Joep Leerssen, bîrmendê warê nasyonalîzm û nasnameya neteweyî ji bo Gulan: Nasyonalîzm tenê projeyeke siyasî nîn e, belkî xurtkirina nasnameya çandî û bihêzkirina hesta hevpar a neteweyî ye
Joep Leerssen, yek ji dîroknas û bîrmendên herî navdar ên hemdem ên Ewropayê ye
di warê nasyonalîzm û nasnameya neteweyî de, ku lêkolînên wî bandoreke berçav li
ser têgihiştina aliyên çandî yên nasyonalîzmê heye. Ew, wekî profesorekî fexrî
yê edebiyata Ewropî li Zanîngeha Amsterdamê, bi şêweyekî berawurdkarane diyar
dike ku netewe û nasnameya neteweyî, encama pêvajoyeke (proseseke) dirêj a
dîrokî û çandî ne, ne ku diyardeyeke xwezayî yan mîrateyeke neguhêr bin. Di
dîtina wî de, edebiyat, dîrok, ziman, huner û karên rewşenbîran roleke bingehîn
di avakirin û bihêzkirina hişyariya neteweyî de dibînin, berî ku nasyonalîzm
wekî projeyeke siyasî xwe nîşan bide.
Di vê hevpeyvînê de, Leerssen behsa têkiliya navbera nasyonalîzma çandî û siyasî
dike, her wiha ronî dike ka nasnameyên neteweyî çawa bi rêya pêvajoyên çandî û
beşdariya rewşenbîr, nivîskar û dîroknasan geş dibin û ji pirrengiya çandî ber
bi hişyariyeke neteweyî ya giştgir ve diçin.
- Hûn di lêkolînên xwe de wê red dikin ku nasyonalîzm tenê diyardeyeke siyasî be
û zêdetir tekeziyê li ser girîngî û bihayê nasyonalîzma çandî dikin. Hûn çawa li
têkiliya navbera nasyonalîzma siyasî û nasyonalîzma çandî dinêrin? Gelo
nasyonalîzma çandî wekî hêzeke çandî dimîne, yan di dawiyê de diguhere bo
tevgereke siyasî?
- Ev pirseke girîng û têkildar e. Bi nêrîna min, bêyî li ber çavgirtina rûyê
çandî, tesewura nasyonalîzmê temam nabe. Hêvî û xewna hebûna dewleteke
taybet, rizgariya ji serdestiya derve, mafê biryardanê li ser çarenivîsê û
bidestxistina serbixwebûnê, hemû armanc û xewnên siyasî ne, ji ber wê
nasyonalîzm di vî alî de projeyeke siyasî ye, lê bingeha vê projeyê di çandê
de hatiye danîn. Netewe xwe bi rêya ziman, bîranîn, edebiyat, huner,
dabûnerît û mîrateya hevpar pênase dike. Ew hesta nêzîkayî û hevkariya ku
endamên neteweyê bi hev ve girê dide û di heman demê de cudahiya wan ji
neteweyên din diyar dike, berhema çandê ye. Ji ber wê divê destpêkê civakeke
çandî hebe, paşê xewn û armancên siyasî li ser wê bingehê bên avakirin.
Heger em mînakê li ser rewşa Kurdan bidin, Kurd xwedî xebateke dirêj in ji
bo bidestxistina qewareyekî siyasî ku bikare bi xwe fermanrewayiya xwe bike
û hemû Kurdan bigire nav xwe, lê kurdbûn, berî her tiştî, bi ziman, çand û
mîrateya hevpar a kurdî tê pênasekirin. Ev bingeha çandî, tew di rewşa
nebûna dewletê de jî her berdewam dimîne û bi hêsanî nayê jêbirin.
- Nexwe em dikarin bibêjin ku nasyonalîzm di astên cuda de kar dike?
- Nasyonalîzm li ser du astan kar dike. Di asta siyasî de, wekî îdeolojiyekê,
di nav tevgera xelkê de ji bo bidestxistina armancên wan ên siyasî reng
dide, her wekî sosyallîzm, lîberallîzm yan demokrasiya mesîhî. Di vî warî
de, partî û rêxistinên siyasî tên avakirin ji bo gihîştina bi wan armancan.
