Profesor Ricardo Redaelli, lêkolînerê navdar ê Îtalyayê li ser dîroka hemdem a Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Bexşandina madalyaya "Xaçê Mezin ê Siwarçakî yê Stêrka Îtalyayê", nîşana dostaniya Roma û Hewlêrê ye û rêzlêgirtin e li rola Serokê Herêma Kurdista
Profesor Ricardo Redaelli, lêkolînerê navdar ê Îtalyayê li ser dîroka hemdem a
Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Bexşandina madalyaya "Xaçê Mezin ê Siwarçakî yê
Stêrka Îtalyayê", nîşana dostaniya Roma û Hewlêrê ye û rêzlêgirtin e li rola
Serokê Herêma Kurdistanê
Profesor Ricardo Redaelli, yek ji akademîsyen û lêkolînerên navdar ên Îtalyayê
ye di warê dîrok û siyaseta hemdem a Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê de. Ew
xwedan ezmûneke berfireh a zanistî û lêkolînên meydanî ye li ser navçeyê bi
giştî û Iraqê bi taybetî. Di sê dehsalên borî de, ligel karên xwe yên akademîk,
wek şêwirmend û serpereştê çendîn projeyên lêkolînê û dîplomasiya nefermî
(Track-2) bo wezaretên derve û bergiriya Îtalyayê, NATO û Yekîtiya Ewropayê kar
kiriye, bi taybet di warên pêşxistina şiyana mirovî, hevkariya zanistî ligel
zanîngehên Iraqê û proseya aştiya nîştimanî. Bi mebesta gotûbêjkirina li ser
peywendiyên navbera Hewlêr û Romayê û paşeroja hevbeşiya Îtalyayê ligel Iraq û
Herêma Kurdistanê, di vê hevpeyvînê de bi vî rengî bersiva pirsên Gulanê da.
- Dayîna madalyaya "Xaçê Mezin ê Siwarçakî yê Stêrka Îtalyayê" bi biryara
Serokkomarê Îtalyayê bo Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê
jeopolîtîk ve çi girîngiyeke siyasî û sembolîk heye bo paşeroja peywendiyên
navbera Roma û Hewlêrê di vê demê de?
- Bexşandina rêzlêgirtineke bi vî rengî ji aliyê birêz Serokkomarê Îtalyayê ve
bo birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, hilgirtiyê rehendekî
girîng ê sembolîk û siyasî ye. Ji aliyê sembolîk ve, nîşana dostaniya
navbera Roma û Hewlêrê ye û qedrê wê rola girîng digire ku Serokê Herêma
Kurdistanê digêrîne. Ji aliyê siyasî ve, teqezkirin e li ser pêgeha Herêma
Kurdistanê, di demekê de ku tevahiya navçeyê di nav qeyraneke kûr de ye. Ev
qonax wek yek ji dijwartirîn qonaxên navçeyê tê hesibandin û Herêma
Kurdistanê jî rasterast ketiye bin bandora vê rewşê. Lewma ev gav teqez li
ser pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê dike wek herêmeke seqamgir û hevparekî
cihê baweriya civaka navdewletî.
- Îtalya çawa hevsengiyê di peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê de diparêze?
Pêgeha niha ya Herêma Kurdistanê di stratejiya berfirehtir a Romayê bo Iraq
û Rojhilata Navîn de çi ye, bêyî ku bandor li peywendiyên ligel hikûmeta
Iraqê bike?
- Roma her tim hewl daye helwesteke hevseng biparêze. Em qedrê wê
xwerêveberiya berfireh digirin ku Herêma Kurdistanê piştî 2003an bi dest
xistiye, bi taybet di bin sîbera destûra 2005an a Iraqê de. Di heman demê de
em bi berdewamî piştevaniyê li yekparçeyiya axa Iraqê dikin wek dewleteke
federal. Îtalya di dema nakokiyan de her tim xwe ji alîgiriyê dûr xistiye.
