Umut Özkırımlı, lêkolînerê payebilind ê Enstîtuya Barcelona ya Lêkolînên Navdewletî ji bo Gulan: Nasyonalîzm ji îdeolojiyeke siyasî zêdetir e û şêwazekî nêrîna li cîhanê û dîtina dinyayê ye
Umut Özkırımlı, lêkolînerê payebilind ê Enstîtuya Barcelona ya Lêkolînên
Navdewletî ji bo Gulan: Nasyonalîzm ji îdeolojiyeke siyasî zêdetir e û şêwazekî
nêrîna li cîhanê û dîtina dinyayê ye
Di serdemekê de ku cîhan bi lez rûbirûyê guhartinên siyasî, civakî û teknolojîk
dibe, nasyonalîzm hîn jî yek ji hêzên herî girîng û bi bandor e di avakirina
nasname, dewlet û siyasetê de. Herwiha şer, qeyranên jeopolîtîk, derketina
populîzmê û şoreşa peywendiyên dîjîtal, hemûyan pirseke bingehîn derxistiye pêş:
"Gelo nasyonalîzm hêzeke yekgirtû û avaker e, yan dibe amrazek ji bo dabeşkirin
û parçebûna civakan?" Ji bo bersivdana van pirsan, me ev hevpeyvîn ligel Umut
Özkırımlı, yek ji lêkolînerên herî naskirî yên nasyonalîzm û populîzmê, encam
da. Özkırımlı lêkolînerê payebilind e li Enstîtuya Barcelona ya Lêkolînên
Navdewletî (IBEI) û Navenda Barcelona ya Karûbarên Navdewletî (CIDOB). Di çend
dehsalên borî de berhemên wî bûne çavkaniyeke girîng ji bo têgihîştina cewher û
guhartinên nasyonalîzmê di cîhana hemdem de. Di vê gotûbêjê de, behsa wê yekê tê
kirin ku nasyonalîzm nabe tenê wek hêzeke "baş" yan "xirab" bê naskirin, lê belê
wek diyardeyeke siyasî û civakî li gorî guhartina mercên dîrokî û siyasî
diguhere. Herwiha, awayê peywendiya navbera nasyonalîzm û populîzmê, bandora şer
û qeyranan li ser xurtbûna hesta neteweyî, û rola medyaya civakî û zîrekiya
destkird (AI) di avakirina nasnameya siyasî de, mijarên herî girîng ên vê
hevpeyvînê ne.
- Hûn di nivîsên xwe de behsa wê yekê dikin ku nasyonalîzm amrazekî siyasî ye
û dikeve bin bandora mercên civakî û dîrokî. Hûn pê bawer in ku nabe wek
mijarekê bê dîtin ku di bingeh de wêranker e yan pêşketinxwaz. Li vir pirs
ev e: Gelo qeyran û tengajî dibin sedema xurtkirina siyaseta nasyonalîst di
dema şer û rûbirûbûnên jeopolîtîk de, yan dibin sedema afirandina derfetekê
ji bo pêkanîna formeke giştgir a nasnameya siyasî?
- Ger em bersiva vê pirsê bi wê yekê dest pê bikin ku nasyonalîzm bi xwe çi ye
û çi celebên nasyonalîzmê hene? Û gelo nasyonalîzm di bingeh de – wek di
pirsa we de hatiye – bi xwe hêzeke baş e û pêşketinê bi xwe re tîne, yan
dûrxistin û marjînalîzekirinê? Bi nêrîna min, nasyonalîzm ji bîrubaweriyekê,
yan em bibêjin ji îdeolojiyeke siyasî zêdetir e; dibe ku çêtir be em wê bi
lîberalîzm û sosyalîzmê re bidin ber hev. Ew şêwazekî nêrîna li cîhanê û
dîtina dinyayê ye. Di rastiyê de bi rêya sê mekanîzmayan kar dike: Heya niha
hûn li Kurdistanê xwedan celebekî serbixwebûnê ne, ev jî pişta xwe bi
"vegêran" (narrative) yan çîrok û nêrînekê germ dike. Ew jî ew e ku Kurd
neteweya herî mezin a bê dewlet in. Herwiha dîrok heye; dîrok dikare rastîn
be û dikare çêkirî be. Ev ne girîng e, pêdiviya te bi çîrokekê heye. Piştre
sazî (institutions) tên, ku bi her duyan hest û sozên nasyonalîst
diafirînin. Ev hest motîvasyonê didin xelkê û bandorê li wan dikin. Mebesta
min ew e ku em vegêranek û çîrokekê pêşkêş dikin û piştre bi saziyan
piştevaniyê lê dikin. Ger em bi vî awayî li nasyonalîzmê binêrin, divê em
cudahiyê bixin navbera nasyonalîzma medenî, etnîkî, siyasî û çandî. Çêtir e
em wek proseyeke demdirêj û berdewam li nasyonalîzmê binêrin. Nexwe, ji
aliyekî ve nasyonalîzmeke wêranker heye ku di wêjeya vê qadê de jê re tê
gotin "nasyonalîzma marjînalîst" yan "nasyonalîzma tundrew", herwiha forma
wê ya berevajî heye ku "niştimanperwerî" ye. Bi giştî nasyonalîzm wê yekê
tîne bîra te ku te "aidiyet" (pêwendî) bi vê cîhanê re heye, ku tu xwedî
gelê xwe yî û dijminê te jî heye. Ji bo ku bersiva xwe bi pirsa we re girê
bidim: Qeyran her du encaman bi xwe re tînin. Bi piranî tengajî dibin sedema
berçavkirina nasyonalîzmê. Nasyonalîzm di demên kombûnên cemawerî, merasîm,
bîranîna roja serbixwebûnê, rojên referandumê û gava êrîş tê ser welatê te
de, bêtir derdikeve pêş. Bo nimûne, ger li Kobanî êrîş bê ser Kurdan, xelk
vebijarka berxwedanê hildibijêrin. Nexwe, encam bi cewherê qeyranê ve
girêdayî ye; ew jî bi wan siyasetmedaran ve girêdayî ye ku kontrola çîrok û
saziyan di destê wan de ye. Lewma bersiv ne "reş û spî" ye; dikare her du
encam jê derbikevin, ev jî bi celebê qeyranê û serokatiya welat ve girêdayî
ye. Bo nimûne, Saddam Husên bêyî ku tu hincetek hebe, nêrînek li ser Kurdan
ava kir û piştre êrîşa kîmyewî kir ser wan; ev rûyê reş û tarî yê
nasyonalîzmê ye, lê dikare rûyekî baş û geş jî hebe.
