Prof. Dr. Arşed Teha, Şêwirmendê Aborî li Parlamentoya Kurdistanê: Ji ber nebûna plana stratejîk, Herêma Kurdistanê di 30 salên borî de nekarî bibe navendeke aborî ya navxweyî ya bihêz
Prof. Dr. Arşed Teha, şêwirmendê aborî ye li Parlamentoya Kurdistanê û pispor û
taybetmend e di daristina siyaseta aborî de. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya
Gotûbêjê» de (Bandora aborî û bazara hevpar di proseya avakirina neteweyê de),
bi vî rengî dîtin, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin:
Navnîşana vê gotûbêjê «Bandora aborî û bazara hevpar di proseya avakirina
neteweyê de»، du aliyên sereke lixwe digire; aliyekî teorîk ku lêkolînê li ser
bandora aborî dike, û aliyekî praktîk ku bazara hevpar wek amrazekî cîbicîkar
pêşkêş dike. Bazara hevpar lûtkeya proseya temamkeriya aborî ye ku li ser sê
astan dabeş dibe: Yekem, dirustkirina navçeya bazirganiya azad li ser sînoran,
ku tê de alî siyaseta û baca serbixwe ya xwe diparêzin, lê baca ser kelûpelan
dibexşînin. Duyem, yekîtiya gumrikî (wekî Zollverein li Almanyayê) ku baca
gumrikî ligel welatên hevpeyman yek dixe. Sêyem, bazara hevpar (wekî Yekîtiya
Ewropayê) ku asta herî pêşkeftî ye û pêdivî bi damezrandina sazî û dadgehên
hevpar û banka navendî ya yekbûyî heye, ev jî bêyî yekgirtineke siyasî ya temam
zehmet e.
Di dema cîbicîkirina vê modelê li ser her çar parçeyên Kurdistanê, em rûbirûyê
astengiyên giran dibin, ji ber ku tu parçeyek xwedî serweriya siyasî û
desthilata yasayî ya serbixwe nîne. Hetta Herêma Kurdistanê jî ku di rewşa herî
baş de ye, li gorî destûra Iraqê nikare bêyî Bexdayê navçeya azad dirust bike,
ji ber ku siyaseta bazirganî di desthilata taybet a dewleta fîderal de ye.
Berevajî yekîtiya Zollverein a Almanî ku di navbera dewlet û qewareyên serbixwe
yên xwedî artêş, bank û desthilata îmzakirina peymanan de hat girêdan, parçeyên
Kurdistanê bêpar in ji van pêdiviyên yasayî. Nexwe, fikra temamkeriya aborî yan
bazara hevpar tenê wê demê dikare bibe rastî ku her çar parçe bibin dewletên
serbixwe.
Wekî çareseriyeke guncaw, tê pêşniyarkirin ku navnîşana gotûbêjê were guhertin
bi şêweyekî ku giranî bixe ser guhertina Herêma Kurdistanê ji navendeke aborî
ber bi navendeke neteweyî ve, lê ev bijarde jî bê merc nîne. Herêma Kurdistanê
di 30 salên borî de ji ber nebûna plana stratejîk nekarî bibe navendeke aborî ya
navxweyî ya bihêz. Aboriya herêmê di vê heyamê de sê qonax derbas kirine: Yekem
(1992-2003) qonaxa dorpêça dualî ya navxweyî û navdewletî, duyem (2004-2014)
qonaxa piştbestina bi dahata neftê û kirêxorî (rentier) bêyî daristina
nexşerêyeke stratejîk, û sêyem (2014 heta niha) qonaxa birêvebirina berdewam a
qeyranan bûye. Ev rewşa aloz rê li ber geşeya aborî ya seqamgîr girtiye û bûye
sedema şikestina li pey hev a kargeh û projeyên pîşesazî yên navxweyî. Lewma
pêwîst e li şûna projeyên navdewletî yên mezin, destpêkê kar li ser çaksaziya
pêkhateyî û bihêzkirina bingeha aborî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê were
kirin, daku zemîna guhertina ber bi navendeke neteweyî ve bête rexsandin.