Di şûna wê de, piştevaniya wan hewlên aştiyê kiriye ku armanca wan kêmkirina
girjiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye, ku hinek ji wan min bi xwe bi şêweyeke
şexsî hevahengî bo kirine.
Herêma Kurdistanê roleke pêşeng digêrîne ji ber ku seqamgir e û li gorî navçeyên
din, gihîştina aktorên Ewropî û Rojavayî bo wê hêsantir e. Li vir pêgeha wê ji
aliyê siyasî, aborî û enerjiyê ve pir biha ye. Di heman demê de hêza nerm bikar
tîne wek hevparek ku yên din dikarin pişta xwe bi wê germ bikin. Di heman demê
de Bexda jî bi heman şêwe bo Îtalyayê gelek girîng e. Iraq rûbirûyê astengên
siyasî û ewlehî yên mezin dibe, ji wan jî hegemonyaya milîsan û destwerdana
dewletên din. Îtalya û Ewropa dixwazin piştevaniyê li pêşkeftina siyasî ya erênî
li Bexdayê bikin. Nexwe divê Hewlêr bi şêweyeke avaker bibe hevpar di pêşketina
dîmena siyasî ya welat de, ne ku bibe sedema aloziya zêdetir.
- Di demekê de ku çendîn kompanyayên mezin ên Îtalyayê di sektorên enerjî,
avadanî û çandiniya Herêma Kurdistanê de bi çalakî kar dikin, gelo
seqamgiriya nisbî ta çi radeyekê faktora sereke ya rakêşana van veberhêneran
bûye? Di paşerojê de asoyên berfirehkirina vê hevahengiya darayî û aborî dê
zêdetir kîjan sektoran bigire nav xwe?
- Sedemên karkirina kompanyayên Îtalyayî li Herêma Kurdistanê pir zelal in. Li
gorî gelek beşên din ên Iraq û navçeyê, karkirin di vê herêmê de hêsantir e.
Kurdistan xwedan jêrxaneke baştir, seqamgiriya nisbî û jîngeheke hinekî
guncan e. Bikaranîna berfireh a zimanê Îngilîzî wek zimanekî hevbeş ê
peywendîkirinê, proseyê bo tevahiya kompanyayên Rojavayî hêsantir dike. Tevî
vê yekê jî, herêm xwedan sektorekî perwerdeyê yê pir pêşkeftî ye, ji wan jî
zanîngehên Amerîkî û Brîtanî, ku ev jî sermayeyeke gelek girîng e.
Ji bo pêşxistina zêdetir a hevpariyan, pêdivî ye Herêma Kurdistanê wan xalên
nezelal kêm bike ku gumanê li cem veberhêneran drust dikin. Qanûn dikarin pir
aloz bin, şîrovekirina wan jî pir caran bi rewşên derveyî çarçoveya qanûnê ve
girêdayî ye. Diyardeya gendelî, xizmperestî û peywendiyên berjewendîxwazî
dikarin bibin astengên mezin. Hevkariya zêdetir di navbera hemû navendên
cihêreng ên siyasî û aborî yên herêmê de, jîngeha veberhênanê geştir dike.
- Li gorî dîtina we ya meydanî li Iraq û tevahiya navçeyê, astengên herî
sereke çi ne ku rûbirûyê kompanyayên biyanî dibin, bi taybet yên Îtalyayî,
ku dixwazin veberhênana demdirêj li Herêma Kurdistanê bikin? Çi çaksaziyek
pêwîst e bo handana sermayeyê li derveyî sektora enerjiyê?
