• Sunday, 16 August 2026
logo

Hevpeymaniya Siyadeyê pîrozbahî li Serok Barzanî û PDKê kir

Gulan Media August 16, 2026 Nûçe
Hevpeymaniya Siyadeyê pîrozbahî li Serok Barzanî û PDKê kir

 Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Iraqê bi helkefta salvegera 80ê ya damezrandina PDKê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî, serkirdetî û endamên PDKê kir û tê de amaje da rola PDKê di "berevanîkirina ji daxwazên gelê Kurd û bihêzkirina rêya hevpişkiya nîştimanî di welat de".

Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Iraqê Sermed Xencer îro, 16ê Tebaxa 2026ê, bi helkefta derbazbûna heşt dehsalan li ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî, serkirdetî û endamên PDKê kir.

Di peyama Hevpeymaniya Siyadeyê de hatiye: "Di vê bîranînê de, em balê dikişînin ser dîrokeke siyasî û neteweyî ku ev heşt dehsal e berdewam e. Em bilind dinirxînin ku PDK di dîroka siyasî ya Iraqê de xwedan amadebûneke bibandor e û qurbaniyên mezin dane û rûbirûyî astengî û qonaxên dijwar bûye."

Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê her wiha amaje da rola PDKê di "berevanîkirina ji daxwazên gelê Kurd û bihêzkirina rêya hevpişkiya nîştimanî di welat de."

Di dawiya wê peyamê de, Sermed Xencer tekez li ser girîngiya avêtina pêngavan ber bi Iraqeke tenatir, yekgirtîtir û pêşkeftîtir kir, ku tê de mafên hemî pêkhateyan parastî bin û bizav bên yekxistin, ji bo dabînkirina paşerojeke çêtir ji bo hemî nifşên welat.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li roja 16ê Tebaxa sala 1946ê bi serokatiya Mela Mistefayê Barzanî hat damezrandin. Ev partî yek ji partiyên sereke û diyar ên meydana siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

 

K24

Top