- Hûn lêkolîn li ser populîzmê dikin. Populîst xwe wek parêzvanê xelkê li
hember elîtên navxweyî û rêxistinên navdewletî nîşan didin. Pirs ev e: Gelo
populîzm heman dîtin û nêrîna nasyonalîst bikar tîne ji bo avakirina
tevgerên nû yên siyasî, yan populîzmê bi awayekî bingehîn cewherê
nasyonalîزمê guhartî ye?
- Di rastiyê de her du ne. Berî her tiştî çêtir e em bibêjin "populîzm û
nasyonalîzm", ji ber ku pir caran wek yek tişt tên nîşandan, lê di rastiyê
de ji hev cuda ne. Rast e dikarin bi hev re kar bikin, lê du tiştên cuda ne.
Populîzm li ser asta "stûnî" (vertical), xelk û elîtan ji hev cuda dike.
Nasyonalîzm li ser asta "asoyî" (horizontal), cudahiyê di navbera hundur û
derve de dike. Lê bêguman ev her du hevdu bikar tînin, ji ber ku ev dibe
sedema zêdebûna bandor û hincetên wan. Bo nimûne, nasyonalîst îdia dikin ku
elîtên welat nûnertiya berjewendiyên global dikin û vê nêrînê belav dikin ku
ev elît li dijî berjewendî û mafên xelkê ne. Li vir, ev heman naveroka
îdiaya populîst e û bi vî awayî ev her du hevdu xurt dikin. Her çi be, em
dikarin bibêjin ku populîzm jî mîna nasyonalîzmê dikare baş yan xirab be. Lê
di vê rewşê de, serkirdeyên populîst, bi taybetî yên rastgir, nasyonalîzmê
bikar tînin ji bo rewakirin û geşkirina kampanyayên xwe yên siyasî. Mebesta
min ew e ku nasyonalîzmê bikar tînin bi rêya nîşandana wê yekê ku elîtên
welat nûnertiya hêzên derve dikin yan jî "pûkela" (marionette) destê wan
hêzan in. Mîna ku Donald Trump îdia dike ku Biden yan Demokrat komunîst in,
êdî ev bi çi wateyê be jî. Nexwe ev her du (populîzm û nasyonalîzm) bi
awayekî çalak hevdu bikar tînin.
- Eşkere ye ku derketina peywendiyên dîjîtal, zîrekiya destkird (AI) û medyaya
civakî bandora xwe hebûye, ji ber ku agahiyan bikar tînin ji bo amadekirin û
geşkirina nasnameya siyasî. Nirxandina we çi ye bo bandora van teknolojiyên
nû li ser avakirina nasnameyên neteweyî? Gelo hûn pê bawer in ku peywendiyên
dîjîtal cihê ezmûnên dîrokî yên hevbeş girtiye û bûye bingeha nasyonalîzmê?
- Bersiveke kurt bo vê pirsê "erê" ye. Êdî kesî pêdivî bi kirîna rojnameyên
kaxezî nîne, ji ber ku em di nav qadên elektronîk de dijîn. Divê em amaje pê
bikin ku ev hemû teknolojî dibin sedema bilezkirin û hêsankirina belavbûna
nasyonalîzmê. Di rabirdû de, bo nimûne di sedsala 19an de, belavbûna raman û
baweriyan pêdivî bi çend mehan hebû. Di destpêka sedsala 20an de bi rêya
medyaya çapkirî û televîzyonê, ev prose bû rojane. Niha ji ber medyaya
civakî, ev bûye "yeksertî". Lê ev prose û ev lez, di berjewendiya
nasyonalîzma rastgir de ye. Digel vê yekê, tiştê ku divê li ber çav bê
girtin ew e ku ji ber ku mirov nikare bi temamî înternetê kontrol bike,
îhtîmala wê yekê çêdibe ku "meydanxwandin" (challenge) ji bo nêrînên serdest
çêbibe. Ev ji bo demokratîzekirinê û ji bo celebên cuda yên gotaran jî wiha
ye. Mebesta min ew e ku di rabirdû de bi hêsanî dihat xwestin ku dezgehên
ragihandinê bên kontrolkirin, lê li wan welatên ku hewl dane vê yekê bikin,
hîn jî nekariye medyaya civakî kontrol bikin. Nexwe ger bixwazin bi temamî
kontrol bikin, divê mîna Koreya Bakur bi temamî peywendiyan bibirin. Welatê
Çînê jî sîstemeke girtî ya înternetê heye; her tişt girtî ye. Amazon li cem
wan nîne û ji bo daxwazkirina xwarinê sepanên (app) wan ên taybet hene.
