vê dîtinê rûbirûyî komek asteng û kêşeyên sext dibe.
Mezintirîn rêgirî ev in ku em ji aliyê coxrafî û siyasî ve hatine dabeşkirin bi
ser çar sîstemên cuda yên diravî de (Dînarê Iraqî, Riyalê Îranî, Lîreyê Tirkî û
Lîreyê Sûrî), ku her yek ji wan bihayekî neseqamgîr û siyasetekî darayî yê cuda
heye. Tevî vê jî, cudahiya kûr di sîstema gumrikî û baca ser sînoran de, û ji
hemûyan girîngtir, rewşa dijwar a peywendiyên siyasî yên navbera çar dewletên ku
perçeyên Kurdistanê bi ser wan de dabeş bûne, bandora nerênî ya rasterast dixin
ser livîna bazirganî û wisa dikin ku durustkirina bazarekî fermî û hevpar ê
neteweyî di dema niha de kerekî pir sînordar û zehmet be.

Bo derbaskirina vê qeyranê û di xiyaba bazarekî fermî de, em nikarin destvebestî
bimînin. Li vir pêdivî ye em stratejiyekî nû peyrew bikin ku ew jî avakirina
«toreke aborî ya perwerdekirî û geşepêdayî» ye di navbera perçeyên Kurdistanê
de. Dikare ev tor bi rêya sektora taybet, parastina korîdorên bazirganî, alûgora
bazirganî ya nefermî lê birêkûpêk, û çalakkirina peywendiyên pîşeyî û
perwerdehiyê were pêşxistin. Buhayê sereke yê mekanîzmaya bazarê di wê de ye ku
berjewendiyên aborî li cem nişteciyên perçeyên cuda hevterîb dike û wan dike
hevparên rastîn ên guzerana hevdu. Ev projeya nîştimanî alîkariya me dike
bandora nerênî ya dabeşbûnên siyasî û sînorên destçêkirî kêm bikin, ji ber ku
nayê karîn sînor bi yekcarî ji holê werin rakirin, lê dikare bi rêya aborî û
bestina berjewendiyan ve bêbaha werin kirin. Ev jî ew kêşeya mezin e ku pêdivî
ye hemû hêzên nîştimanî û zanistî bi hemû dilsoziyê ve kar li ser bikin.

2. Stratejiya pêşxistina derfetên aborî yên Herêma Kurdistanê ligel perçeyên din

Xwendin û nirxandina wan derfetên aborî û bazirganî yên li pêşiya
Herêma Kurdistanê hene di peywendî bi perçeyên din ên Kurdistanê re, yek ji
babetên stratejîk ên girîng e ku pêdivî bi darêjtina dîtineke nû û pratîkî heye.
Eger bi şêwazekî zanistî û hûr bala xwe bidin rewşa coxrafî û siyasî ya her yek
ji van deveran, em dikarin çendîn rêyên bibandor bo bihêzkirina peywendiyên
aborî destnîşan bikin ku di berjewendiya giştî de bin.

Di vê çarçoveyê de, eger em ji Bakurê Kurdistanê dest pê bikin, em dibînin ku ji
ber nîşanên erênî yên destpêkirina pêvajoya aştiyê, zemînekî guncavtir bo
karkirinê hatiye amadekirin ku hêvî tê xwestin ber bi qonaxeke baştir ve gav
biavêje. Li vir erkeke sereke dikeve ser milê odeyên bazirganî yên Herêma
Kurdistanê, bi taybetî odeyên bazirganî yên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê. Pêdivî ye
ev ode asta hevahengî û peywendiyên xwe ligel odeyên bazirganî yên bajarên wekî
Amed (Diyabekir), Wan û Mêrdînê bilind bikin. Yanî tenê nebestraw bin bi
navendên mezin ên wekî Stenbol û Enqereyê. Hemwext, pêdivî ye sûd ji wê plana
aborî were wergirtin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bo geşepêdana deverên Bakur hatiye
darêjtin. Bo vê mebestê jî, pêdiviyeke me ya zêde bi bihêzkirin û berfirehkirina
dervazeya navdewletî ya Îbrahîm Xelîl heye, ligel hewildana bo durustkirina
peywendiya zêdetir bi rêya dervazeyên sînorî yên nû.

