Hinguvê Kurdistanê di lîsteya herî baş a cîhanê de cih digire
Kurdistan bi ax û keşûhewaya xwe ya taybet, ji bo berhemanîna hinguvê herî bi kalîte yê cîhanê wekî navendeke giring tê dîtin. Hinguvvanên Kurdistanê her sal bi berhemên xwe beşdarî festîvalên navneteweyî dibin û Kurdistanê li ser asta cîhanê didin naskirin.
Hinguvê Kurdistanê ne tenê li herêmê, lê li seranserî cîhanê wekî berhemeke di asteke bilind de qebûlkirin. Ji ber tam, bihn û kalîteya xwe, ev hinguv di gelek pêşbirk û festîvalên dermanî û xwarinê de di rêzên pêşîn de cih girtiye û gelek caran bûye yekemînê cîhanê.
Osman Mecîd Ehmed, ku pispor û şarezayê berhemanîna hinguv e, zêdetirî 40 salan e bi vî karî re mijûl dibe. Ehmed derbarê taybetmendiya hinguvê Kurdistanê û têkiliya wî ya bi mêşan re dibêje: "Em hewl didin bi awayekî zanistî û pîşeyî regeza mêşên hinguv baştir bikin û bereketa axa Kurdistanê biparêzin. "
Osman Mecîd Ehmed herwiha got: "Ezmûna me ya bi dehan salan nîşanî me daye ku gava mirov bi dilsozî nêzî xwezayê bibe, xweza jî berhema herî şîrîn û bi fêde dide me. Hinguvê me niha li her derê dinyayê tê naskirin û em bi vê yekê serbilind in."
Her ku diçe daxwazên li ser hinguvê Kurdistanê li bazarên derve zêdetir dibin. Pispor diyar dikin ku eger piştgiriyeke zêdetir ji bo hinguvvanan were kirin, ev berhem dikare bibe yek ji çavkaniyên sereke yên aboriya Kurdistanê.
K24
