• Sunday, 16 August 2026
logo

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê pîrozbahî li Serok Barzanî û PDKê kir

Gulan Media August 16, 2026 Nûçe
Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê pîrozbahî li Serok Barzanî û PDKê kir

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn di peyamekê de, bi helkefta salvegera damezrandina PDKê pîrozbahî li Serok Barzanî kir, her wiha daxwaza rêkxistina navmala Kurdan û Iraqê jî kir.

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn îro Yekşemê, 16ê Tebaxa 2026ê, peyamek arasteyî Serok Barzanî kir.

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê di peyama xwe de pîrozbahî li bîranîna salvegera 80ê ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û roja bûna Serok Barzanî dike û hêviya serkeftinê ji bo wî dixwaze.

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê amaje da rewşa hestiyar a deverê û ron jî kir ku dever û Herêma Kurdistanê di rewşeka dijwar re derbaz dibin; ji ber wê daxwaz ji PDKê dike ku ji bo derbazbûna ji vê qonaxê di asta berpirsiyarî û çaverêkirinên gel de bin.

Di pareke din a peyama xwe de, Selahedîn Behaedîn tekez li ser girîngiya piroseya aştiyane kir û daxwaz kir ku dezgehên qanûnî û nîştimanî bên çalakkirin. Her wiha daxwazê dike ku navmala Kurdistanî û Iraqî zêdetir bê rêkxistin da ku Herêma Kurdistanê û Iraq ji bûyerên nexwestî bên dûrxistin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li roja 16ê Tebaxa sala 1946ê bi serokatiya Mela Mistefayê Barzanî hat damezrandin. Ev partî yek ji partiyên sereke û diyar ên meydana siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

 

K24

Top