- Astengên herî girîng valahiyên qanûnî û îdarî yên nezelal, gendelî,
xizmperestî û peywendiyên berjewendîxwazî ne. Veberhênana demdirêj, bi
taybetî projeyên mezin ên jêrxanê, pêdivî bi seqamgiriyeke navçeyî û
jeopolîtîk heye, ku niha di piraniya deverên Rojhilata Navîn de nîne. Di
heman demê de, qonaxên qeyranê dikarin derfetên nû biafirînin. Ew guhartinên
ku bandorê li rêrewên enerjiyê dikin, dibe ku rola Herêma Kurdistanê di
hinardekirina hîdrokarbonan de yan karkirina wek navendeke navçeyî xurtir
bikin. Lê bidestxistina vê şiyanê pêdivî bi çareserkirina girjiyên navbera
Hewlêr û Bexdayê û başkirina rewşa jeopolîtîk a berfirehtir heye.
Veberhênan li derveyî sektora enerjiyê bêguman guncan e, lê veberhêner pêdivî bi
şiyana pêşbînîkirinê hene. Ev jî pêdivî bi qanûnên zelaltir ên herêmî,
çarçoveyekî şefaf ê veberhênanê û yekalîkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê
li ser dabeşkirina dahat û pirsên din heye. Veberhêneran pêdivî hem bi
seqamgiriya siyasî û hem bi rêsayên qanûnî yên zelal heye.
- Serdana Papa Francis bo Hewlêrê û piştevaniya Vatîkanê, ta çi radeyekê
girîngiyeke siyasî û exlaqî bo pêgeha navdewletî ya Herêma Kurdistanê heye?
Herwiha herêm çawa dikare ezmûna pêkvejiyana pêkhateyên olî wek hêzeke nerm
di dîplomasiya xwe ya derve de bikar bîne?
- Vatîkan ne tenê girîngiyeke taybet dide pêkhateyên krîstiyan ên Iraqê ku
piştî 2003an ziyaneke mezin dîtine, lê belê li hemû kêmneteweyên olî û çandî
yên din jî dinêre. Biryara Papa Francis bo serdanê, di bin sîbera qonaxa
tirsnak a DAIŞê de, girîngiyeke zêde hebû. Herêma Kurdistanê roleke bi
bandor di parastina awareyan de gêrand, ew serdana Papayê jî nîşana
naskirina wan hewl û hevkariyan bû.
Pištevanîkirin yan bangeşeya parastina kêmneteweyan, dikare bo bidestxistina
pêgeha siyasî û piştevaniya navdewletî bê bikaranîn. Ji nêrîna Vatîkanê ve,
pêdiviya rastîn a van pêkhateyan tenê dabînkirina penagehê nîne li Kurdistanê,
lê belê piştevaniyeke siyasî ye ku bikaribin careke din li cih û warên xwe
niştecî bibin. Rola Herêma Kurdistanê di parastina van pêkhateyan de pir biha
ye.
- Di çarçoveya hewlên hevpeymaniya navdewletî de, şêwirmendên serbazî yên
Îtalyayê beşdariyeke berçav di perwerdekirin û piştevaniya hêzên Pêşmerge de
kirine. Li gorî nirxandina we, ev hevkariyan ta çi radeyekê şiyana serbazî û
asta profesyonelî ya wê hêzê di rûbirûbûna terorê û metrsiyên DAIŞê de
bilind kiriye?
- Hêzên Pêşmerge, beriya destpêkirina şerê dijî DAIŞê jî, wek hêzeke serbazî
ya jêhatî xwedan navûdengekî bi hêz bûn. Pêşmerge ne tenê roleke sereke di
têkşikandina DAIŞê de gêrand, lê belê piştî hilweşandina xelafeta wan jî,
hikûmetên Ewropî pişta xwe bi Herêma Kurdistanê girêda bo birêvebirin û
desteserkirina hejmareke zêde ya girtiyên DAIŞê. Ev babet ji aliyê siyasî û
qanûnî ve bo welatên Ewropî aloz bû, lewma rola Herêma Kurdistanê di vê warê
de gelek girîng bû. Di heman demê de, hevkariyên navdewletî bûn sedema
pêşxistina zêdetir a jêhatîbûnên Pêşmerge.
