• Monday, 28 September 2026
logo

Miles Kahler, profeserê siyaseta navdewletî li Zanîngeha Amerîkî li Washington D.C. ji bo Gulan: Nearamiya Tengava Hurmuzê şiyana saziyên navdewletî xistiye bin pirsê

Gulan Media August 26, 2026 Dîmane
Miles Kahler, profeserê siyaseta navdewletî li Zanîngeha Amerîkî li Washington D.C. ji bo Gulan: Nearamiya Tengava Hurmuzê şiyana saziyên navdewletî xistiye bin pirsê

Miles Kahler, profeserê siyaseta navdewletî li Zanîngeha Amerîkî li Washington
D.C. ji bo Gulan: Nearamiya Tengava Hurmuzê şiyana saziyên navdewletî xistiye
bin pirsê

Sîstema navdewletî di nav salên borî de bi awayekî berbiçav rastî guhertin û
aloziyê hatiye. Hevrikiya jeopolîtîk a di navbera hêzên mezin de, qeyranên
aborî, pêşketina teknolojî, guhertina hevsengiya hêzê li cîhanê û kêmbûna
baweriyê bi hinek saziyên navdewletî, pirsên giring li ser paşeroja wê sîstemê
ava kirine. Di gel wê jî, cîhan tenê li pêşberî hevrikiya di navbera Amerîka,
Çîn û Rûsyayê de nîne; belku toreke ji dewletan, saziyên navdewletî û herêmî,
pargîdaniyên mezin ên cîhanî, rêxistinên civaka sivîl û torên darayî yên nû jî
beşdar in di darêştina rêveberiya cîhanî de. Nexwe, pirs tenê ne ew e ka gelo
sîstema lîberal a navdewletî lawaz dibe, belku ew e ka gelo cîhan ber bi
sîstemeke pir-cemserî, nemerkezî û tor-asayî ve diçe, an jî dibe ku hevrikiya
stratejîk a di navbera hêzên mezin de bibe sedema perçebûn û lawazbûna hevkariya
navdewletî? Di nav vê aloziya cîhanî de, Tengava Hurmuzê xwedî pêgeheke taybet
e. Ev rêrewa avî ne tenê giringiyeke stratejîk û jeopolîtîk heye, belku bûye yek
ji giringtirîn xalên peywendiya di navbera ewlehiya enerjiyê, bazirganiya
cîhanî, zincîreyên dabînkirinê û aramiya darayî de.

Ji bo têgihîştina van guhertinên aloz, vê carê me guftugo bi Miles Kahler re
kir, ku zanyarekî warê siyaseta navdewletî û aboriya siyasî ya navdewletî ye li
Zanîngeha Amerîkî li Washington D.C. Lêkolînên wî balê dikşînin ser guhertina
sîstema navdewletî, lîstikvanên nû û şêwazên nû yên rêveberiya cîhanî. Di vê
çarçoveyê de, me bi Kahler re derbarê paşeroja sîstema navdewletî, rola hêzên
mezin, paşeroja rêveberiya aborî ya cîhanî, guhertina sîstema darayî û diravî û
bi taybetî bandora nearamiya Tengava Hurmuzê li ser aboriya cîhanî û peywendiyên
navdewletî guftugo kir.

• Wekî ku eşkere ye, hevrikiyên jeopolîtîk, alozîyên aborî û hevrikiya
teknolojîk zextên mezin xistine ser "sîstema lîberal a navdewletî" ya ku piştî
Şerê Sar derketibû holê. Li vir pirs ev e: Gelo ev sîstema ku li ser bingeha
rêsayan (rules-based system) ava bûye ber bi lawazbûnê ve diçe, an jî rêveberiya
cîhanî ber bi nemerkeziyet û sîstemeke tor-asayî ve diçe?

- Di rastiyê de, ew pirsgirêk û dijwariyên ku hêzên mezin (wekî Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê, Çîn û Rûsya) li ser sîstema navdewletî çêkirine,
baleke mezin kişandine ser xwe. Bi taybetî dûrketina Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê ji vê sîstemê û ew dijminatiya ku îdareya duyem a Donald Trump
nîşan dabû. Fikarên mezin li ser wan gefan in ku li ser stûnên bingehîn ên
sîstema navdewletî ya piştî 1945-an çêbûne, nemaze mijara yekparçeyiya xakê
(wekî dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, gefên Trump li ser
Greenland û Panamayê). Lê tevî van gefan, gelek welat piştgiriya vê sîstemê
dikin û li gorî rêsa û pîvanên wê tevdigerin. Tora lîstikvanên nadeuletî
(rêxistinên sivîl û pargîdanî) piştgiriyeke berdewam dabîn dikin.