Di sala 2021an de, Parlamentoya Kurdistanê yasaya geşepêdana berhema navxweyî
pesend kir, lê piştî derbasbûna du salan tu xaleke wê nehat cîbicîkirin. Sedema
sereke ya vê pekketinê vedigere bo wê yekê ku sîstema hikûmranî û îdarî ya me
hîn li ser bingeha aboriya sosyalîst û paşmayên rabirdû hatîye avakirin, di
demekê de ku di rûyê dirûşm û armancan de hewl didin bikevin nav bazara azad û
sîstema sermayedarî. Zehmet e kêşeyên bingehîn bi pînekirin û hemwarkirina demkî
ya yasayan werin çareserkirin, ji ber ku guhertina her yasayekê bi şêweyekî
dabeşkirî, hevsengiya sektorên din têk dide. Ji ber wê pêwîst e tevahiya
pêkhateya îdarî, hikûmranî û yasayî ji bingeh de û li ser bingeha felsefeyeke
aborî ya ron, nû û giştgir ji nû ve were daristin ku bi rastiya serdemê re
bigunce.
Niha her yasayek bi armanca çareserkirina kêşeyeke diyarkirî li Herêma
Kurdistanê derdikeve, ji ber nebûna hevahengiyê di navbera saziyan de û nebûna
nêrîneke giştgir, dibe sedema dirustbûna çendîn giriftên nû di sektorên din de.
Bo nimûne, dema yasayeke nû bo geşepêdana sektora çandiniyê tê danîn, kêşe ligel
desthilata parêzgehan û wezareta bazirganiyê dirust dike. Herwiha yasaya
weberhênanê ku li herêma me girîngiyeke mezin heye, di dema karê rojane û
cîbicîkirinê de ligel çardeh sazî û aliyên cuda yên hikûmî rûbirûbûn heye. Ev
neronahiya yasayî û kargêrî nîşan dide ku di vê rewşê de nabe bêyî hebûna
felsefeyeke aborî ya yekbûyî, çaksaziyeke rastîn di tu sektorekê de were kirin.
Derbarê pirsa handana bazirganî û geşepêdana aborî di navbera beşên cuda yên
Kurdistanê de, bêyî hebûna yek kiyanê siyasî û aborî yê yekbûyî, ev prose di
niha de tenê ziyanê bi aboriya navxweyî ya herêmê digihîne. Di teoriya zanistî
ya aborî de, li gorî çemkê hevsengiya Pareto, zehmet e rewşa aliyekî were
başkirin bêyî ku aliyê din rasterast tûşî ziyanê bibe. Bo nimûne, eger em hanê
berhemên Bakurê Kurdistanê di bazara herêmê de bidin, ev gav dibe sedema
lawazbûn û di dawiyê de îflaskirina pîşesazî û kargehên navxweyî yên me. Heta ku
em nebin yek kiyanê hevpar mîna Yekîtiya Ewropayê, em nikarin bazareke hevpar a
wisa ava bikin ku tê de her kes qezenc bike bêyî ku tu alî ziyanê bibîne.
Ji ber wê, tekane rêya guncaw û karkir bo gihîştina bi vê armancê ew e ku em bi
hev re pêgeha aborî û darayî ya Herêma Kurdistanê li navçeyê bihêz bikin. Her
çend di niha de em nikarin rewşa giştî ya aboriya parçeyên din ên Kurdistanê
rasterast çak bikin, lê em dikarin li ser asta tak û bi rêya çaksaziya yasayî
pêşveçûnê bidin vê sektorê. Bi hemwarkirina yasaya weberhênanê, em dikarin
asankariyên mezin û îmtiyazên rastîn bidin sermayedarên Kurd li seranserê cîhanê
daku werin li Herêma Kurdistanê weberhênanê bikin. Bi vî awayî herêm bihêz dibe
û ji bo wan jî derfetên guncaw çêdibin.
Herêma Kurdistanê niha di qonaxeke hesas û qeyraneke pir-alî de derbas dibe.
