Partî di hizra «Mistefa Barzanî» de . . . Amûrek ji bo yekrêzî û dawîanîna li belavbûnê
Partî di hizra «Mistefa Barzanî» de . . . Amûrek ji bo yekrêzî û dawîanîna li belavbûnê
Mahatma Gandî, di bersiva «Tagore» de dibêje: «Ey nûrevanê mezin, eger tu
çavdêriya me nekî û şaşiyên me rast nekî, em ê çawa bikaribin vê rêya dijwar
bibirin? Ji min re nivîsiye ku xelkê Hindistanê ji ber hezkirina te teşiyê
dirêsin û çavdêriya te dikin, lê di peyama pişt "teşiyê" nagihin. Lê ez te
piştrast dikim, divê her takekesekî Hindistanê têbigihe ku rêtina teşiyê wate
serxwebûn e».
Gotara «Nûrevanê Mezin», 13ê Cotmeha 1921
Peyama li pişt çemkê Partî
Mezintir ji damezrandina partiyeke siyasî
Wê demê ku fikra damezrandina partiyekê bi navê «Partiya Demokrat a Kurdistanê»
li cem rêberê me yê neteweyî Mistefa Barzanî çêbû, xalên qels ên parastina
Komara Kurdistanê derketibûn. Wî hest bi wê kiribû ku heta asta eşîrtiyê ber bi
asta neteweyî û niştimanî ve bilind nebe, em nabin xwedî qedera xwe; heta eger
em komarê jî ragihînin, em nikarin biparêzin. Lewma di hizra Barzanî de,
baştirîn rê ji bo yekbûn û derketina îradeya neteweyî ew e ku hemû partiyên
siyasî yên wê demê û kesayetên niştimanî di eniyeke berfireh de li bin navê
«Partiya Demokrat a Kurdistanê» kom bibin. Hemû bi hev re «Kurdayetiyê» bikin,
ne partîtiyê; partî amûr be, ne amanc.
Nexwe dema em behsa damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin, em behsa
damezrandina partiyeke siyasî ya kevneşop nakin, belku em behsa eniyeke
niştimanî dikin ku konê wê ewqas berfireh be, cihê hemû partiyên siyasî tê de
bibe. Partî ne tenê navek be ji bo partiyeke siyasî, belku amûr û sembolek be ji
bo hemû wateyên «serxwebûn û azadiyê». Hemû ev wateyên veşartî yên li pişt çemkê
«Partî» di wê de xwe dibînin ku tenê rêya serfiraziya Kurd û Kurdistanê, tenê
yekbûn û yekrêzî ye ji bo derketina îradeya neteweyî û niştimanî. Têgihîştina ji
wê amûra ku Mistefa Barzanî navê wê kiriye «Partî», mîna Gandî daxwazê ji me
dike ku divê her Kurdistaniyek di wateya «Partî» bigihe. Partî, wate yekbûn û
dawîanîna li belavbûnê, ev jî wate «azadî û serxwebûn».
Mahatma Gandî, berî ku bibe serokê Partiya Kongreya Hindistanê, di nav ruhê her
takekesekî Hindistanê de şerîeta rêber û bavê neteweyê pê hatibû dan. Ji ber wê
jî Tagore rexneyê lê digire û jê re dibêje: «Dibe ku xelkê Hindistanê di peyama
te negihin û tenê ji ber hezkirina te çavdêriya te bikin». Lê Gandî, Tagore
piştrast dike ku divê her takekesekî Hindistanê di vê peyamê bigihe ku «teşî»
wate serxwebûn e.
