• Wednesday, 12 August 2026
logo

Orkestra Rojava ji 9 salan ve nifşekî nû yê muzîkê digihîne

Gulan Media August 12, 2026 Hunerî
Orkestra Rojava ji 9 salan ve nifşekî nû yê muzîkê digihîne

Orkestra Rojava di 24`ê Îlona 2016`an di bin sîwana Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê de hat damezrandin. 

Okrestra Rojava ku ya yekemîn li Rojava ye bi armanca avakirina nifşeke muzkjenî ya ku dê bikare di qada hunerê de temsîla herêmê bike, hatiye hat avakirin.

Niha orkestra ji 39 muzîkjenan pêk tê ku temenên wan di navbera 7 û 18`an de ye. Ew di nava bernameyeke teorîk û pratîk de, bi çavdêriya perwerdekarên pispor perwerdeyên lêdana alavên ritim, bilûr, keman, tişêlo, gîtar, piyano û viyola dibin.

Bi dîtina ku muzîk jî nasnameya çandî diparêze û wê nasnameyê vediguhêzîne ji bo nifşên nû, li kêlek pêşkêşkirina xebatên nûjen, Orkestra xebatên vejandina muzîka foklora Kurdî jî dike.

Di 16`ê Hezîranê (2026) de di dema ku Orkestra beşdarî Mîhrîcana Şano ya Zarokan a Hêvî bibû, tabloyeke muzîkjeniyê ku bandora perwerdeya baş a zarokan piştî ew qas salan derxist pêş.

 

Muzîkjena bi navê Rana Yûnis Elî (11) diyar kir ku ew ji muzîkê hez dike û ji bo ku fêrî hûrgiliyên muzîkê û lêdana kemanê bibe tev li orkestrayê bûye..

 

Nûdem Eyûb Xelef jî ya ku ev salek e cihê xwe di orkestrayê digire, kêfxweşiya xwe ya beşdariya pîrozbahiyan û piştgiriya ku ji malbata xwe digire anî ziman.

 

Yara Zehrab (10) jî da zanîn ku ew dixwaze behremendiya xwe bi pêşxistina lêdana li ser Keman û beşdariya di çalakiyên derveyî Qamişloyê de bighîne asteke din, pêşkêşkirina xebateke komî yan bi awayeke bi komê re hestê kêfxweşiyê dide wê û dihêle ku ew muzîkjeniya xwe bidomîne.

Di sala 2025`an de, piştî bi salan perwerde pêşkêş kir, yekemîn kom ji Okestra gihîşte asta derçûnê, di wê komê de 19 xwendekarên keç û xort hebû. Ji bo xwendekar rêwîtiya xwe ya muzîkjeniyê bişopînin, belgeyên derçûnê rasdestî wan hatiye kirin.

 

Mamoste Îbrahîm Elî diyar kir ku armanca Orkestra ne tenê fêrkirina jenînê ye, di heman demê de avakirina kesayeta zarokan û pêşxistina hîsên wan ên huner û çandê ye.

Îbrahîm Elî da zanîn ku di nava dersên bernameya perwerdehiyê de teoriyên muzîk, lêdan û deng heye, her wiha perwerdeya pratîk a lêdana amûran jî heye.

Îbrahîm Elî destnîşan kir ku Orkestra ji pîrozbahiyên stranbêjiyê yên kevneşopiyê cudatire, xebatên Orkestrayê girêdayî pêşkêşkirina bi komî ye, ev dihêle ku ew wekî hunereke taybet bê dîtin.

Elî da zanîn ku di hefteyê de ji 2 heta 3 caran perwerde tê dîtin. Niha jî zarokên Orkestrayê ji bo beşdariya li mîhrîcana zarokan a ku dê di Îlonê de li Rimêlan bê lidarxistin, amadekariyên xwe dikin.

Îbrahîm Elî daxwaz ji şêniyan kir ku destekê bidin behreyên zarokên xwe û wan fêrî muzîkê bikin, huner kesayeta zarokan bi pêş dixe û derûniya zarokan baş dike.

 

ANHA

 

 

Top