• Bila ji dawiya bersiva we pirsiyareke din bikin; hûn di lêkolînên xwe de behsa
rola lîstikvan û torên nû yên girêdayî rêveberiya cîhanî dikin. Gelo rola
dewlet-neteweyê careke din tê şirovekirin? Wateya vê ji bo pirsa berpirsyariya
demokratîk, pargîdaniyên cîhanî, sindoqên serwerî û civaka sivîl çi ye? Gelo ev
alî dê bandoreke zêdetir bidest bixin?

- Dibe ku zêdebûna rola van lîstikvanên nû nîşana zêdebûna berpirsyarî û
tevlîbûnê be di rêveberiya cîhanî de. Bo mînak: rêxistinên civaka sivîl ku
çavdêriya saziyên navdewletî, pargîdaniyên cîhanî û hikûmetên xwe yên
neteweyî dikin. Lê belê, bandora hinek lîstikvanan, mîna sindoqên serwerî,
dibe ku bibe sedema kêmkirina şefafiyetê (zelaliyê) di warê darêştina
siyasetan de û dûrxistina aliyên peywendîdar ji rêveberiya cîhanî. Her wiha
dibe ku hinek rêxistinên nadeuletî (NGO) zêdetir nûneratiya welatên
Amerîkaya Bakur û Ewropayê bikin, ji ber ku navendên wan ên sereke li wan
welatan in.

• Her çend nîqaşek heye ku saziyên mîna Sindoqa Pereyan a Navdewletî (IMF),
Banka Cîhanî û G20 wekî pêwîst xwe bi guhertinên binyadî yên hêzê re
nehewandine, lê tê gotin ku welatên ku aboriya wan di geşbûnê de ye roleke mezin
di rêveberiya aborî ya cîhanî de lîstine. Divê çi guhertinên saziyî bên kirin ji
bo baştirkirina karîgerî û nûneratiyê?

- Guhertinên li ser sîstema dengdanê di nav IMF û Banka Cîhanî de bûne cihê
balê, ji ber ku bi hêdî bersivê didin aboriyên nû yên geşbûyî. Lê tevî van
guhertinên di "pişk û pêgehan" de, ne muhtemel e ku bibin sedema
baştirkirina pêgeha welatên mîna yên Afrîkayê ku hejmara nifûsa wan ji
giraniya wan a aborî zêdetir e. Di G20 de tenê yek welat nûneratiya Afrîkayê
dikir, ew jî Afrîkaya Başûr bû, heta ku Yekîtiya Afrîkayê di sala 2023-an de
tevlî bû. Ew guhertinên ku nûneratiyeke wekhevtir dabîn dikin, dikarin
şerîet û karîgeriya saziyên navdewletî baştir bikin. Lê karîgerî bi hinek
faktoran ve girêdayî ye, mîna rêsayan biryardanê. Bo mînak, mekanîzmaya
"lihevkirina giştî" (consensus) ku ji bo biryardanê di Rêxistina Bazirganiya
Cîhanî de şert e, bûye asteng li pêşiya karîgeriya vê rêxistinê.

• Eşkere ye ku zextên aborî, ceza û siyasetên li dijî hev ên derbarê diravî de,
zextek bêpêşeng li ser hevkarî û darayiya navdewletî çêkirine. Bi dîtina we
binyada darayî ya navdewletî niha çiqas qahîm e? Gelo ev pêşhat dê bibin sedema
lezkirina avabûna sîstemeke perçebûyî ya diravî li cîhanê?

- Gelek kes bawer dikin ku dolara Amerîkî wekî navenda sîstema diravî ya
navdewletî dimîne, ji ber ku niha tu hevrikekî wê yê rastîn tune ye. Hîna
bala bankên navendî û pargîdaniyên taybet li ser bazara sermayeya Amerîka û
kaxezên darayî yên bi dolar in. Zêdebûna bikaranîna cezayên aborî ji aliyê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bû sedema hewldanên dîtina sîstemeke
alternatîf ji bo dolar, lê hîna li ser asta navdewletî dest bi vê karî
nehatiye kirin. Lê belê, guman heye ka gelo ev hevkariya navdewletî ya niha
di navbera hêzên mezin de şiyana wê heye ku bi qeyraneke darayî re (mîna ya
salên 2008-2009) rûbirû bibe yan na.