Lê belê pir girîng e Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge xwe dûr bixin ji wêya ku
wek "brîkar" (proxy) yê hêzên biyanî bên nîşandan. Herêm dikare peywendiyên xwe
yên bi hêz ligel welatên Rojavayî biparêze, lê divê her tim teqez bike ku di
pênava berjewendiyên xwe yên nîştimanî de gavan davêje.
- Girjiyên navbera Dewletên Yekbûyî û hevparên wê di NATOyê de ta çi radeyekê
dikarin bandorê li ser ewlehiya Iraq û navçeyê bikin? Gelo hûn pêşbînî dikin
Îtalya hevkariyên xwe yên serbazî û ewlehî ligel Herêma Kurdistanê biparêze?
- Îtalya bi giştî di çarçoveyeke berfireh a Yekîtiya Ewropa û NATOyê de kar
dike. Îtalya xwedan nerîtekî dêrîn e di warê parastina aştiyê û
perwerdekirina hêzên polîs de. Îtalya dikare berdewam be li ser van
hevkariyan, lê pir caran ev di bin sîwana NATOyê de pêk tê. Di vê çarçoveyê
de, parastina peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê wek yek ji karên pêşîne
dimîne.
Ji aliyekî din ve, cudahiya helwestan di navbera Washington û paytextên Ewropayê
de dibe sedema nezelaliyê. Ev mijar bi taybetî li Rojhilata Navîn metrsîdar e.
Ji bo Ewropayê, girjiyên ligel Washingtonê neewlehiyê zêde dikin. Ji nêrîneke
stratejîk ve, jidestdana baweriya navbera hevpeymanan metrsiyeke mezin e li ser
seqamgiriyê.
- Li ser nakokiyên berdewam ên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser budce, neft û
navçeyên cihê nakokiyê, hûn çi difikirin? Gelo ev nakokî qanûnî û destûrî ne
yan regên wan di bêbaweriya siyasî de ne?
- Dîplomasiya "Hêla Duyem" (Track II) û gotûbêjên nefermî dikarin alîkar bin
bo têgihîştina nêrînên hevdu. Piştî bîst salan, hîn gelek pirsgirêk bê
çareserî mane. Rêyeke bi bandor ew e ku li şûna daxuyaniyên siyasî yên
giştî, bal bikişînin ser çareserkirina pirsgirêkên pratîkî (wek birêvebirina
avê, dewriyeyên hevbeş li navçeyên cihê nakokiyê).
Destûra 2005an a Iraqê bi lez hat amadekirin û gelek xalên wê rê li ber
şîrovekirinên cuda vedikin. Ji aliyekî din ve, bêbaweriya siyasî û tirs ji
tawanbarkirinê bi "paşekşê" di dozên nîştimanî de, proseyê giran dikin. Lewma
rêkeftinên taybet li ser pirsên rojane dikarin berhemdartir bin.
- Hûn mezintirîn derfet bo Herêma Kurdistanê di salên pêş de di çi de dibînin?
Derfeta herî girîng a li pêşiya Herêma Kurdistanê, di pêgeha wê ya seqamgir a
nisbî de ye. Ev seqamgirî derfetê dide kompanyayên navdewletî ku herêmê wek
bingehekî aram bikar bînin. Herêma Kurdistanê dikare roleke mîna ya Urdunê di
navçeyê de bigêrîne. Lê belê, herêm di bin bandora guhartinên dewrdorê de ye.
Ger rewşa navçeyê ber bi aramiyê ve biçe, Kurdistan dikare bibe sermayeyeke biha
bo hemû Rojhilata Navîn.
Di heman demê de, pêdivî ye Herêma Kurdistanê xwe ji têvlihevbûna di nav
ajandaya hêzên biyanî de biparêze. Divê peyamekî zelal bide ku ew tenê peyrewiyê
li ajandaya xwe ya nîştimanî dike. Ev şefafî bo parastina pêgeha herêmê wek
hevparekî avaker gelek girîng e.
