• Thursday, 06 August 2026
logo

Kurdek û hevjîna xwe ya Romanî ji Brîtanyayê bi duçerxeyan gihîştin Dihokê

Gulan Media August 6, 2026 Corane
Kurdek û hevjîna xwe ya Romanî ji Brîtanyayê bi duçerxeyan gihîştin Dihokê

Xortekî Kurd ê ji devera Germiyanê tevî hevjîna xwe ya Romanî, bi duçerxeyan ji Brîtanyayê ber bi Herêma Kurdistanê ve rê ketin û piştî birîna 5 hezar kîlometreyan gihîştin bajarê Dihokê.

Heval Mehmûd, ku bi eslê xwe xelkê bajarokê Bawan ê devera Germiyanê ye, tevî hevjîna xwe ya Romanî Adelina Laura, biryar dan ku bi duçerxeyan geşteke dûr û dirêj di navbera Ewropa û Kurdistanê de bînin. Ew di 3ê Gulana îsal de ji bajarê Londonê yê Brîtanyayê bi rê ketin û piştî derbaskirina 17 welatan û birîna zêdetirî 5 hezar kîlometreyan, gihîştin axa Herêma Kurdistanê.

Heval Mehmûd derbarê armanca vê geşta xwe de diyar kir, wan xwestiye bibin mînak ji bo xelkê ku zêdetir girîngiyê bidin werzişê. Heval dibêje: "Me xwest ev bibe çandek ku xelkê Kurdistanê bi çavekî şermê li wan kesên ku duçerxeyan bikar tînin nenerin û ev bibe karekî asayî."

Hevjîna wî Adelina Laura, ku cara yekem e serdana Kurdistanê dike, ji dilgermî û mêvandariya xelkê Kurdistanê matmayî maye. Adelina anî ziman ku li Dihokê gelek kesan ew vexwandine malên xwe û xwestine xwarinê bidin wan. 

Adelina dibêje: "Me 17 welat derbas kirin, lê mêvandariya li vir li ti derê dinyayê nîne. Ez dixwazim xelkê cîhanê rastiya Kurdistanê û dilpakiya vî gelî bibînin."

Ev hevjînên ku niha li bajarê Duhokê ne û li nav bazar û cihên geştiyarî digerin. Tê payîn ku ew ber bi Hewlêra paytext ve bi rê bikevin û geşta xwe li wir bidawî bikin. Heval û Adelina dê sê hefteyan li Kurdistanê bimînin, lê hîn biryar nedane ka dê vegera wan dîsa bi duçerxeyan be yan bi rêyeke din.

 

K24

Top