Yekpar bi kurtefîlmê ‘‘Mafek Biçûk‘‘ beşdarî Mîhrîcana Rojava dibe
Navenda Çand û Hunerê ya Yekpar a bajarê Qamişloyê berî nêzî mehekê dest bi kişandina kurtefîlmê "Mafek Biçûk" kir. Kurtefîlm behsa çîroka zarokeke keçîn dike ku li kolanan mendîlan difroşe da ku debara xwe bike. Lê zarokek din mendîlên wê difroşe û direve. Li ser vê yekê zaroka keçîn ji bo mafê xwe vegerîne serî li navendên parastina mafên Zarokan û Rêxistina Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dide. Lê hemû derî li pêşiya wê girtî ne. Herî dawî neçar dimîne ku bi xwe li çareseriyê bigire û mafên xwe vegerîne.
Rêveberê Navenda Yekpar û senarîstê kurtefîlmê "Mafek biçûk" Beyar Dîno der barê kurtefîlmê de agahî dan ajansa me (ANHA).
Beyar Dîno anî ziman ku kurtefîlm rexneyeke rasterast li saziyên têkildarî parastina zarokan e.
15 KES BEŞDARÎ ÇÊKIRINA FÎLM BÛNE
Kurtefîlmê "Mafek Biçûk" bi desteka "Komîna Fîlman a Rojava" li kolan û bazarên bajarê Qamişloyê hatiye kişandin. Ji nivîsandina senaryo, heya kêşandina dîmen û sazkirina mûzîka wê, derdora 15 kes beşdarî qonaxên amadekirina kurtefîlmê bûne.
Zaroka bi navê Mîtaf Hesen ku bi xwe endama beşa lêdana daholê ya Navenda Yekpar ye rola sereke ya kurtefîlmê dilîze û hejmarek lîstikvanên kombars jî rolê dilîzin.
Kurtefîlm ku dema 7 deqîqe û 42 sanî ye, niha di qonaxa dawîn a montajê de ye.
Beyar Dîno diyar kir ku piştî montaj bi dawî bibe endamê Navenda Yekpar dê bi hev re fîlm temaşe bikin da ku nêrîn û têbiniyên xwe bînin ziman.
Yekpar bi vî kurtefîlmî dê beşdarî Mîhrîcan Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn bibe ku dê di navbera 13-20’ê Mijdara 2026’an de bi dirûşma "Çîrokên Hevpar-Sînemaya Azad" li bajarê Qamişloyê were lidarxistin.
Beyar Dîno di dawiyê de wiha got:"Em hêvî dikin ku roleke mezintir ji bo qada sînemageriyê were dayîn û derfetên me çêbin ku em fîlman li ser rewşa herêma xwe bikşînin."
Navenda Yekpar ku di 2023`an de hate avakirin, bi xebatên şano, muzîk, govend, wênekêş û montajê mijul dibe û çalakiyên hunerî li dar dixe. Di sala 2025`an de jî fîlmê xwe yê yekem ê bi navê `Terikî Destê` kişandibû.
ANHA
