Nissan perda li ser Tektona tewaw nû radike
• Tektona tewaw nû li gorî pêdiviyên xerîdaran hatiye çêkirin, ji bo ku
dîzayineke balkêş, peywendiya zîrek, teknolojiya pêşkeftî û taybetmendiyên
pratîk di xwe de kom bike da ku pêdiviyên rojane dabîn bike. • Tekton nîşaneya
stratejiya Nissanê ye ku li ser bingeha hevkariya stratejîk hatiye avakirin ji
bo berfirehkirina pêgeha xwe di bazaran de, bi rêya komek berhemên curbecurtir û
rikabertir.
Dubay / Mumbai, 9ê Tîrmeha 2026an: Di merasîmeke cîhanî de li Hindistanê,
kompanyaya Nissanê perde li ser otomobîla tewaw nû ya bi navê "Tekton" rakir. Ev
wekî werçerxaneke girîng di dîroka geşepêdana Nissanê de tê hesibandin. Tektona
tewaw nû, berdestkirina dîtina Nissanê ye derbarê pêşkeftina otomobîlên cîhanî
de ku ji navendên stratejîk ên hilberînê derdikevin. Li ser bingeha felsefeya
Nissanê ku dibêje "Yek otomobîl... Yek cîhan", ev otomobîl hatiye pêşxistin da
ku pêdiviyên bazara navxweyî û bazarên hinardekirinê (export) dabîn bike, bi
rêya hinardekirina bo 50 bazarên cuda, di nav de bazarên Rojhilata Navîn û
Afrîkayê. Ev yek pêgeha cîhanî ya Nissanê di warê hilberîn, hinardekirin û
geşepêdana berheman de bihêztir dike.
Her wiha ev danasîn, rengvedana wê pêşkeftinê ye ku Nissan di çarçoveya
stratejiya xwe de bi dest xistiye û dîtina xwe bi kiryarî nîşan dide bi rêya
berhemên curbecurtir û rikabertir, tevî hevkariyên stratejîk û girîngîdan bi
bazarên pêşeng.
Bi vê boneyê, Guillaume Cartier, Serokê Cîbicîkar ê Karayiyê li Nissanê
ragihand: "Bi gavên tije bawerî em ber bi bihêzkirina pêgeha Nissanê û
çespandina shiyanên xwe yên rikaberiyê ve diçin. Em berdewam in di
berfirehkirina koma otomobîlên werzîşî yên pir-mebest (SUV) de. Ev danasîna
cîhanî ya Tektonê, nîşana daxwaza me ye ji bo sûdwergirtin ji hevkariyên
stratejîk ji bo berfirehkirina qada karên me. Tekton nîşana wê arasteyê ye ku
Nissan girtiye ber xwe bo çêkirina komek berhemên curbecurtir û bişiyantir di
rikaberiyê de, ku ev jî piştgirî ye bo karwana geşepêdanê di bazarên cîhanî de."
Taybetmendiyên Tektona tewaw nû Tektona tewaw nû hatiye dîzayinkirin ku
rikaberiya xurtirîn otomobîlên SUV li ser asta cîhanê bike. Dîzayina wê îlhama
xwe ji Nissan Patrol girtiye, bi teknolojiya herî nû hatiye bihêzkirin û xwedî
firehiyeke berfireh e li hundur. Sîstemeke pêşkeftî ya ewlehiyê tê de heye, tevî
komek teknîkên ji bo alîkariya şofêr û dabînkirina ezmûneke ajotinê ya tewaw û
giştgîr ku pêdiviyên jiyana rojane dabîn bike.
Thierry Sabbagh, Cîgirê Serokê Beşê û Serokê Nissan û Infiniti li Rojhilata
Navîn, Erebistana Siûdî, Hindistan û welatên CIS got: "Tektona tewaw nû
zêdehiyeke kalîteyî ye bo koma otomobîlên SUV yên Nissanê. Ew rengvedana
têgihiştina kûr a me ye ji bo daxwazên nifşekî nû ji xerîdarên me li Rojhilata
Navîn û Afrîkayê. Ew hatiye çêkirin da ku tevliheviyeke hevseng di navbera
dîzayineke wêrek, teknolojiya pêşkeftî û pratîkbûnê de pêşkêş bike, da ku bi
karanîna rojane re bigunje. Ev yek dihêle ku pêgeha xwe wekî otomobîlekê
biçespîne ku kalîte, nûgerî û hêsaniya bikaranînê di xwe de kom dike."
Li ser bingeha daxwazên xerîdar hatiye dîzayinkirin Pêşxistina Tektonê bersivek
e bo pêdiviyên xerîdarên me, bi piştbastkirin bi komek lêkolînan ku bi hezaran
kes tê de beşdar bûne li Rojhilata Navîn û Afrîkayê. Ev lêkolîn bûye alîkar di
darêjtina hemû hûrgiliyên otomobîlê de, ji dîzayn û teknolojiyê bigire heta asta
rehetî û pratîkbûnê, bi parastina mîrateya zêdetirî 75 salan a Nissanê di
geşepêdana otomobîlên SUV de.
Zêdetirî tiştê ku tu li bendê yî Tektona tewaw nû, berhema herî nû ya ji cureyê
B+ ye di cîhana SUVên Nissanê de. Dîzayina wê ji mîrateya Nissan Patrol hatiye
girtin da ku dîzayineke wêrek û amadeyiyeke bi bawerî li ser rêyan bibexşîne.
Karayî û shiyana vê otomobîlê pişta xwe bi motoreke benzînê ya turboyî ya 4
silindir bi qebareya 1.3 lître girê dide, ku hêza 163 hespan û zexta
(torque) 280 Newton-metre berhem tîne. Ew bi gêreke otomatîk a du-kilaç (DCT)
bi 6 lezan ve hatiye girêdan, da ku bersivdaneke hêsan, lezeke pêbawer û
karayiyeke hevseng bide şofêr di her rewşekê de. Tevî ku Tekton xwedî firehiyeke
berfireh e li hundur û banekî (roof) panoramîk tê de heye, kursiyên pêşiyê
taybetmendiya hewakirinê (ventilation) lê hatiye zêdekirin. Sîstema sarkirin û
germkirina otomatîk a du-herêmî tê de heye, ligel çareseriyên pratîk ên
komkirinê û sindoqeke berfireh, da ku rêwî di lûtkeya rehetiyê de bin, çi di
bikaranîna rojane de be an jî di dema geştên dûr de.
Teknolojiya pêşkeftî û ewlehiyeke bêhempa di her geştekê de Tektona tewaw nû
sîstemeke giştgîr a teknolojiya zîrek tê de heye ku ezmûna ajotinê xweştir dike,
wekî: kabîneya ajotinê ya dîjîtal û xizmetguzariyên pêşkeftî yên
peywendîdarkirinê. Her wiha ewlehî jî bingeha girîngîdanê ye di dîzayina Tektonê
de. Laşê vê otomobîlê bi 6 eyrbegan (airbags) û sîstemên pêşkeftî yên alîkariya
şofêr hatiye bihêzkirin, wekî: sîstema cîgirkirina leza zîrek, sîstema frena
otomatîk di dema rûdanên nexwestî de, sîstema alîkariya manê li ser rêrê (lane
assist) û sîstema hişyarkirina xala kor (blind spot), ku ev yek bawerî û
dilniyabûneke zêdetir dide shofêr.