Ev rewş ji bo Mistefa Barzanî bi vî rengî ye. Berî ku bibe serokê Partiya
Demokrat a Kurdistanê, hîn ji sala 1943an dema ku Şoreşa Duyem a Barzan dest pê
kir, di nav ruhê her takekesekî Kurdistanê de şerîeta bavê neteweyê û rêberê
tevgera rizgariya Kurdistanê pê hatibû dan. Lewma piştî damezrandina Partiyê, bi
awayekî xweristî partîtî bû Kurdayetî û belavbûn bû yekbûn û yekrêzî, û hemû
Kurdistanê hembêza xwe ji «Partî» re vekir. Bêguman beşê herî mezin ê vê
pêşwaziyê ji bo hezkirina Mistefa Barzanî di nav dilê xelkê Kurdistanê de
vedigere. Lê Barzanî, mîna Gandî soz dabû ku divê hemû takekesên Kurdistanê di
çemkê «Partî» têbigihin; ev yek jî di peyama xwe ya Pakoyê de di sala 1947an de
ragihand û ji me re got: Partî wate amûrek ji bo «ragihandina Komara Kurdistana
Mezin».
Mistefa Barzanî, berî ku bi hevalên xwe re derbasbûna dîrokî ya «Ava Arasê» pêk
bînin, Pêşewa Qazî Mihemed «Ala Kurdistanê» wek emanet dabû Mistefa Barzanî.
Lewma dema biryar da ku teslîm nebe û rêya ber bi Yekîtiya Sovyetê bigire ber,
Ala Kurdistanê wek emanet li cem wî bû. Erka ser milê wî bû ku wî emanetî
biparêze. Ji ber wê, Barzanî wek rêber û bavê neteweyeke bê dewlet li Yekîtiya
Sovyeta berê, bi awayekî arasteya xebatê guherand ku karî wek Kurd hebûna xwe
bisilmîne û bi Xruşçov (serokê wê demê yê Sovyetê) re bicive û dostaniyê bi
serokên dewletên cîhana sêyem re çêbike, bi taybetî bi «Cemal Ebdu Nasir» re ku
wê demê ne tenê serokkomarê Misrê bû, belku wek rêberê hemû neteweya Ereb dihat
naskirin. Ev hewlên Barzanî bûn sedem ku Barzanî cihê navê «Kurd» bigire; ev jî
bi wê wateyê ku Barzanî wek rêber, wate «nasnameya Kurd», û berovajî wê jî
nasnameya Barzanî wate nasnameya Kurd.
Ev avêtêbûna navê «Kurd û Barzanî» tenê di wê coxrafyayê de nebû ku Partiya
Demokrat a Kurdistanê lê hatibû damezrandin, belku gihîşt wê astê ku her çar
parçeyên Kurdistanê di peyama «Partî» bigihin. Ji ber wê jî li parçeyên din ên
Kurdistanê «Partî» hatin damezrandin û Mistefa Barzanî wek sembol û sîmbola
«Partî» hat diyarkirin.
Vegera Mistefa Barzanî di sala 1958an de
Qonaxeke nû ya xebata Partiyê
Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an û rûxana rejîma padşatiyê, rewşek çêbû ku tê de
Mistefa Barzanî ji Sovyetê çû Misrê û ji wir jî bi firokeyeke taybet vegeriya
Bexdayê. Ew pêşwaziya mezin û gelêrî ya ku li firokexaneya Bexdayê lê hat kirin,
qonaxeke nû di xebata Partiyê de anî holê, ku ew jî avêtêbûna navê «Partî û
Barzanî» bû. Piştî vegera ji Sovyetê, Mistefa Barzanî biryar da serdana hemû
bajarên Kurdistanê bike. Di serdana xwe ya dîrokî de bo bajarê Silêmaniyê, wek
rêber û bav û qehremanê neteweyê pêşwazî lê hat kirin. Hemû serokeşîrên
Silêmaniyê piştgiriya xwe bi birûskeyan jê re şandin û di rojnameya «Jîn» de
hatin belavkirin. Ev dîmenên ku niha di arşîva Jîn û wêneyên wê demê de hatine
parastin, wê ji me re dibêjin ku ne tenê hemû çîn û beşên civakê di peyama
«Partî» gihîştibûn, belku serokeşîr jî di peyama «Partî» gihîştibûn û amade bûn
bi rêberiya Mistefa Barzanî bibin pêşmergeyên «Partî». Ev werçerxan bi
dirêjahiya dîroka tevgera rizgariya Kurdistanê di tu qonaxekê de rû nedabû û
tenê rêberî û hezkirina Mistefa Barzanî li ser erdê rastiyê li her çar parçeyên
Kurdistanê çêkir.
