Wolfgang Streeck, civaknas û bîrmendê Alman ji bo Gulan: Guhertinên şaristanî yên mezin di demeke kurt de pêk nayên, belku bi qonax û di pêvajoyeke hêdî de rû didin
Wolfgang Streeck, civaknas û bîrmendê Alman ji bo Gulan: Guhertinên şaristanî
yên mezin di demeke kurt de pêk nayên, belku bi qonax û di pêvajoyeke hêdî de rû
didin
Di van çend dehsalên borî de, pirsa paşeroja sermayedariyê, sînorên şiyanên
demokrasiyê û têkiliya navbera bazar û dewletê, bûne yek ji mijarên herî girîng
ên ramanên siyasî û aborî. Qeyranên li pey hev ên aborî, zêdebûn û bilindbûna
neyeksaniyê, lawazbûna desthilata saziyên demokratîk û geşebûna hêza sermayeya
cîhanî, bi tevahî pirsên nû di nav xwe de hilgirtine derbarê şiyana sîstema
sermayedariyê bo berdewambûn û çaksaziyê. Di nav van guftûgoyên fikrî de, navê
«Wolfgang Streeck» civaknas û bîrmendê Alman û rêveberê fexrî yê Peymangeha «Max
Planck» bo Lêkolînên Civakan, wek yek ji dengên rexneger ên herî girîng ên
sermayedariya hevdem derdikeve pêş. Lêkolîn û pirtûkên wî, bi taybetî How Will
Capitalism End?, tenê hewl nadin paşeroja sermayedariyê pêşbînî bikin, belku
bang dikin ku cîhan di qonaxeke aloz û demdirêj a veguhastinê de ye; qonaxek ku
tê de saziyên siyasî û aborî yên kevin ji ber nakokiyên xwe yên hundurîn bi
hêdîka ji hev hildiweşin, bêyî ku alternatîfeke tam amade cihê wan bigire. Di vê
hevpeyvîna xwe de ligel kovara Gulan, Streeck nêrîna xwe derbarê paşeroja
sermayedariyê, sînorên demokrasiyê, rola dewletê, nasyonalîzm û ew guhertinên ku
bawer dike dê çarenûsa birêkûpêkkirina siyasî û civakî di dehsalên bê de diyar
bikin, tîne ziman.
- Di pirtûka we ya "How Will Capitalism End?" de, hûn behsa wê dikin ku
alternatîfeke mentiqî cihê sermayedariya hevdem negirtiye, li şûna wê,
ketiye nav serdemeke demdirêj a hilweşîna sîstematîk. Heger bi rastî
sermayedarî ber bi belavbûnê ve biçe, ber bi tiştê ku we bi nav kiriye «rewş
û sîstema post-civakî», gelo ew nûkirinên saziyî an dahênanên siyasî çi ne
ku dibin sedema rêgirtin li vê rûtê ber bi neyeksanî û belavbûnê? Gelo hûn
tu pêşiyeke dîrokî bo vê celebê guhertinan dibînin?
