• Monday, 28 September 2026
logo

Profesor Joshua Shifrinson, Pisporê Siyaseta Derve ya Amerîkayê bo Gulan: Rojhilata Navîn ber bi wê ve diçe ku girîngiya xwe di stratejiya Amerîkayê de winda bike

Gulan Media August 26, 2026 Dîmane
Profesor Joshua Shifrinson, Pisporê Siyaseta Derve ya Amerîkayê bo Gulan: Rojhilata Navîn ber bi wê ve diçe ku girîngiya xwe di stratejiya Amerîkayê de winda bike

 

Joshua Itzkowitz Shifrinson, profesor e li Dibistana Siyaseta Giştî ya Zanîngeha
Maryland û lêkolînerê payebilind e li Navenda Lêkolînên Navdewletî û Ewlehiyê li
Maryland. Ew pisporê warê ewlehiya navdewletî ya hevdem e. Lêkolînên wî warên
siyaseta hêzên mezin, siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA),
dîroka dîplomasiyê, stratejiya mezin a Amerîkayê, berfirehbûna NATOyê û
têkiliyên bi Rûsya û Çînê re li xwe digire. Ji bo axaftina li ser siyaseta derve
ya Amerîkayê li hember Rojhilata Navîn, dewletên Kendavê, Iraq û Herêma
Kurdistanê, me ev hevpeyvîna taybet bi Profesor Shifrinson re encam da.

Gulan: Gelo nakokiya berdewam a di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de dê çawa
paşeroja beşdariya Waşingtonê li Rojhilata Navîn ji nû ve ava bike? Gelo ev dê
bibe sedema stratejiyeke berdewam, an bibe hincetek ji bo roleke sînordartir û
bijartî?

Shifrinson: Şerê niha yê Amerîka û Îranê pêwîstiya kêmkirina rola Waşingtonê li
Rojhilata Navîn îsbat dike. Berevajî destwerdanên bejayî yên mezin ên salên 1991
û 2003an, îdara Trump di vê nakokiyê de tenê hêza asmanî û deryayî bikar anî, ku
ev jî nîşaneya tirs û dûrketina ji tîwebûna leşkerî ya demdirêj e li herêmê.

Karîna Îranê ji bo sepandina têçûyên giran ên darayî û ewlehî li ser Amerîka,
aboriya cîhanê û hevalbendên wê yên herêmî, sînordarbûna hegemonyaya Waşingtonê
nîşan da. Ev rewş dihêle ku Dewletên Yekbûyî li armancên xwe vegere û bi cidî li
ser têçûyê derfetên ji dest çûyî yên vê beşdariyê bifikire.

Di vê çarçoveyê de, têgihiştineke mezin dibe heye ku dibêje pêwîst e Amerîka
çavkaniyên xwe ji bo pêdiviyên navxweyî û herêmên din ên girîng ên cîhanê terxan
bike. Ji vir ve, guherîna nêrîna Pentagonê ber bi stratejiya "Binkeyên Dûrî
Kenaran" (offshore balancing strategy) ve dê bibe mijara sereke ya nîqaşên
paşerojê.

Gulan: Çi berjewendiyeke Amerîkayê dê bibe pîver da ku di dawiyê de qebareya
beşdariya paşerojê ya Dewletên Yekbûyî li herêmê diyar bike?

Shifrinson: Berjewendiyên Amerîkayê divê her tim li ser asta cîhanî bên
parastin. Karên herî pêşîn (priorities) ên Dewletên Yekbûyî ev in: bihêzkirina
aboriya navxweyî, parastina yekparçeyiya axa welat, û rêgirtin li derketina
hêzeke serdest (hegemon) li herêmên jeopolîtîk ên pir girîng de. Ev pîverên
stratejîk bala Waşingtonê bêtir ber bi Rojhilatê Asyayê ve dikişînin û pêgeha
Rojhilata Navîn kêm dikin. Her çend di dîrokê de dabînkirina ewlehiya herikîna
petrolê bibû sedem ku Amerîka bala xwe bide ser Rojhilata Navîn, lê guherîna
xwezaya enerjiyê û şêwazên nû yên hilberînê di vê serdemê de, ew girîngî pir kêm
kiriye. Lewma, koma berjewendiyên sereke yên paşerojê yên Amerîkayê, êdî welat
ber bi beşdariya leşkerî û siyasî ya çir ve li Rojhilata Navîn nakişînin.

Gulan: Amerîka çawa dikare hevsengiyekê di navbera parastina hevalbendên xwe,
rêgirtin li êrîşan, û parastina dîplomasiyê de çêbike da ku rê li berfirehbûna
nakokiyan li Rojhilata Navîn bigire?