Hezkirina hemû xelkê Kurdistanê bo avêtêbûna navê «Partî û Barzanî», bi temamî
tirs xistibû dilê şovîniyên qewmî yên erebên Iraqê. Yekem ji ber ku
desthilatdarên wê demê yên Bexdayê efserên artêşê bûn û bi kudetayê hatibûn ser
desthilatê û wek Mistefa Barzanî xwedî bingehekî bihêz ê cemawerî nebûn. Lewma
ji wê ditirsiyan ku yekbûna Kurd li dora sîmbolekê ku jê re tê gotin «Barzanî»
metirsiyê li ser desthilata wan çêbike. Ji ber wê pir nêçû, di destûra 1958an de
paşgez bûn û di 11ê Îlona 1961ê de êrîş kirin ser Derbendî Baziyan û piştî
rûbirûbûna Partî û eşîran li dijî artêşa dagirker, Şoreşa Mezin a Îlonê dest pê
kir.
Destpêkirina Şoreşa Îlonê wek şoreşeke yekgirtî ya seranserî li Kurdistanê,
têgihîştin bû di wateya «Partî» de. Lewma dema Partî bi rêberiya Mistefa Barzanî
bû pêşenga şoreşê, xebata Partiyê ji «partîtiyê» guherî bo «Kurdayetiyê». Hewl
bi wî alî de bûn ku navçeyên azadkirî yên şoreşê ber bi saziyîbûnê ve gavan
biavêjin; ev jî bi wê wateyê ku divê ew saziyên jiyana rojane ya xelkê
birêxistin dikin mîna «dadgeh, dibistan, nexweşxane û hwd.» werin damezrandin.
Herwiha li ser asta siyasî jî, ligel xebata çekdarî, zemîn ji bo xebata
dîplomatîk were xweşkirin û bernameyek were danîn bo ku bi hikûmetên Iraqê re
danûstandin li ser were kirin, ku yekem gava vê xebata dîplomatîk bernameya
nenendîbûnê «lamerkeziyet» bû ji bo Kurdistanê.
Çemkê nenendîbûnê ku jê re «de-centralism» jî tê gotin, ji bo cara yekem di
dîroka Iraqê de, şandeya danûstandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di
sala 1964an de bi şandeya hikûmeta Iraqê re danûstandin li ser kiriye, ku nemana
sîstema dewleta nendî (merkezî) bû li Iraqê. Partî wê şanaziya dîrokî heye ku bi
fermî dewleta merkezî bo hikûmraniya Iraqê ne tenê red kiriye, belku wa kir ku
hikûmeta Iraqê rûnê û li ser lamerkeziyetê danûstandinê bike û di Adara
sala 1970an de peymana Otonomiya Kurdistanê pê re îmze bike.
Naveroka vê peymanê ku bi «Peymana Adarê» tê naskirin, bingeha damezrandina
qewareyeke xwebirêveber e ji bo Kurdistana Iraqê. Ev peyman wê ferz dike ku
«Iraq niştimanê hevbeş ê Kurd û Ereban e»; ev jî yek e ji wan bendên destûra
sala 1958an ku Mistefa Barzanî bi germî pêşwazî lê kiribû.
