Mamoste Mela Şêx Behaedîn Neqşebendî, kesayetiya navdar a Kurdistanê, şêxê terîqetê û xwediyê medrese, xaneqa û tekiyan ji bo Gulan: Gotara tundrewiyê ziyan gihandiye aştiya civakî û tevahiya nasname, ziman û cilûbergên kurdî û ciwanên me yên ezîz ber bi
Mamoste Mela Şêx Behaedîn Neqşebendî, kesayetiya navdar a Kurdistanê, şêxê
terîqetê û xwediyê medrese, xaneqa û tekiyan ji bo Gulan: Gotara tundrewiyê
ziyan gihandiye aştiya civakî û tevahiya nasname, ziman û cilûbergên kurdî û
ciwanên me yên ezîz ber bi sergerdaniyê ve birine.
Mamoste Mela Şêx Behaedîn Neqşebendî, şêxê terîqetê, pîşnimêj û xetîbê li bajarê
Silêmaniyê, serpêrştyar û muderrisê medrese û xaneqaya Neqşebendî ya Çemparaw,
endamê berê yê mekteba tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Îslama Kurdistanê
ye. Ew kesayetiyekî navdar ê Kurdistanê ye ku xizmeteke berçav di belavkirina
zanistên şerî de, wanegotina bi qutabiyên zanistên Îslamî û perwerdekirina
çendîn mamosteyên ayînî de kiriye. Ji bo axaftina li ser bandora zanayên Îslamî
yên Kurdistanê li ser xebata neteweyî, berengarbûna sitemê û parastina ziman û
çanda kurdî, me ev hevpeyvîn ligel wî saz kir.
• Mela û zanayên ayînî yên Kurdistanê di dirêjiya dîrokê de ne tenê rêberên
ayînî bûn, belkî çirayên ronîker ên hizra neteweyî bûn. Hûn çawa li wê
peywendiya xurt a di navbera îman û hezkirina niştiman de li cem zanayên kurd
dinêrin?
- Peywendiya di navbera îman û hezkirina niştiman de di dîtina zanayên kurd û
zanayên Îslamî de, peywendiyeke bingehîn, kûr û temamker e. Di vê nêrînê de,
niştimanperwerî ne tenê li dijî baweriyê nîne, belkî wekî rengvedana nirxên
bilind ên ayînî tê dîtin. Zanayên kurd ji bo çespandina vê têgihiştinê, her
tim pişt bi sunneta Pêxember (s.x) girêdane ku hezkirineke zêde ji bo
niştimana xwe hebû. Gotina «Hezkirina niştiman ji îmanê ye» wekî bingehekî
perwerdeyî dibînin. Ji aliyekî din ve, li gorî meqasidên şerîetê, parastina
ayîn, giyan û rûmeta mirovan bêyî hebûna niştimanekî aram û serbixwe
pêknayê. Lewma berevaniya li axê li cem wan wekî cîhadeke şerî hatiye
nasandin. Nimûneya vê girêdana ruhanî di jiyan û berhema zanayên wekî
Hezretê Mewlana Xalidê Neqşebendî de reng vedaye, dema ku di xerîbiyê de bi
hesret bîra niştiman û seyrangeha Serçinar a Silêmaniyê dike. Li ser vê
bingeha fikrî û şerî, helwesta zanayên ayînî yên kurd li hember sitema
rejîmên cuda, helwesteke rîşeyi bûye ku ji deqên Quran û Sunnetê serçavî
girtiye.
• Dîroka şoreşên Kurdistanê bi navê wan zanayên ayînî tije ye ku di sengerên
pêşîn ên pêşmergatiyê de bûn. Ev têkelbûna «mihrab û senger» çi peyameke girîng
ji bo nifşên niha tê de ye?
- Ev nêrîna teorîk di dîroka hevçerxa Kurdistanê de, rasterast bûye
pêşengiyeke kiryarî di şoreşên mezin de. Mizgevt, hujre û xaneqa bûn
navendên hişyariya neteweyî û parastina nasnameya gelê me. Bi vê rêyê,
rêberên ruhanî û tesewufê rasterast serokatiya tevgerên rizgarixwaz kirin.