Di heman demê de nasyonalîzm di asta çandî de jî kar dike û hişyariya
takekesî li hember ziman, dîrok, nerît û bihayên hevpar bihêz dike. Ji ber
wê nasyonalîzm tenê projeyeke siyasî nîn e, belkî hewleke berdewam e ji bo
parastin û xurtkirina nasnameya çandî û bihêzkirina hesta hevpar a neteweyî.
Bo mînak, gava hikûmetek cudahiyê li dijî ziman yan nasnameya çandî ya
grûpekê dike, ew grûp bi şêweyekî siruştî nîgeran dibin. Ji ber wê gelek
caran xelk bi rêya çalakiyên çandî, wekî edebiyat, huner, perwerde û saziyên
civakî, hewl didin nasnameya xwe ya çandî biparêzin û bihêz bikin. Di
rastiyê de nasyonalîzma siyasî û nasyonalîzma çandî gelek caran di yek demê
de û mil bi milê hev kar dikin û hevdu temam dikin, lê cudahiyeke girîng di
navbera wan de heye: Nasyonalîzma siyasî gelek caran li dijî rewşa heyî ye û
daxwaza guherînê dike, lê nasyonalîzma çandî xwedî siruşteke parêzgar e û
armanca wê ya sereke parastina ziman, dîrok û mîrateya çandî ye. Nexwe yek
ji wan hewl dide rewşa siyasî biguhere, di dema ku ya din dixwaze penageh û
zemînekî aram ji bo parastina çand û nasnameya hevpar peyda bike. Her wiha,
ev nîşan dide ku şert û merc di rewşekê de gelek cuda dibin ku nakokî û
milmilaneya navbera aliyan tê de nemaye, yan armancên siyasî yên sereke bi
dest hatine. Bo mînak, Îrlanda ku ez bi xwe lê dijîm, demeke dirêj xebat li
dijî Împeratoriya Brîtanyayê kir, lê niha dewleta xwe heye. Her çend hîn
hinek kêşe hene, lê piraniya xelkê Dublin û navçeyên din ji rewşa niha razî
ne. Tevî wê jî, nasyonalîzma çandî nesekinî û berdewam e, ji ber ku tenê bi
hebûna nakokiya siyasî ve ne girêdayî ye, belkî bi mercên civakî û dîrokî ve
jî girêdayî ye. Heger dijminatî yan şerekî nû çêbibe, yan bêîstîkrariya
siyasî hebe û hikûmeteke nû desthilatê bigire dest, hingê nasyonalîzma çandî
dikare bibe çavkaniya bilindbûna nasyonalîzma siyasî. Ji ber wê em dikarin
bibêjin ku nasyonalîzma çandî zemîn û bingeha sereke ya geşebûna
nasyonalîzma siyasî ye.
- Li gorî wan encamên ku hûn gihîştinê, nasnameyên neteweyî berhema pêşkeftina
dîrokî û çandî ne, ne ku mîrateyeke kevnar bin. Gelo ew pêvajoya sereke ya çandî
çi ye ku rewşenbîr, nivîskar û dîroknas dikarin bi kar bînin ji bo guherîna
pirrengiya çandî bo hişyariyeke neteweyî ya giştgir?