Serok Barzanî û destpêkirina Şoreşa Gulanê
Qonaxa dijwar a Partiyê
Serok Barzanî di pirtûka «Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd» de amaje bi wê
kiriye ku piştî demek kêm ji nîskoya Şoreşa Îlonê di sala 1975an de, gihîştiye
wê qinaetê ku eger dubare dest bi şoreşê neyê kirin, wê hemû destkeftên
Kurdistan û Partiyê ji dest biçin. Lewma pêşniyar kir ku bi Kak Îdrîsê herdem
sax re biçin cem Mistefa Barzanî û moleta dubare destpêkirina şoreşê jê
wergirin. Ji ber wê piştî wergirtina moletê, di Gulana sala 1976an de Şoreşa
Gulanê dest pê kir.
Di vê qonaxa dijwar a piştî nîskoyê de, ku tu tîrêjeke hîvî û omîdê tunebû, lê
Partî her ew partiya Mistefa Barzanî bû ku bi deh hezaran têkoşerên wê berê xwe
dabûn awarebûnê û piştgiriya partiya xwe dikirin. Ev piştgiriya berfireh a
cemawerî ya Partiyê li seranserî Kurdistanê û xebata çekdarî ya pêşmergeyên
qehreman li çiyayên Kurdistanê, zemîna wê çêkir ku di sala 1979an de Partî
kongreya xwe ya nehemîn girê bide û di vê kongreyê de Serok Mesûd Barzanî wek
serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê hat hilbijartin.
Erka sereke ya Serok Mesûd Barzanî piştî kongreya 9an a Partiyê bi pileya yekem
ew bû ku dubare navmala Kurdistanê were yekxistin û hemû partiyên Kurdistanî di
eniyeke niştimanî de kom bibin û sengerên pêşmerge li hember dagirkeran werin
yekxistin. Tevî ku mercên siyasî yên wê qonaxê rêgir bûn li pêş damezrandina
eniyeke Kurdistanî, lê hewlên Serok Barzanî û Kak Îdrîsê herdem sax her di wê
arasteyê de bûn ku eger hemû partî jî nekarin di eniyekê de kom bibin, wê demê
wek bingeh ji bo eniyeke berfireh, çend partî di eniyekê de werin komkirin; wek
çawa berhema van hewlan damezrandina eniya «Cûd» bû ku tê de Partî û çend
partiyên Kurdistanî bi hev re kom bibûn.
Di nîvê salên heştêyî yên sedsala borî de, karên hovên yên rejîma Sedam û Beasê
pir bi eşkere gihîştin asta sotin û wêrankirina axê û jenosîda gelê me û
jêbirina Kurdistanê li ser nexşeyê. Lewma di vê qonaxa dijwar de Serok Mesûd
Barzanî bi heman awayê rêber Mistefa Barzanî tekez li ser wê dikir ku peyama
«Partî» wate yekbûn û derbaskirina vê qonaxa dijwar e. Ji ber wê careke din hemû
hewlên xwe kom kirin bo ku bi her bihayekî be, divê hemû partiyên siyasî yên
Kurdistanê di eniyekê de kom bibin. Ev hewl di dawiya sala 1986an de bi
lihevhatina Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî bi dawî hatin û
peyman jî li Tahranê ji aliyê Kak Îdrîs Barzanî wek Partî û herwiha xwedêjêrazî
Mam Celal wek sekreterê giştî yê Yekîtiyê hat îmzekirin.
Bi îmzekirina vê peymanê, bi awayekî xweristî Eniya Kurdistanî çêbû û sengerên
pêşmerge li hember yek dijmin hatin yekxistin. Di heman demê de li ser asta
siyasî jî kar bo danîna peyrew û bernameya Eniya Kurdistanî dihat kirin, heta ku
di sala 1988an de Eniya Kurdistanî wek sîwanek bo hemû partiyên siyasî yên
Kurdistanê bi fermî hat ragihandin û Serok Mesûd Barzanî wek serokê eniyê bo
karên navxwe û xwedêjêrazî Mam Celal wek serokê eniyê bo karên derve hatin
diyarkirin.