Wekî Şêx Ubeydullahê Nehrî ku hewla damezirandina dewleteke yekgirtî da, Şêx
Mehmûdê Hefîd li Başûr, Şêx Seîdê Pîran li Bakur, Şêx Ebdulselam û Şêx
Ehmedê Barzan li devera Barzan. Ev serkirde bi bikaranîna fetwa û bingehên
ayînî ji bo şerîetkirina xebata rizgarixwaziyê, heyecaneke ruhanî ya mezin
dan takên civakê. Ev awêtekirina di navbera îman, exlaq û berevanîkirina li
axê de, kir ku zanayên kurd ne tenê rêberên ruhanî bin, belkî bibin stûna
sereke ya xebata niştimanî.
• Tê gotin ku «hujre» yekemîn dibistana bîra neteweyî û parastina zimanê kurdî
bûye. Hûn giringiya hujreyê wekî navendeke amadekirina serkirdeyên siyasî û
niştimanperweriyê çawa dinirxînin?
- Di dîroka Kurdistanê de, hujreyên ayînî wekî yekemîn navenda perwerdekirina
bîra neteweyî û parastina zimanê kurdî hatine naskirin. Di serdemekê de ku
ti dezgeheke fermî an medyayî tunebû, hujreyan rê li ber jêbirina nasnameya
neteweyî girtin. Van saziyan bi rêya danîna pirtûkên xwendinê bi zimanê
dayikê, wekî «Nûbehara Biçûkan» a Ehmedê Xanî û «Ehmîdî» ya Şêx Marifê Nodê,
zimanê kurdî parastin û kirin zimanê zanist û edebê. Hujre ne tenê cihê
îbadet û zanistê bû, belkî derguşa pêgihandina bîrmend û helbestvanên mezin
ên wekî Hacî Qadirê Koyî, Mehwi, Hêmin, Hejar û Qani’ bû.
• Yekgotarî û yekgirtina neteweyî ya zanayên ayînî yên kurd li her çar parçeyên
Kurdistanê, çawa bûye hevîna parastina meenewî ya yekparçeyiya axa niştiman?
- Zanayên ayînî yên kurd roleke girîng di yekxistina nasnameya neteweyî de
lîstine:
1. Dirustkirina gotareke hevbeş a rizgarixwaziyê ji aliyê rêberên wekî Ehmedê
Xanî, Qazî Mihemmed û Şêx Mehmûdê Hefîd.
2. Hujre wekî toreke xwendinê ya yekgirtî kar dikirin; feqiyan geşt dikirin û
deqên wekî Mem û Zîn û helbestên Nalî û Hacî Qadir di navbera deveran de
diguhestin.
3. Piştgiriya şoreşên parçeyên din, wekî piştgiriya Mele Mistefa Barzanî ji
Komara Kurdistanê li Mehabadê.
4. Redkirina jihevketina mezhebî û terîqetî, bi awayekî ku ayîn û niştiman
kiribûn yek sîwan ji bo parastina yekrêziyê.
• Rola zanayên kurd di çareserkirina kêşeyên civakî û parastina şîrazeya civakê
de di demên dijwar de çawa bûye?
- Zanayên ayînî yên Kurdistanê stûneke pir bihêz a parastina aştiya civakî
bûn. Rolên wan di pênc aliyan de bûn:
1. Navbeynkariya kêşeyên êlan û rawestandina xwînrijandinê.
2. Veguhartina mizgevt û xaneqayan bo stargeha awareyan di dema şer de.
3. Berengarbûna pîlanên dagirkeran ji bo lîktrazana navbera hozan.
4. Rûbirûbûna nerîtên civakî yên ziyandest, wekî zilm li jinan di mîrat û
zewaca bi zorê de.
5. Çespandina hevsengiya civakî bi rêya zekat û xêrxwaziyê.
• Gelek caran zanayên ayînî bi fetwayên rast û serdemiyane berevanî li maf û
rûmeta jinên kurd kirine. Hûn dikarin vê dîrokê ji bo me behs bikin?