- Dibe ku li vir pêwîst be em bersiveke dualî bidin. Destpêkê bila em behsa
nasnameya takekesî bikin û bipirsin: Nasname çi ye? Di asta takekesî de
nasname bi wê maneyê ye ku her mirovek xwedî taybetmendî û kesayetiyeke
bêhempa ye û ji her kesekî din cuda ye. Her kesek xwedî nasname, maf û
berpirsiyariya xwe ye û kesekî din nikare cihê wî bigire. Di asta neteweyî
de jî, bo mînak Kurd, nasname bi wê maneyê ye ku ew ne Tirk e û ne Îranî ye,
belkî nasname û taybetmendiya xwe heye. Her wiha nasname tenê cudahî nîn e,
belkî berdewamî û berpirsiyariyê jî dihewîne. Bo mînak, heger min berî du
hefteyan otomobîla xwe li cihê qedexekirî rawestandibe, divê ez cezayê wê
bidim; ez nikarim bibêjim ew kesê ku wê demê ev kar kiriye ne ez bûm. Ev
nîşan dide ku mirov berpirsê kiryarên xwe yên berê ye û ev berdewamî yek ji
bingehên sereke yên nasnameyê ye. Yanî bi derbasbûna demê re, ez parastina
nasnameya xwe dikim û heman nasnameya min a berê berdewam dibe. Li vir du
aliyên sereke hene: Yekem, nasnameya min ji ya yên din cuda ye; duyem, ev
nasname di dema derbasbûyî de berdewamiya xwe diparêze. Heger em rewşa
Kurdan wek mînak bigirin, pirs ev e: Parastin û xurtkirina nasnameya Kurd di
nav dewlet û sîstemên siyasî yên cuda de tê çi wateyê? Yanî çawa dikarin
taybetmendiyên nasnameya Kurd bên parastin û di heman demê de hesta
berdewamiya dîrokî û çandî di navbera nifşan de bihêz bibe? Em dikarin
bibêjin ku ev du wateyên sereke hene. Yekem, tekezîkirin li ser wê ku grûpek
ji grûpên din cuda ye û taybetmendiya xwe heye. Bo mînak, Kurd li dijî
hikûmetên xwesepên xebateke dirêj kiriye û ev ezmûn gotarek bihêz afirandiye
ji bo dubarekirina ku "Em cuda ne". Ev hest jî palnederekî girîng e ji bo
bihêzkirin û parastina nasnameya hevpar. Lê mixabin ev gelek caran bi wê
maneyê tê ku ji bo tekeziya li ser nasnameyê, hebûna dijminekî yan "yê din"
roleke girîng dibîne. Bo mînak, sedemeke lawaziya nasnameya hevpar a
Yekîtiya Ewropayê ew e ku dijminekî hevpar û eşkere nîn e da ku bikare hesta
yekgirtinê zêdetir çêbike. Her çend bi destpêkirina karê Trump re hinek
rewşên dijminane çêbûn, lê yek ji bingehên sereke yên nasnameyê berdewamî
ye. Nasname bi parastina bîranîna hevpar ve girêdayî ye. Ev bîranîn jî
pêdivî bi bîranîneke çandî heye ku rabirdû û niha bi hev ve girê bide. Ji
ber wê pêwîst e takekes kesayetiyên xwe yên dîrokî binasin û bizanibin
berî 50, 100 yan 200 salan çi qewimiye. Ev hesta berdewamiya dîrokî nifşê
niha bi ezmûn, bîranîn û mîrateya çandî ya bav û bapîran ve girê dide. Bo
mînak, dema em behsa Kurdan dikin, mebest ew e ku Kurd tenê niha nînin,
belkî di rabirdûyê de jî hebûn û dîrokeke wan a berdewam heye. Di têkiliya
bi hesta berdewamiya dîrokî de, çand roleke bingehîn di avabûn û parastina
nasnameya grûpan de heye. Helbest, edebiyat, roman û şêwazên cuda yên
derbirînê alîkar in da ku nifşên paşerojê hesta hevpar a nasnameyê
biparêzin, ji ber ku bîranînên rûdanên rabirdû vediguhezînin û zindî dikin.
Di vê serdemê de sînema yek ji girîngtirîn amûrên vî karî ye, her çend rê û
şêwazên din jî hene. Her wiha, fêstîval û nerîtên teqlîdî jî roleke girîng
dibînin, ji ber ku parastina nasnameya grûpê pêdivî bi nerît û bihayên
hevpar heye. Bi giştî çand bi hemû şêwazên xwe amûreke sereke ye ji bo
berdewamiya dîrokê û bihêzkirina hesta hevpar a civakê.
