Li Dihokê ‘Rêberê Rastnivîsa Zimanê Kurdî’ hat ragihandin
Zankoyên Dihok û Zaxoyê bi hevkariya saziyên peywendîdar, projeyeke bi navê "Rêberê Rastnivîsa Zimanê Kurdî - Zaravayê Kurmancî" da nasîn. Ev rêber dê bibe bingeha sereke ya nivîsên fermî, perwerde û medyayê li devera Behdînanê.
Piştî du salan ji xebatên akademîk, "Rêberê Rastnivîsa Zimanê Kurdî" bi merasîmekê li bajarê Dihokê hat ragihandin. Ev proje ji aliyê komîteyeke pispor ku ji 15 akademîsyen û zimannasan pêk dihat, hatiye amadekirin.
Armanca sereke ya vê rêberê ew e ku cudahiyên di nivîsîna kurdî (zaravayê kurmancî) de ji holê rake û sîstemeke standard ji bo saziyên hikûmî, navendên xwendinê û dezgehên medyayê ava bike.
Endamê Komîteya Serperiştyar a projeyê Ebdulselam Nejmedîn derbarê giringiya xebatê de ji Kurdistan24ê re got: "Ev rêber encama hewildaneke mezin a du salan e. Em bi komîteyeke ji 15 kesan ku hemû pispor û akademîsyen bûn, li ser her hûrguliyekê sekinîn daku em karibin rêbazeke rast û zanistî ji bo nivîsîna zimanê kurdî li herêmê diyar bikin."
Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter di merasîmê de tekez kir ku ev rêber dê di hemû saziyên hikûmî de were bîrkarandin. Dr. Elî Teter got: "Ev rêber dê li ser hemû fermangehên hikûmetê, navendên xwendinê, zanîngeh û sendîkayan were belavkirin. Pêwîst e ji niha û pê ve di hemû nivîsarên fermî û naverokên perwerdeyê de ev rêbaz were şopandin."
Ji bilî saziyên hikûmî, daxwaz ji karsaz û welatiyan jî hat kirin ku di jiyana rojane û bazirganiyê de xwedî li zimanê kurdî derkevin. Cîgirê Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Faris Yuhana bang li karsazan kir û got: "Em daxwaz ji hemû xwediyên dikan û karsazan dikin ku navên dikan û tabelayên xwe li gorî vê rastnivîsê û bi zimanê kurdî yê resen sererast bikin."
Bi cîbicîkirina vê projeyê, tê pêşbînîkirin ku alozî û şaşiyên di nivîsîna kurmancî de kêm bibin. Komîteya serperiştyar dê salane çavdêriya vê pêvajoyê bike, daku her şaşiyek ku hebe were sererastkirin û peyvên nû yên serdemê li rêberê werin zêdekirin.
K24