- Destûrê bidin min hinekî zêdetir li ser wê nêrîna ku beriya çend sersalan
min nivîsîbû biaxivim. Sermayedariya hevdem tenê sîstemek nîne bo hilberîna
nirxê zêde, belku bûye şêwazekî jiyanê û çandeke serdest û heta astekê
veguheriye pîroziyeke civakî, lewma bidawîanîna wê, tenê bi guhertina
siyasetê an aboriyê nabe, belku pêdivî bi guherîneke giştgir di bingeha
şaristaniyê de heye. Ev guherîn divê hemû qonaxan, ji hilberînê heta
xerckirin û dubare hilberînê bigire nav xwe û divê ev pêvajo jî bi şêweyekî
hêdî û demdirêj bi pêş ve biçe. Her wiha ev pêvajo dem û amadehiya civakê
dixwaze. Ji aliyê teorîk ve dibe ku pêdivî bi hêzekê an partiyekê hebe ku
desthilat di destê wê de be û bikaribe dawiya sermayedariyê rabigihîne, lê
kêşeya sereke ew e ku nexşerêyeke hûr û konsepta zelal bo sîstema alternatîf
nîne. Her wiha desthilatek jî nîne ku bikaribe wê veguhastina mezin ji jor
ve birêxistin bike û bi awayekî çalak bi cih bîne. Divê ez vê jî bibêjim ku
beriya sermayedarî bi temamî bi dawî bibe, mirovahî dê di serdemeke demdirêj
û tijî qeyran û nezelaliyê de derbas bibe. Di wê demê de nakokiya navbera
saziyên kevin û çaverêyiyên nû dê berdewam be. Her wiha pevçûna navbera wan
hêzên ku dixwazin sîstema kevin vegerînin û yên ku bo damezrandina sîstemeke
nû hewl didin, dê zêdetir bibe. Hemû ev pêvajo jî di bin mercên nezelalî û
aloziyê de rû didin. Di heman demê de, divê cudahî di navbera belavbûn û
hilweşîna şaristaniyê, ligel avakirin û ji nû ve çêkirina şaristaniyeke nû
de bê berçavgirtin, ji ber ku ev du pirsên bi temamî ji hev cuda ne. Mebesta
min ne ew e ku di maweyê temenê nifşekî de hemû binyata civakê ji nû ve bê
birêxistinkirin, belku ez behsa pêngavên hêdî û qonax bi qonax ber bi
paşerojeke nediyar dikim, ku tê de sîstem û binyatekî nû yê civakî, piştî
qonaxeke veguhêz û derbasbûnê, bi awayekî realîst çêdibe. Bo kesekî Ewropî,
mînakê herî baş dibe ku bidawîbûna Împeratoriya Romê ya pûtperest û
serhildana şaristaniya Mesîhî di destpêka Serdema Navîn de be; ev jî
veguhastineke dîrokî bû ku nêzîkî 550 salan kişand, her çend ew dem bi awayê
hejmartina dîrokê diguhere. Ev mînak nîşan dide ku guhertinên şaristanî yên
mezin di demeke kurt de pêk nayên, belku bi qonax û di pêvajoyeke hêdî de rû
didin. Dibe ku vê carê em hêvî bikin ku ev veguhastin zûtir pêk bê, lê hemû
nîşane nîşan didin ku ewqas zû nabe wek ku hinek kesên bêsebir pêşbînî
dikin. Her guherîneke bingehîn pêdivî bi dem, ceribandin û qonaxeke veguhêz
a demdirêj heye.
- Lêkolînên we nîşan didin (balê dikişînin ser) nakokiya navbera meşrûiyeta
demokratîk û binyatên pêwîst ên sermayedariya cîhanî. Gelo hûn bawer dikin
saziyên demokratîk bikaribin rê li sermayedariyê bigirin, di demekê de ku
bazar kêm û kêmtir dikevin bin çavdêriya demokratîk de? An hûn bawer dikin
hevsengiya hêzê bi awayekî hatiye guhertin ku pêdivî ye ji nû ve wêneya
demokrasiyê bi xwe bê kêşan, da ku girîngî û bihayê xwe yê siyasî ji dest
nede?
- Demokrasî têgeheke aloz e. Bo mînak, gelo em behsa demokrasiya lîberal,
sosyal demokrat, an demokrasiya siyasî, an pîşeyî, an aborî dikin? Gelo em
behsa demokrasiya rasterast an nerasterast, an nûnertî, an sendîkayî dikin?