Sala 1988 di dîroka tevgera rizgariya Kurdistanê de, eger ne yek ji herî dijwar
û bixwîn salên xebatê be, wê demê yek ji wan salên tijî êş e. Her di vê salê de
Helebce û beşek mezin a Kurdistanê kîmyabaran bûn û 10 operasyonên Enfalê yên bi
nav û deng li seranserî Kurdistanê hatin pêkanîn. Lê Serok Barzanî di dastana
Xwakurkê de di heman salê de ji hemû cîhanê re ragihand ku îradeya pêşmerge û
xelkê Kurdistanê ji wê qewîtir e ku êrîşên hovane yên kîmyabaran û Enfala Beas û
Sedam bişikînin.
Partî û qonaxa Serhildanê
Damezrandina Perleman û Hikûmetê
Hevdem ligel serhildana cemawerî ya Adara 1991ê, Eniya Kurdistanî bibû cihê hîvî
û omîda hemû xelkê Kurdistanê. Lewma piştî gihîştina Eniya Kurdistanî bo bajaran
û vekirina baregehan bi navê Eniya Kurdistanî, xelkê bi xweristî enî wek pêşengê
xwe qebûl kir û fermanên Eniya Kurdistanî pêk dianîn. Di nav coş û xiroşa vê
cemawera serhildêr de, Serok Barzanî di yekemîn peyama cemawerî de ragihand:
«Divê li Kurdistanê dewleta qanûnê were damezrandin û hilbijartin were kirin û
li ber ronahiya dengê welatiyan saziyên şerîî werin damezrandin». Ev peyama
bilind a Serok Barzanî ku lûtkeya kamilbûna nasyonalîzma «dewlet-netewe» nîşan
dide, ne tenê bo Kurd bû, belku bo hemû gelê Kurdistanê bû, bi cihêrengiya ol û
neteweyan. Ev yek di yekemîn biryara hilbijartina Perlemana Kurdistanê de reng
veda, ku bo cara yekem şeş kursiyên kotayê bo pêkhateyên «Keldanî, Siryanî û
Aşûrî» hatin veqetandin. Berhema vê hilbijartinê jî ew bû ku bo cara yekem di
dîroka Kurdistanê de Perleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin damezrandin.
Piştî damezrandina Perleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1993an de,
Partiyê zemînasazî kir bo girêdana Kongreya 11an a Partiya Demokrat a
Kurdistanê. Hevdem ligel zemînasaziya vê kongreyê, guftûgo bo peymana partiya
yekgirtin ku ji «Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Gel, Pasok» pêk hatibûn
ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê serkeftî bûn. Lewma biryar hat dan ku di vê
kongreya 11an de ev yekgirtin were ragihandin. Ev jî yek ji mirazên Serok
Barzanî bû ku her dem dubare dike: Partî wate yekbûn û yekrêzî û nemana
belavbûnê.
Partî û qonaxa piştî 2003an
Iraqeke nû û nivîsandina Destûrê
Di sala 2002an de piştî yekxistina perlemanê, hewl hatin komkirin ku berî rûxana
rejîma Beasê, hewl were dan destûra Herêma Kurdistanê were nivîsandin û were
pêşkeşkirin bo referandumê daku were pejirandin, ku mixabin ev yek nehat kirin.
Lê Serok Barzanî û xwedêjêrazî Mam Celal li ser wê yekdeng bûn ku divê berî
rûxana rejîma Beasê û di kongreyên opozîsyona Iraqê de li ser sîstema dahatû ya
Iraqê li hev bikin, ku mebest «sîstema federalî» ye û herwiha li ser xetên giştî
yên destûra dahatû ya Iraqê lihevhatin were kirin. Bêguman ew lihevhatin hat
îmzekirin û berî rûxana rejîma Beasê celebek ji ronahiyê hebû.
