Wêneyê jineke kurd derket fînala Pêşbaziya LensCulture ya 2026’an
Wêneyê (Fotoyê) bi navê "Ketina Hundir Qedexe ye" yê jineke kurd a ji rojhilatê Kurdistanê gihîşt qonaxa fînalê ya pêşbaziya cîhanî ya 2026’an. Di pêşbaziya "LensCulture" ku bi sed hezaran wênekêşên ji 124 welatan bi wêneyên xwe beşdar bûn de serketîn û fînalîst diyar bûn. Fotografkêş Evîn Ebasî bi fotoyê xwe ket nava fînalîstan. Ji Taylandê fotografkêş Vica Bogaerts bi fotoyê xwe "Until Dawn Comes" (Berî Şefeqê) bû yekemîn. Ji Hollandayê Bouwe Brouwer bûye duyem. Ji Kraliyeta Yekbûyî Adam Vincent bûye sêyem.
Fotografkêş Evîn Ebasî fotografkêşek û hunermendeke afirîner. Ew ji bajarê Baneyê ya parêzgeha Sinê ye. Evîn Ebasî bi vî wêneyê xwe karî derbasî fînala pêşbaziyê bibe. Ji bo pêşbaziya “LensCulture”yê ji gelek welatan wêne hatibûn şandin. Ebasî di nav van de derket fînalê.
Pêşbazî bi sernavê "Xelatên Fotoyên Kuçeyan ên LensCulture" hatin li dar xistin û yên bi ser ketin eşkere bûn. Ji 124 welatan bi sed hezaran wêne ji bo pêşbaziyê hatin şandin. Juriya hilbijêr ji van 41 berhem ji bo fînalê hilbijartin ku yek ji wan jî ya wênekêş Evîn Ebasî ye. Ji 23 welatan 41 wêneyên fotokrafkêşan hatine hilbijartin.
LensCulture li seranserê dinyayê platformeke cidî ye di warê xwe de. Di pêşbaziyê de berhemên bi ser ketin bi xelata pereyan têne xelatkinin ku xelat 25 hezar dolarî ye. Fotoyên bûye yekem, duyem, sêyem ligel yên bûne fînalîst li Londona Îngilistanê di pêşangehê de dê bêne pêşkêşkirin.
Diyarname