Beşekî sereke yê vê tengasiyê vedigere bo têkçûna hevsengiya peywendiyên darayî
û destûrî yên navbera Hewlêr û Bexdayê. Piştî sala 2017an, hikûmeta fîderal a
Iraqê gavên pratîkî avêtin bo kêmkirina desthilatên destûrî yên herêmê, ku ev
yek di hemwarkirina yasaya îdareya darayî ya sala 2019an de bi ronî diyar bû. Ev
hemwarî serbixwebûna darayî ya herêmê berteng kir û bingehên fîderalîzma darayî
guhert bo sîstemeke navendî ya tund.
Di rewşa niha de, serederiya hikûmeta navendî ligel herêmê zêdetir mîna
parêzgehekê ye, ne wek qewareyeke fîderal a destûrî. Ji rûyê yasayî ve, dema
wezîra darayî ya Iraqê dibêje «ez li gorî yasayê kar dikim»، di rû de rast
dibêje, lê kêşeya bingehîn di xudî yasayê de ye ku bi mebesta navendîbûnê û dijî
destûrê hatîye hemwarkirin. Bo derbasbûna ji vê rewşê, pêdivî bi pêdaçûn û
hemwarkirina yasaya îdareya darayî heye daku desthilatên darayî yên herêmê li
gorî destûra 2005an werin vegerandin.
Ji aliyekî din ve, xwezaya aboriya Herêma Kurdistanê piştî sê dehsalan, rûbirûyê
girifteke pêkhateyî ya mezin bûye ku ew jî piştbestina mutleq e bi dahata neftê
(aboriya rentier). Aboriya rentier, li şûna ku bibe sedema yekgirtinê, bûye
sedema perçebûnê. Dema çavkaniya sereke ya dahatê ne hewceyî ked û berhemanînê
be, milmilanî di navbera hêzên siyasî de dirust bibe bo kontrolkirina vê
çavkaniyê. Çareserkirina vê nexweşiyê pêdivî bi îradeyeke siyasî ya bihêz û
felsefeyeke aborî ya ron heye daku modela aborî ji rentier ber bi aboriyeke
berhemdar û pir-çeşn were guhertin.
Dîroka teoriyên aborî di sê sedsalên borî de gihîştiye wê encamê ku sektora
taybet û bazirgan nikarin bi tenê bibin motora geşepêdanê eger yasayên dewletê
piştgiriya wan nekin. Siyaseta aborî ya dewletê dikare bi yasayên şaş bazirganan
ber bi îflasê bibe, yan jî bi siyaseta hander jîngeheke guncaw bo weberhênanê
dirust bike. Şikesta gelek çalakiyên aborî li herêmê ne ji ber kêmiya şiyana
karsazan e, belku ji ber nebûna çarçoveyeke yasayî ya sazûmanî ye ku sermayeya
wan biparêze.
Herwiha, rêzikên lîstika aboriya cîhanî di vê serdemê de bi tewahî guherîne. Di
rabirdû de modela klasîk a geşepêdanê pişt bi pîşesaziya sivik û paşê ya giran
dibest، lê niha ev model ji ber siyaseta «Dumping» (arzankirina kelûpelan ji bo
dagirkirina bazarê) ji aliyê welatên mezin ve, karayiya xwe winda kiriye.
Welatên mîna Çînê, bo kontrolkirina bazaran, piştgiriya darayî ya mezin didin
pîşesaziya xwe daku kelûpelan ji mesrefa wan kêmtir bifroşin. Ev siyaseta rêgir
e li ber geşeya pîşesaziya navxweyî ya welatên nû-pêgehiştî.
Pêşxistina aborî di cîhana îro de ne tenê proseyeke bazirganî ya sade ye, belku
lîstikeke stratejîk a aloz e mîna şetrencê. Ji ber wê, rêya sereke ya rizgariya
Herêma Kurdistanê tenê bi rêya daristina felsefeyeke aborî ya nîştimanî ya ron û
stratejiyeke giştgir dibe. Divê ev stratejî bingehê hevbeşiya rastîn di navbera
sektora giştî û sektora taybet de pêş bixe, rewşa navxweyî rêk bixe û zemîna
geşebûneke berdewam bo nifşên paşerojê dabîn bike.