Xala herî erênî piştî sala 2003an damezrandina Lîsteya Kurdistanî bû bo
beşdarîkirin di hilbijartinên Iraqê de, herwiha hebûna fraksiyonên Kurdistanî bû
di nav Perlemana Iraqê de. Hevahengiyeke pir mezin jî di navbera Serok Barzanî û
xwedêjêrazî Mam Celal de hebû. Lewma dema Serok Barzanî beşdarî nivîsandina
reşnivîsa destûra 2005an a Iraqê dikir, nûnertiya gelê Kurdistanê dikir û bi
navê gelê Kurdistanê pêdagirî dikir. Her ev pêdagirî bû ku hişt hêzên
pêşmergeyên Kurdistanê bimînin û wan mafan biçespîne ku niha di destûra Iraqê de
ne, herçend e piraniya wan ji aliyê Bexdayê ve nehatine pêkanîn.
Partî di vê qonaxê de heta nexweşketina xwedêjêrazî Mam Celal, tevî veqetîna
Tevgera Goran û guherîna hevsengiya hêzê, lê berdewam Serok Barzanî tekez li ser
parastina Lîsteya Kurdistanî û fraksiyonên Kurdistanî yên Perlemana Iraqê dikir.
Li ser asta proseya siyasî ya Kurdistanê jî her dem pêdagirî li ser wê dikir ku
hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê beşdarî proseya pêkanîna hikûmeta Herêma
Kurdistanê bikin, tew eger li ser hesabê mafê hilbijartinê yê Partiyê jî bûbe.
Amanc ji vê pêdagiriyê ew bû ku navmala Kurdistanê yek be, daku hem li ser asta
Kurdistanê proseya hikûmraniyê ber bi pêş ve gavan biavêje, hem jî li ser asta
proseya siyasî ya Iraqê, em hêzeke mezin bin bo pêkanîna destûrê û bidestxistina
mafên gelê Kurdistanê. Lê mixabin piştî nexweşketina Mam Celal ev araste rastî
astengiyan hat û heta niha jî ew astengî nehatine çareserkirin.
Şerê dijî DAIŞ, Referandum û xweragiriya Partiyê
Sala 2014an, sala alozbûna temamî ya peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û
Hikûmeta Iraqê bû. Di Sibata wê salê de hikûmeta Iraqê pişka Herêma Kurdistanê
di bûdceya Iraqê de bêyî sedem birî. Di Hezîrana heman salê de, terorîstên DAIŞê
Mûsil dagir kirin û ji Mûsilê ve xîlafeta «Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê»
ragihandin. Di 2ê Tebaxê de êrîş kirin ser Kurdistanê û li Şingalê xwişk û
birayên Êzidî jenosîd kirin û bi hezaran keç û jinên Êzidî birin û kirin kenîze.
Tevî van hemûyan jî, di nava kêmtirî du mehan de du mîlyon aware û penaberên
parêzgehên din ên Iraqê hatin Kurdistanê û bû sedem ku rêjeya niştecihên
Kurdistanê ji nişka ve 19% zêde bibe.
Xala erênî di nav wê gêjawa dijwar a şer û proseya siyasî de ew bû ku pênc
partiyên siyasî yên serkeftî yên hilbijartinê «Partî, Goran, Yekîtiyî, Yekgirtû,
Komel» di pêkanîna kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar bûn û
celebek ji seqamgiriya siyasî û hikûmraniyê çêkiribû. Li ser asta hêzên pêşmerge
jî ji Şingalê heta Celewlayê pêşmergeyan sengerên xwe yek xistibûn û li dijî yek
dijmin şer dikirin ku ew jî terorîstên DAIŞê bûn.