Shifrinson: Ev pirs sê aliyan li xwe digire: mercên bidawîkirina şer, daxwazên
Waşingtonê û sînorên li pêşiya bidestxistina wan. Derbarê bidawîkirina şer de,
Amerîka dikare sibe serkeftinê ragihîne û hêzên xwe vekişîne, lê diyar e ku
îdara Trump naxwaze vê bike. Çinkî ew difikire ku eger vê bike, Komara Îslamî ya
Îranê dê kontroleke zêdetir li ser Kendavê hebe. Lê li şûna vê, Waşington li dû
dîtina çareseriyeke siyasî ya rûkî digere ku wek hincet rê bide wê da ku asta
pabendbûna xwe kêm bike. Berfirehbûna vê nakokiyê ziyaneke mezin gihandiye
hevalbendên Amerîkayê jî, lê ev îdare tenê bala wê li ser berjewendiyên
Amerîkayê ye û pir girîngiyê nade parastina hevalbendan.

Gulan: Piştî du dehsalan ji destwerdana leşkerî, Iraq û Amerîka çawa dikarin
hevkariyeke nû ya demdirêj di warên ewlehî, aborî, dîplomasî û enerjiyê de pêş
bixin?

Shifrinson: Têkiliya paşerojê ya di navbera her duyan de li gorî berjewendiyên
stratejîk ên Waşingtonê tê diyarkirin. Eger girîngiya Rojhilata Navîn ji bo
Amerîkayê kêm bibe, Iraq jî dê bêgirîngtir bibe. Lê ev derfetekê ji bo
têkiliyeke asayî çêdike. Di warê aborî de, hilberîna petrolê li Iraq û Herêma
Kurdistanê, tevî pêşxistina projeyên jêrxana dîjîtal, dê bibin sedema geşepêdana
têkiliyan. Herwiha ji ber mijara Îranê, îhtîmal heye hevkariyên leşkerî yên wek
perwerde û firotina çekan berdewam bikin. Lê ez ne piştrast im ku Iraq bibe
hevalbendekî serekî yê ku Iraq bi xwe kontrol bike; çinkî siyaseta Amerîkayê
tenê li ser bingeha berjewendiyên xwe ye. Iraq ligel welatên din ên wek
Erebistana Siûdî dê di pêşbaziyê de be ji bo bidestxistina bala Koşka Spî.

Gulan: Bi guherîna erka Hevpeymaniya Navdewletî, paşeroja hevkariyên ewlehî yên
Amerîkayê ligel hêzên Iraqî û Pêşmerge ji bo parastina destkeftên dijî DAIŞê dê
çawa be?

Shifrinson: Dewletên Yekbûyî fêr bû ku grûpên tundrew ên wek DAIŞê, di bingeh de
pirsgirêkek îstîxbaratî ya herêmî ne. Ji niha û pê de, têkiliyên Waşingtonê bi
Iraq û Pêşmerge re dê bêtir pişta xwe bi şiyanên hêzên navxweyî bibestin.
Amerîka dê tenê alîkariya îstîxbaratî û perwerdeyê pêşkêş bike, lê biryara dawî
ji bo wan bi xwe dihêle. Eger Pêşmerge û hêzên Iraqî sernekevin, wê demê dibe ku
Amerîka careke din bi neçarî bala xwe bide ser vê dosyayê.

Gulan: Amerîka çawa dikare roleke avaker di piştgirîkirina mafên demokratîk ên
Kurdan de bilîze, di demekê de ku hevsengiyê di navbera parastina aramî û
têkiliyên xwe bi dewletên herêmê re diparêze?

Shifrinson: Diyar e ku pirsa Kurd çar dewletên cuda li xwe digire. Amerîka niha
bi yekê re (Îran) di nakokiyê de ye, bi duyan re (Iraq û Sûriye) berê di şer de
bû, û yek jî (Tirkiye) hevalbendê wê yê fermî ye. Lewma çi siyaseteke yekgirtî
ya Waşingtonê ji bo doza Kurd nîne.

Dibe ku di paşerojê de Amerîka guşarê bixe ser wan dewletên ku têkiliyên wê pê
re hene, wek Iraq û Tirkiyê, da ku guşara hukûmeta navendî li ser Kurdan kêm
bikin û pabendî mafên mirovan bin. Lê Amerîka naxwaze guşarekê bike ku
desthilata dewletan bixe metirsiyê. Lewma em ê bêtir "dîplomasiya bêdeng"
bibînin. Ev ji bo gelê Kurd trajediyeke kûr e û pêdivî bi dem û bîhfirehiyeke
zêde heye.

Gulan: Gelo Herêma Kurdistanê wek hevalbendekî dîrokî yê Amerîkayê, di paşerojê
de çi girîngiyeke stratejîk ji bo siyaseta wî welatî heye?

Shifrinson: Herêma Kurdistanê ji ber sînorê xwe yê bi Îranê re, xwedî pêgeheke
jeopolîtîk a taybet e. Ev dikare bibe serweteke stratejîk ji bo Waşingtonê di
nakokiya bi Îranê re. Ji aliyekî din ve, dabînkirina herikîna azad a petrola vê
navçeyê ji bo bazarên cîhanê, girîng e. Herêma Kurdistanê dê bi girîngî bimîne,
nexasim eger petrola wê bikare rêyên guncav bibîne bêyî ku di Kendavê re derbas
bibe. Lê gelo ev faktor dê bibin kartekî bihêz? Ev bi temamî girêdayî jêhatiya
siyasî ya serokatiya Kurd û bertekên rastîn ên Amerîkayê ye di paşerojê de.

Top