Derbarê Rojhilatê Kurdistanê de, her çend ji ber bûyerên siyasî û ewlehî yên
serê vê salê rewş ta radeyekê aloz bûye, lê peywendiyên bazirganî bi şêweyekî
berdewam çalak bûne. Qebareya bazirganiya salane ya navbera Iraq û Îranê
nêzîkî 12 mîlyar dolar e, ku li gorî texmînan kêmtirîn ji sedî 40 bo 50yê vê
guhertina bazirganî bi rêya dervazeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê (Başmax,
Perwêzxan û Hacî Omeran) tê kirin. Ev rêjeya bilind derfetê dide me ku em
peywendiyên xwe yên bazirganî bi taybetî ligel parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê
bihêztir bikin. Bo mînak, ew civîna ku di meha Hezîrana vê salê de di navbera
berpirsên Herêmê û parêzgarê Kirmaşanê de li ser stratejiya çandiniyê birêve çû,
mînakeke serkeftî ya vê cureyê hevahengiyan e ku pêdivî ye were pêşxistin.

Ji aliyekî din ve, li Rojavayê Kurdistanê rewş cuda ye, ji ber zalbûna sîstema
navendî, karkirin hinekî zehmettir bûye, lê hîna derfet bo pêşxistina fermî û
berfirehkirina dervazeya sînorî ya Fîşxabûr di rojevê de ye. Pêdivî ye di
sektora biznis, bazirganî û tew di warê akademîk de jî hevahengî ligel aliyên
Rojava were kirin bo gihîştina bi têgihiştineke hevpar li ser şêwazên karkirinê.

Di serî de hemû van, pir girîng e di darêjtina van planan de tenê peyrewî ji
ajandayeke aborî ya safî were kirin, ne ajandaya siyasî. Ev kar wisa dike ku
paytextên dewletên cîran ku bandora wan li ser deverê heye, dûr bixin ji
hewildana bo têkdan yan ragirtina van pêvajoyên aborî, bi vî rengî dikare ji
perspektîfeke rastîn û bazirganî ve kar li ser parastin û geşepêdana
berjewendiyên hevpar were kirin.

3. Astengên bingehîn ên li pêşiya durustbûna bazarekî hevpar li Herêma
Kurdistanê

Pêkanîna bazarekî hevpar û yekgirtî li Herêma Kurdistanê, yek ji payeyên sereke
yên geşepêdana aborî û seqamgiriya nîştimanî ye. Tevî vê jî, di çend dehsalên
borî de komek astengên kûr ên siyasî, kargêrî û yasayî rêgir bûn di gihîştina bi
vî armancî de. Têgihiştina van rehendan û darêjtina rêçareya guncav bo wan,
bingehekî sereke ye bo derbaskirina qeyranên navxweyî.

1- Astengên siyasî Ji perspektîfa siyasî ve, mezintirîn kêşe di navenda
biryardana Herêma Kurdistanê de, nebûna yekdestî di cîbicîkirina biryarên
Hikûmeta Herêmê de ye ji aliyê parêzgehan ve. Di kabîneyên borî û tew di
kabîneya nehem a niha de jî, biryarên giştgir ên hikûmetê di parêzgehan de bi
şêwazên cuda hatine cîbicîkirin. Ev jî nîşana nebûna stratejiyeke yekgirtî ya
nîştimanî ye. Ev di demekê de ye ku birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê di destpêka kabîneya nehem de ragihand: «Eger nanekî me hebe, bila em
bi hev re bixwin», ev jî nîşana wê ye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bername û
ajandaya netewesaziyê heye, lê mixabin rastî tiştekî din dibêje. Diyartirîn
mînaka vê astengê, hebûna cureyek ji kontrol û qurxkariiya (monopol) hizbî ye li
ser dervazeyên sînorî û gumrikên parêzgeha Silêmanî û Helebceyê. Ev cure
kontrolkirin, ku zêdetir xizmeta berjewendiyên hizbî dike ne yên giştî,
yekparçeyî û arasteya yekgirtî ya hikûmetê têk daye.

2- Astengên kargêrî Ji aliyê kargêriyê ve, pirsa dabeşbûn û kontrolnekirina
dahatan bi şêwazekî navendî, mezintirîn asteng e. Di dîroka kargêriya Herêmê de,
pêvajoya komkirina dahatê, bi taybetî dahatê xalên sînorî, navendî û yekgirtî
nehatiye kirin. Yek ji ajandayên kabîneya nehem ev bû ku tevahiya dahatê xalên
sînorî di bin serpereştî û çavdêriya rasterast a Wezareta Darayî û Aborî de bin.

