• Monday, 28 September 2026
logo

P.D. Nezakat Husên, Endama Bazneya Gotûbêjê: Helkefta Cografî ya Herêma Kurdistanê ji bo Geşepêdana Aborî û Bazirganiya Berdewam Alîkar e

Gulan Media August 30, 2026 Raport
P.D. Nezakat Husên, Endama Bazneya Gotûbêjê: Helkefta Cografî ya Herêma Kurdistanê ji bo Geşepêdana Aborî û Bazirganiya Berdewam Alîkar e

P.D. Nezakat Husên, Endama Bazneya Gotûbêjê: Helkefta Cografî ya Herêma
Kurdistanê ji bo Geşepêdana Aborî û Bazirganiya Berdewam Alîkar e

Rapor 133 – P.D. Nezakat Husên, Endama Bazneya Gotûbêjê: Helkefta Cografî ya
Herêma Kurdistanê ji bo Geşepêdana Aborî û Bazirganiya Berdewam Alîkar e.

P.D. Nezakat Husên, endama Bazneya Gotûbêjê û endama Beşa Rewşenbîrî û
Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya
Gotûbêjê» de ku bi navê (Bandora aborî û bazara hevbeş di avakirina neteweyê de)
hatibû lidarxistin, dîtinên xwe bi vî rengî anîn ziman:

Axaftina li ser aborî û bazara her welatekî, axaftina li ser komek rehendan e ku
alîkar in, yan jî asteng in li pêşiya geşepêdana aborî, azadî û şêwaza bazara wî
welatî. Herêma Kurdistanê tevî qeyranên li pey hev ên ku jê re hatine afirandin,
û tevî ku ne xwedî dewlet e û pirsa wê ya neteweyî hîn aloz e û em negehiştine
armanca serxwebûn û dewletbûnê, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim ji bo
geşepêdana aborî û dîtina çavkaniyên din ên dahatê li derveyî petrolê kar
kiriye.

Ji ber siruşta wê ya çandiniyê û dîroka wê ya di warê çandiniyê de, û ji ber ku
herêmeke hênik, çiyayî û balkêş e li gorî hin welatên derdorê, ev faktor bûne
sedem ku ev sektor sal bi sal bêtir geş bibin û çavkaniyên din ên dahatê werin
dîtin. Ji bilî vê, Herêma Kurdistanê herêmek e ku mirov dikare tê de veberhênanê
(investing) bike, ji ber ku madeyên xam ên wekî kanza, petrol û materyalên din
ji bo veberhênanên cihêreng tê de peyda dibin.

Loma di herêmeke wiha de ku bîr li hebûna bazareke hevbeş ligel parçeyên din ên
Kurdistanê bête kirin, ramaneke guncaw e, lê divê em zanibin ka em ê çawa
zemînsaziyê ji bo wê bikin. Di destpêkê de, ji ber nebûna aramiya siyasî û
serxwebûna siyasî ya parçeyên din, zehmet e bi fermî bîr li hebûna vê bazarê
bête kirin, lê dikare bi awayekî nefermî bi rêya avakirina lînk û peywendî و kar
û projeyên hevbeş û veberhênana hevbeş bingehek ji bo wî karî bête danîn. Ew jî
hişyariyê dixwaze da ku hesasiyeta welatên derdor çênebe.

Di heman demê de dikare asta veberhênan û berhemhênanê li Herêma Kurdistanê bête
bilindkirin، ji ber ku destpêkirina danîna bingeha vê bazara hevbeş li vir
hêsantir e ji parçeyên din، ji ber ku serxwebûna me ya siyasî heye. Hîn asta
piştrabûn û hawirdê (import) li cem me bilind e. Civaka me jî ji ber ku di
raboriyê de pişta xwe bi mûçeyê girê dabû، piraniya endamên wê ne veberhêner in،
belku bêtir xerckar (mezaxtar) in. Welatê xerckar jî kêm caran dikare bibe xwedî
bazara hevbeş.

Ji bo ku em civaka xwe ji xerckar veguherînin veberhêner، پێdiviya me bi
hevahengiya navbera saziyên din ên wekî perwerde، ragihandin û geştiyariyê heye.
Bo nimûne، dikare pergala xwendinê bi awayekî bête kirin ku xwendekar tenê
bawernameyekê bi dest nexe، belku pîşeyekê jî hîn bibe û bikaribe di bazara kar
de tiştekî li ser zêde bike. Wê çaxê lînka navbera zanîngeh û peymangehan ligel
bazarê dirust dibe û em ê bibin xwedî bazarek ku berhema destê welatiyên xwe tê
de heye.

Her wiha tu dikarî branda xwe hebe û kiriyar، bazirgan û kargeh bên di bazara te
de kelupel، berhem û ramanên te yên nûjen bikirin. Di vê qadê de dibe ku rikberî
(competition) di bazarê de li ser asta navxweyî yan derveyî çêbibe. Ev pêngaveke
girîng e ji bo gihîştina bi bazara hevbeş. Tiştek ku dibe ku me kêm bîr lê
kiribe، wekî welatên pêşkeftî، mijara reklamê ye. Rast e em hîn ne welatekî
pîşesazî ne ku reklam bibe amrazekî girîng ji bo geşepêdana aboriya welat، lê
herêma me bi siruştî، bi hebûna cihên zêde yên geştiyarî û hebûna hin cureyên
berhemên xumalî ku pêdiviya wan bi nasandinê heye، em dikarin sûd ji ragihandinê
werbigirin ji bo reklamkirin û bazarsaziyê ji bo wan cih û berheman. Bi vî awayî
em ê xelkekî zêde ji bo geştê، yan veberhênanê، yan kirîنا berhemên xwe û
bazirganiyê bikşînin. Wê çaxê pêngavên seretayî yên avakirina bazara hevbeş dê
leztir bibin.

Berî her tiştî jî aramiya siyasî û ewlehî tê، ji ber ku di her welatekî de aramî
nebe، ne hêsan e bazirgan pereyên xwe tê de xerc bikin. Spas ji Xwedê re، Herêma
Kurdistanê ji wî alî ve li gorî derdora xwe di pêş de ye. Ji ber wê jî raman min
ev e ku her çend hebûna bazara hevbeş di vê demê de zehmet be، lê rehendên
zemînsaziyê ji bo wê hene û dikare bi hêminî û qonax bi qonax kar ji bo bête
kirin.

Top