Serok Barzanî di 2ê Tebaxa 2014an de dema terorîstên DAIŞê êrîş kirin ser
Şingalê, baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê veguhast sengerên pêş de yên
pêşmerge û her ji wir ve rêberiya hemû bereyên şer dikir. Ev yekrêziya hêzên
pêşmerge vîneyeke (morale) wusa dabû xelkê Kurdistanê ku li ber hemû belayan
radisekin. Ev vîneyê bilind ê xelkê Kurdistanê bû palderek ku Serok Barzanî
ligel «Barack Obama»yê serokê wê demê yê Amerîkayê behsa projeya damezrandina
dewleta Kurdistanê bike. Bo vê yekê jî bi serokatiya şandeyeke Hikûmeta Herêma
Kurdistanê di Gulana 2015an de ligel Serok Obama civî û behsa vê projeya
niştimanî kir, lê li ser wê li hev kiribûn ku ev proje piştî dawîhatina şerê li
dijî terorîstên DAIŞê dest pê bike.
Di meha Mijdara 2016an de Serok Barzanî serkeftina hêzên pêşmerge li ser
terorîstên DAIŞê li bereyê Kurdistanê ragihand. Lewma di Hezîrana 2017an de
piştî civîna ligel hemû partiyên Kurdistanî û nûnerên ol û neteweyên cuda,
biryar hat dan ku Encumena Bilind a Referandumê were pêkanîn daku di 25ê
Îlona 2017an de referandum were encamdan.
Di vê proseya niştimanî de ku Serok Barzanî rêberî dikir, Partiya Demokrat a
Kurdistanê bibû serê rimê. Rast e partiyên din jî nedigotin li dijî proseyê ne,
lê bi kiryar pir baş di nav proseyê de nebûn. Tevî van hemûyan, xelkê Kurdistanê
bi welatiyên navçeyên dabrî yên Herêma Kurdistanê ve, beşdarî vê proseya
niştimanî bûn û bi rêjeya 92.7% dengê xwe dan bi «Belê bo serxwebûna
Kurdistanê».
Ev peyama Serok Barzanî di 2017an de bi encamdana referandumê ji hemû cîhanê re
hat ragihandin, heman ew peyam bû ku di salên şêstî yên sedsala borî de rêber
«Mistefa Barzanî» bo cara yekem rûbirû ji Iraqê re got: «Ez naxwazim dewleta
Iraqê merkezî be û divê lamerkezî be». Nexwe piştî qonaxa lamerkeziyetê bi
wateya «de-centralism», vê carê ku li ser bingeha federalîzmê di destûra Iraqê
de hat çespandin lê pêknînin, wê demê Serok Barzanî ji hemû cîhanê re ragihand:
«Êdî em vê yekê qebûl nakin û em bixwe biryarê li ser qedera xwe didin».
Hinaşên (tehdîd) piştî encamdana referandumê li ser asta Iraq, herêmî û
navneteweyî li dijî Herêma Kurdistanê bi awayekî bûn ku ji bilî Serok Barzanî û
Partiya Demokrat a Kurdistanê tu aliyekî din ê siyasî tunebû ku li ber xwe bide.
Lewma dema hinaş bûn rastî û êrîş hatin ser Kurdistanê, wek me dît beşê herî
mezin ê partiyên siyasî yên Kurdistanê yan ligel hikûmeta Iraqê û hêzên Heşda
Şeebî li hev kirin, yan jî hevxemiya xwe bo hikûmeta Iraqê û hêzên Heşda Şeebî
nîşan didan û banga hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û damezrandina
hikûmeta înqaza niştimanî dikirin. Lewma di vê rewşa dijwar û nehevsengiya hêzê
de, Serok Barzanî û Partî bi tenê man. Lê îradeya Serok Barzanî û qehremaniya
hêzên pêşmerge û xweragiriya cemawerê Kurdistanê, tevî ku di çendîn dastanên
dîrokî mîna «Pirdê, Sihêla û Mehmûdiye» pozê dagirkeran şikand, di heman demê de
di nav sengerên hêzên pêşmerge de ew dirûşma xweristî ji dayik bû ku bi dengê
bilind hawar dikirin: «Xo neçemênin» (Xwe neçemînin). Ev dirûşm tam wateya
peyama li pişt çemkê «Partî» ye ku ew jî «Kurdistan, yan neman» e.
