• Sunday, 26 July 2026
logo

Mehmûd Ebû Sabir, Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê: Nasyonalîzm ber bi ji nû ve darêştinê ve gavan davêje; nasyonalîzma hevçerx ne li dijî cîhanperweriyê (globalîzmê) ye, lê belê mil bi milê wê ber bi pêş ve diçe.

Mehmûd Ebû Sabir, Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê: Nasyonalîzm ber bi ji nû ve darêştinê ve gavan davêje; nasyonalîzma hevçerx ne li dijî cîhanperweriyê (globalîzmê) ye, lê belê mil bi milê wê ber bi pêş ve diçe.

Mehmûd Ebû Sabir, yek ji siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê ye. Di gotûbêja vê
carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Nasyonalîzm û Îdeolojî: Pirs û Peywendî), bi vî
awayî dîtin, nerîn û pêşniyarên xwe anîn ziman:

Di destpêkê de ez spasiya beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê dikim ku vê gotûbêja
eşkere li ser vê pirsê «Nasyonalîzm û Îdeolojî» rêxistin kiriye. Min jî wek
«Nasyonalîzma bêdewlet» babetekî têr û tesel amade kiriye û di vê gotûbêjê de
pêşkêşî we dikim.

• Nasyonalîzma bêdewlet û ji nû ve darêştina nasnameya siyasî

Têgeha «Nasyonalîzma bêdewlet» amaje ye bo komele mirov an gelekî ku xwedî
dîrok, ziman, çand û nasnameyeke hevbeş in, lê bê dewleteke serbixwe û xwedî
serwerî ne. Ev kom, wek kurdan û gelê Baskê, piranî caran hewl didin ji bo
bidestxistina mafê xweberêvebirinê an serbixwebûnê. Di serdema hevçerx de,
nasyonalîzm paş de neketiye, lê belê bi nermî xwe bi guhertinên wek
cîhanperwerî, aboriya dîjîtal û koçberiyê re guncandiye.

Berdewamiya vê ramanê ji çend sedemên sereke tê:

1. Pêdiviya komî: Gerîna berdewam a kesan li pey întîma (girêdayîbûn) û
nasnameyeke hevbeş.
2. Dewlet-netewe: Mana dewletê wek lîstikvanê bingehîn di rêkxistina sînoran,
yasa û berevaniyê de.
3. Kartekirina berevaniyê: Penabirina kesan bo nasnameya neteweyî di dema
hestkirina bi metrsiyên cîhanperweriyê li ser kar û çanda wan.
4. Bikaranîna siyasî: Sûdwergirtina partiyên siyasî ji gotara neteweyî bo
komkirina piştgiriya cemawerî.

Ji aliyekî din ve, nasyonalîzm rûbirûyî komek astengiyên cîhanî dibe, mîna
girêdayîbûna aborî ya kûr di navbera welatan de, geşebûna rola rêkxistinên
navneteweyî, pirçandîbûna ji ber koçberiyê, û kêşeyên dersînor ên wekî guhertina
keşûhewayê û qeyranên tenduristî ku tu dewlet bi tenê nikare çareser bike.

Ji vê perspektîfê, gelek lêkolîner di wê baweriyê de ne ku paşeroja nasyonalîzmê
ne ber bi nemanê ve, lê ber bi ji nû ve darêştinê ve diçe. Di vê pêvajoyê de,
«Nasyonalîzma medenî» ku li ser bingeha hevwelatîbûn, destûr û nirxên hevbeş
hatiye avakirin, dibe cîgirê «Nasyonalîzma etnîkî».

Ji bîreweriya dîrokî ya mezlûmiyetê ber bi avakirina projeyeke saziyî

Ji aliyê dîrokî ve, bîreweriya komî ya polîtîkayên çewsandinê wek stûneke sereke
di avabûna tevgerên neteweyî de, ji wan jî tevgera rizgariya kurd, roleke avaker
dibîne. Bêparbûna ji dewletê û înkar û marjînalîzekirina di qonaxên cuda yên
dîrokê de, bûne beşek ji nasnameya neteweyî. Ev vegêrana dîrokî alîkar e di
rêkxistina rêzên civakê de li dora nasnameyeke yekgirtî, lê ev stûn bi tenê ne
bes in bo darêştina modelekî siyasî yê berdewam.

Heger neteweyeke bêdewlet bixwaze rêya xwe ber bi projeyeke siyasî ya demdirêj
biguhere, pêdiviya wê ya bilez bi wê yekê heye ku ji pirsa dîrokî «Çi bi serê me
hat?» ber bi pirsa daxwazî û paşerojê ve gavan biavêje: «Em çawa dixwazin hikum
bikin û civaka xwe rêk bixin?» Ev guhertin pêdivî bi bersivên zelal û
çareseriyên kiryarî heye bo pirsên girêdayî sazî, destûr, serweriya yasayê,
aborî, geşepêdan û mafên kêmneteweyên nav civakê.