- Zanayên kurd qelxaneke bihêz bûn ji bo jinan:
1. Qedexekirina zewaca bi zorê û nehêştina nerîta «jin bi jin» an dayîna jinê
wekî berdela xwînê (diye).
2. Berevanîkirina ji mafê darayî û mîratê yê keçan.
3. Çaksaziyên Şêx Ebdulselamê Barzanî di heramkirina mehra zêde û çespandina
biryara azad a keçan de.
4. Handana xwendina keçan di hujreyan de, ku rê li ber derketina kesên wekî
Mestûreya Erdelan û Hebîbe Xanima Celîzade vekir.
• Piştgiriya şêxên terîqetê ji bo hêza Pêşmerge û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê
hûn çawa dibînin?
- Piştgiriya şêxên terîqetê û zanayan ji bo Pêşmerge, cenga li dijî DAIŞê wekî
cîhadeke şerî ji bo parastina ax û rûmetê da nasîn. Kurdistan her tim
navenda pêkvejiyanê bûye. Zanayan her tim parastina kêmîneyan kiriye, wekî
helwesta Kaka Ehmedê Şêx ligel mesîhiyan, an Şêx Mela Ebdulqadirê Neqşebendî
li Tewêlê ku bi germî pêşwaziya cihûyan dikir.
• Kurdistan wekî nimûneyeke kêmwêne ya pêkvejiyana ayînên cuda tê dîtin. Rola
mîmberên mizgevtan di vê de çi bûye?
- Mizgevt û xaneqa qelxanê aştiyê bûn. Bi rêya gotara mîhrebaniyê ya li ser
bingeha eqîdeya Eş’erî û exlaqê tesewufê, rêz li rûmeta mirovan girtin.
Helwesta şêxên Barzan, Berzincî û Nehrî di qirkirina 1915an de (Sêfo/Ferman)
ji bo parastina krîstiyan û êzdiyan nimûneyeke mezin e.
• Di serdemên ku zimanê kurdî qedexe bû, zanayan bi nivîs û cilûbergên kurdî ev
nasname parastin. Ev xizmet çawa tê dîtin?
- Zanayan hujre wekî dibistanên nepenî bi kar anîn ji bo parastina rêziman û
edebiyata kurdî. Li dijî biryarên wekî yên Reza Şah ku kincên kurdî qedexe
dikirin, şêxên wekî Şêx Mela Ebdulqadir û Şêx İzedînê Tewêleyî bi mêzer û
seltê li ber xwe dan û teslîmî daxwazên dagirkeran nebûn.
• Erka niha ya zanayên ayînî di bihêzkirina «hizra neteweyî û giyanê
niştimanperweriyê» de çi ye?
- Erka niha parastina nasnameyê ye:
1. Nûkirina gotara ayînî bi awayekî ku niştimanperwerî bibe erka şerî.
2. Parastina qewara siyasî ya Herêmê.
3. Berengarbûna tundrewî û fikrên wekî tekfîr û îlhadê.
4. Hebûna çalak di medyaya dîjîtal de ji bo rênimayîkirina ciwanan.
5. Parastina zimanê kurdî û vejandina mîrasê zanayên berê.
• Fetwa û gotara tundrewî ya li ser mîmberan ziyan gihandiye navê kurdan. Rola
mamosteyan çi ye da ku ciwan nebin qurbanî?
- Pêwîst e Wezareta Ewqafê û Yekîtiya Zanayan bi piştgiriya hikûmetê rê li vê
feuzayê bigirin. Divê yasayeke tund ji bo cezakirina wan kesan hebe ku
gotara tundrewiyê belav dikin. Sosyal medya bûye sîstema tundrewan ku tê de
nasname, ziman û kincên kurdî red dikin. Pêwîst e sînorê yasayî ji bo
parastina xetên sor ên wekî Xwedê, Niştiman û Nasnameya Neteweyî bê danîn da
ku daxwaza dagirkeran bi cih neyê û ciwanên me winda nebin.
