Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye
Li Gimgima Mûşê "Festîvala Girê Koxê" wekî kevneşopî tê li dar xistin, lê ev 12 sal bûn nedihat li dar xistin. Festîval îsal di navbera rojên 7-9'ê mehê de wê li ser Girê Koxê li dar bikeve.
Şaredariya Gimgimê festîvalê organîze dike. Bi rêya festîvalê xweza, çand û hunerê tîne ba hev. Di festîvalê de ligel çalakiyên çandî, li ser ekolojiyê jî dê hin gotûbêj hebin.
Li aliyê din di festîvalê de wê pêşangeha wêneyan jî bê vekirin.
Va ye bernameya festîvalê:
7'ê Gelawêjê:
- Saet 10:00, Meşa Destpêkê
- Saet 14:00, Gotûbêj: “Texrîbata Xwezayê û Talana Ekolojîk”
- Saet 15:00, PanelB “Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd”
- Saet 19:00, Konser: Navdar Denîz, Firat Guneş û Dodan
8'ê Gelawêjê:
- Saet 15:00, Xwendina Helbestan
- Saet 16:00, Panel: “Komar û Kurd”
- Saet 17:30, Şahiya Zarokan
- Saet 20:00. Konser: Bîlge Rozeyy, Eylul Nazlier, Sîpan Xelat
9'ê Gelawêjê:
- Saet 10:00, Panel: “Di 33 Saliya Xwe De 33 Can; Ronahiya Sêwazê Natemire”
- Saet 14:00, Gotûbêj: “Di Dîrokê De Cîhê Gimgimê”
- Saet 16:00, Panel: “Dengbêjî”
- Saet 20:00, Konser: Mizgîn Tûran, Denîz Esmer, Serhado
Diyarname