Bo vê mebestê, Serokê Hikûmetê pêşniyara pêkanîna komîteyeke darayî kir bo
serdana dervazeyên Başmax û Îbrahîm Xelîl, lê hevbeşên Yekîtiyê (YNK) di
hikûmetê de bi tundî li dijî vê biryarê sekinîn û hişyarî dan ku cîbicîkirina vê
rêkarê metirsiya şerê navxweyî lê dikeve. Ev reftara kargêrî wisa kiriye ku
Wezareta Darayî nezane wekî saziyekî nîştimanî çavdêrî û kontrola temam li ser
dahatê giştî yê sînoran hebe. Ev perşebilaviya kargêrî di dabeşkirina budceya
projeyan de jî xuya dibe; dema dahatên Hewlêr û Dihokê dixistin xezîneya giştî,
aliyê din dahatê deverê xwe nedixist nav xezîneya Wezaretê lê daxwaza budceyê
dikir.

3- Astengên yasayî Di aliyê yasayî de, kêşeya sereke di nayeksaniya cîbicîkirina
yasayan û rêsên bac û veberhênanê de ye di navbera parêzgehan de. Her çend
yasaya bacê li ser kaxezê yek be, lê di warê cîbicîkirin û asta pabendbûnê de
cudahiyekî zêde di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de heye. Ev cudahî tew di şêwaza
komkirina pereyê xizmetguzariyên wekî av û kehrebeyê (elektrîk) de jî tê dîtin.
Her wiha, nebûna çavdêriya yasayî ya navendî li ser milkdariya erdên dewletê
kêşeyeke din e.

4. Lêket û berawirdkariyên navdewletî

Nebûna stratejiyeke darayî ya yekgirtî û nayeksaniya navçeyî, zemînekî guncav bo
serhildana nerazîbûnên siyasî û civakî (Protest Politics) amade dike. Ev kêşe ne
tenê taybet e bi Herêma Kurdistanê, lê di asta navdewletî de jî mînakên wê hene:

- Belçîka: Milmlanê û cudahiyên darayî yên navbera herêma Flanders û Wallonia.
- Îtalya: Cudahiyên kûr ên aborî yên navbera Bakurê pîşesazî û Başûrê
çandiniyê.
- Nîjerya: Nakokiya li ser dabeşkirina dahatê petrolê di navbera wîlayetên
federal de.

Bo derbaskirina van astengan û ber bi pêş ve birina projeya netewesaziyê, pêdivî
ye ev rêkar werin girtin:

- Dîjîtalîzekirina sîsteman: Durustkirina pencerayeke dîjîtal a yekgirtî bo
tomarkirina bazirganiyê.
- Navendîkirina dahat û gumrikê: Komkirina hemû bac û gumrikan di yek hesabê
bankî yê Wezareta Darayî de.
- Serweriya yasayê: Yekxistina mekanîzmayên cîbicîkirina yasaya veberhênan û
bacê bi yeksanî.

Di dawiyê de dixwazim tekez bikim ku metirsiyên pertabûna aborî, yek ji babetên
herî cewherî ne. Berdewambûna vê rewşê dibe sedema nerazîbûneke kûr û nakokiyên
siyasî. Li aliyekî din, li ser asta derveyî, herêmek ku nikaribe sîstemekî aborî
yê yekgirtî pêşkêş bike, di danûstandinên xwe de li hember hikûmeta navendî ya
li Bexdayê lawaztir dibe. Ev lawazî rasterast bandorê li ser daxwazên budce û
mafên destûrî dike.

Dîrokê selimandiye ku dabeşbûna aborî û siyasî di dîroka Kurd de, her tim zemîn
bo dewletên cîran û hikûmetên navendî xweş kiriye da ku van kelênan (valahî) bo
berjewendiya xwe bi kar bînin. Lewma yekgirtina aborî di bin siya nebûna
dewletekî serbixwe de, wekî yek ji amrazên herî karemend dimîne bo parastina
nasnameya neteweyî. Baştirîn çareserî jî ew peyama dîrokî ya "Serok Barzanî" ye
ku di hilbijartinên 2025an de ragihand: «Yek parlamen, yek hikûmet, yek hêza
pêşmerge», ku ev jî nîşana armanca stratejîk a Partiya Demokrat a Kurdistanê ye
bo yekbûna hemû Kurdistanê.

Top