An jî têkeliyek ji van? Divê dewlet çi roleke wê hebe? Tiştê ku di vê barê
de dikarim bibêjim ew e ku demokrasiya lîberal-nûnertî bêyî demokrasiya
pîşeyî – wek ku niha heye, bi taybetî piştî nemana sendîkayên karkeran – êdî
bo vê serdemê ne guncaw e, ji ber ku nikare – wek ku we di pirsa xwe de bal
kişandiye ser – rê li sermayedariyê bigire. Ez bawer dikim bo ku dubare
«demokrasî» û ligel wê «gel» bên bihêzkirin, pêdivî ye bi awayekî rîşeyî li
mafên milkdariyê bê nerîn, da ku şêwazekî nû û baştir ê jiyanê bînin holê.
Mebesta min ew e ku pêdivî ye bi rêya tevgera siyasî qada milkdariya bi kom
û xwerêveberiya qadên giştî yên civaka me bê berfirehkirin. Yanî bi rêya
saziyên wekî yekîtiyên herawezî û parkên giştî, ku bi sedema girtina
siyaseta demokratîk parastin li wan bê kirin li hember desteserkerina wan ji
aliyê kompanyayên sermayedar ve. Ev jî bang li hemwelatiyên xwedî milk dike
bo beşdarî û pabendbûnê, ku hevkariya dilxwazane wek xelatekî manewî dikeve
ser xelata maddî. Di dawiyê de, nabe demokrasî di daxwazên burokratîk ên
dewlet û partiyan de kurt bibe, ku di hember wê de ku çar salan carekê dengê
xwe didî wan, tiştê ku tu bawer dikî heqê te ye bidin te. Mebesta min ew e
ku divê dewleta demokratîk ew dewlet be ku hemwelatiyên xwe bihêz û xwedî
şiyan bike da ku bixwe biryarderê çarenûs û jiyana xwe bin.
- Hûn behsa îhtîmala wê dikin ku hikûmet bikaribin piştî çendîn dehsalan ji
gerdûnîbûnê (globalîzm), desthilata siyasî bidest bixin. Gelo hûn bawer
dikin bilindbûna nasyonalîzmê û desttêwerdana dewletê birîtî ne ji
bihêzkirina rastîn a binyata dewletê, ne ku ev tenê bertekek bin bo aloziyên
civakî û siyasî ku gerdûnîbûnê anîne holê?
- Bi rastî, heger dewlet bi awayekî rastîn bikeve bin kontrola demokrasiyê, ev
ê bibe pêngaveke girîng bo vegerandina desthilatê bo destê gel û
sînordarkirina desthilata sermayedariyê, her wiha bo rizgarkirina piraniya
hemwelatiyan ji rewşeke paşkoyî û neçalak. Lê divê em haydar bin û bizanibin
ku têgeha «dewlet» gelekî giştî ye û nabe bi awayekî yeksan li ser hemû
dewletan bê sepandin. Dewlet li gorî rola xwe di aboriya sermayedarî de û
cihê wan di nav sîstema cîhanî de ji hev cuda ne; hinek ji wan serweriyeke
çalak û azad hene, lê hinekên din di bin bandor û hejmoona hêzên împeryalîst
an herêmî de ne. Di heman demê de, nabe nasyonalîzm û desttêwerdana dewletê
werin têkelkirin, ji ber ku ev du têgehên cuda ne. Bi nêrîna min, demokrasî
bêyî nemerkeziyekirina biryardanê û beşdariya rasterast a gel, wateya xwe ya
tam nagire. Lewma divê hemwelatî bibin çavkaniya sereke ya hemû biryarên
girîng. Her wiha, ew nasyonalîzma rastgir a ku îro bihêz bûye, divê wek
bersiveke xelet û di hinek rewşan de metirsîdar bo hesta bêdesthilatî û
bêbeşbûna gel bê şirovekirin. Ev hest jî ji siyasetmedaran û çîna burokratîk
serçavkanî digire, ku pir caran ji bilî sozên vala û dirûşmên siyasî, tu
çareseriyeke rastîn bo kêşeyên jiyana rojane ya hemwelatiyan pêşkêş nakin.