• Nivîsên we yên pir li ser guhertinên navdewletî û rêveberiya aloz hene. Gelo
saziyên navdewletî şiyana wê hene ku bi awayekî karîger rûbirûyî qeyranên
sînor-derbasbûyî bibin, mîna pandemiyan, guhertina avhewayê û zîrekiya destkird?
An jî pêwîstiya me bi modeleke nû û cuda heye ji bo rêveberiya cîhanî?

- Tevî zêdebûna hevrikiyan, min nîqaşa wê yekê kiriye ku hêzên mezin (Amerîka,
Rûsya, Çîn û Yekîtiya Ewropayê) dikarin hevkar bin ji bo dûrketina ji
encamên herî xirab li ser asta navdewletî, mîna şerê nukleerî. Ez ne
piştrast im ku ew dikarin di paşerojê de hevkar bin ji bo rûbirûbûna
qeyranên ku em kêm pê dizanin û zêdetir nezelal in. Bo mînak: nebûna
hevkariyê di navbera Amerîka û Çînê de bû sedema lawazbûna rêkarên
bersivdayîna pandemiya Covid-19 û nîqaşên dirêj di nav Rêxistina
Tenduristiyê ya Cîhanî de. Her wiha vekişîna îdareya Amerîkayê ji Rêxistina
Bazirganiya Cîhanî dibe sedem ku ne muhtemel be razî bibe bi sînorên
navdewletî yên girêdayî pêşxistina zîrekiya destkird. Pêşketina bilez a
zîrekiya destkird kiriye ku ji bo hikûmetan zehmet be ku metirsî û xalên xwe
yên bihêz binirxînin. Ji ber vê yekê ez ne geşbîn im ku hevkariya navdewletî
bi awayekî be ku encameke karîger jê derkeve.

• Tengava Hurmuzê bûye yek ji rêyên avî yên herî giring li cîhanê û dijminatiyên
berdewam pirsên li ser aramiya darayî, zincîra dabînkirinê û ewlehiya enerjiyê
derxistine pêş. Ev nearamiya herêmê dê çawa bandorê li rêveberiya aborî ya
cîhanî bike, bi taybetî li ser aboriya welatên Rojhilatê Asyayê ku pir girêdayî
enerjiyê ne? Gelo hûn bawer dikin ku saziyên navdewletî yên niha şiyana
îdarekirina van derbên jeopolîtîk û aborî hene?

- Saziyên navdewletî û herêmî amadebûneke wisa di qeyrana niha ya Rojhilata
Navîn de nîşan nedan, her wekî ku di rabirdû de jî wisa bû. Ev herêm xwedî
hejmareke kêm a saziyên taybet bi xwe ye; yên ku hene jî, mîna Encumena
Hevkariya Kendavê, bi sedema nakokiyên endamên xwe lawaz bûne. Koma BRICS,
ku vê dawiyê berfireh bû û (Îran û Îmarat) jî girtin nav xwe, nekarî
helwesteke hevbeş li hember vê şerê niha nîşan bide. Heger dewletên herêmê
nekarin bi kêmanî hevkariya hev bikin derbarê Tengava Hurmuzê de, wê çaxê
saziyên derveyî herêmê, bi piştgiriya hêzên mezin jî, nikarin karekî wisa
bikin. Heta niha Amerîkayê bêşiyaniya xwe di sepandina çareseriyekê de nîşan
daye û xuya nake ku Çîn bixwaze rola aştîkar (peace-maker) bibîne.

• Gelo hûn bawer dikin ku sîstema navdewletî ber bi pir-cemseriyeke aram û
perçebûna rêxistinên herêmî ve diçe, an jî ber bi hevrikiyeke stratejîk a
demdirêj di navbera hêzên mezin de diçe? Aboriya siyasî ya navdewletî dikare çi
rolekê di hevkarî û xweşguzariya navdewletî û parastina ji hevrikiyên jeopolîtîk
de bilîze?

  • Ez bawer nakim ku îhtîmala derketina pir-cemseriyeke aram li ser bingeha
    herêmên binbandor hebe. Heger siyaseta navxweyî ya Amerîka û Çînê neguhere,
    wê çaxê îhtîmala berdewambûna hevrikî û hevkariya sînordar di navbera hêzên
    mezin de heye. Hevkarî û xweşguzariya cîhanî girêdayî vekirîbûna aborî ye,
    ku divê bala zêdetir bibe ser dabînkirina wekheviya xweşguzariyê û hevkariya
    navbera dewletan. Ji bo dûrketina ji nakokî û perçebûnê, divê ew hevkarî li
    ser bingeha rêsa û pîvanên cîhanî be.

 

Top