Veguhertinên jîopolîtîk û ji nû ve darêştina hîpoteza kurdî

Di vê çarçoveya jîopolîtîk a nû de, komek bîrmend û teorîsyenên siyasî di wê
baweriyê de ne ku modela hevpişkî û nenavendîbûna pêşkeftî bi cîhaneke nû re
digunce, ku tê de êdî dewlet-neteweya klasîk ne tekane lîstikvanê qadê ye.

Ji dîtina guhertinên jîopolîtîk ên niha, diyar dibe ku tevgera siyasî ya kurd
pêdiviyeke wê ya dîrokî bi geşepêdana têgehên siyasî heye bo pêşkêşkirina
gotarek nû û hevçerx. Ev guhertina mezin pêdivî bi veguhastineke raderî
(radîqal) heye ji tekeziya klasîk a li ser sînor û cografyayê, ber bi
girîngîdana bi pêvajoya avakirina saziyên nîştimanî û çespandina serweriya
yasayê.

Pirrengiya îdeolojîk û pênasekirina nasyonalîzma kurdî

Cudahiyên fikrî û îdeolojîk ên navbera partiyên kurdî tenê di sînorê taktîkê de
nemane, lê belê bandora wan a rasterast li ser darêştina têgeha «Neteweyî»
hebûye. Ev dikare bi çar modelên sereke were xwendin:

1. Yekem: Modela klasîk ku dewlet-neteweya serbixwe wek armanca dawî dibîne.
2. Duwem: Modela fîderal ku armanca wê parastina nasnameyê ye di çarçoveya
dewletekê de.
3. Sêyem: Modela demokratîk ku li ser bingeha neteweya demokratîk û
derbaskirina sînorên klasîk e.
4. Çarem: Modela civakî ku peywendiyekê di navbera rizgariya neteweyî û
dadperweriyê de ava dike.

• Partiyên îslamî yên kurdî: Diyalektîka întîmaya ummetî û taybetmendiya
neteweyî

Partiyên îslamî di çarçoveya lihevketina îdeolojîk de, hewl didin hevsengiyekê
di navbera du nasnameyan de ava bikin: Pabendbûn bi ummeta îslamî ya giştgir ji
aliyekî ve, û nasnameya neteweyî û taybetmendiya kurdî ji aliyê din ve.

• Çep û sosyaldemokrat: Hevparbûna dadperweriya civakî û rizgariya neteweyî

Partiyên çep û sosyaldemokrat di girêdana fikrî ya navbera «dadperweriya civakî»
û «rizgariya neteweyî» de gavan davêjin, lê di darêştina dîtineke yekgirtî de bo
tevahiya tevgera kurdî bi ser neketine. Ev yek ji ber nebûna merceekî fikrî yê
hevbeş û dabeşbûna arasteyan di navbera marksîzm, sosyaldemokrasî û modelên din
de ye.

Her wiha, perçebûna siyasî bi rengekî berçav hêza danûstandina kurdî di çendîn
astan de qels kiriye. Li ser asta navxweyî û fîderal, nebûna yekdengiyê bûye
sedem ku Bexda bikaribe bi awayekî takalî bi aliyên kurdî re danûstandinê bike.

Qeyrana destûrî û bandora pekketina saziyan li ser meşrûiyeta siyasî

Ji dîtina yasaya destûrî, rawestandina karên parlemanê û derengketina pêkanîna
hikûmetê, bandoreke kûr li ser meşrûiyeta siyasî ya pergala hikumraniyê dike.
Parleman qada rastîn a meşrûiyeta (rewabûna) demokratîk e. Sistbûna vê dezgehê
dibe sedema nebûna çavdêriya karîger û daxistina asta baweriya hevwelatiyan.

Bîrmendên siyasî cudahiyê dixin navbera «Meşrûiyeta ruhanî/yasayî» ku pişta xwe
bi cîbicîkirina destûrê girê dide, û «Meşrûiyeta karîgeriyê» ku girêdayî
birêvebirina qeyranan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan e. Dema qeyrana destûrî
dirêj bibe, her du celebên meşrûiyetê lawaz dibin.

Di vê bazne (dor/çerçove) de, berdewamiya xitimbûna siyasî li Herêma Kurdistanê
dibe sedema kûrbûna valahiya baweriyê di navbera hevwelatî û çîna hikumran de.
Cemawer wisa dibîne ku berjewendiya hizbê li pêşiya vîna giştî ye, ku ev di
paşerojê de bi boykotkirina hilbijartinan û paşvekişîna ji çalakiya siyasî diyar
dibe. Her çend qeyranên piralî berhema çendîn aliyan bin, lê encama neguher ew e
ku berdewamiya valahiya destûrî, dibe sedema helandina meşrûiyeta giştî ya
desthilatê û windakirina baweriya ferdên civakê bi saziyên nîştimanî.

Top