• Sunday, 26 July 2026
logo

Îmad Teha, endamê Bazneya Guftûgoyê: Nasyonalîzm ne tenê şanazîkirin e bi dîrokê, belku girtina berpirsiyariyeke neteweyî ye li hember paşeroja nifşên piştî me

Îmad Teha, endamê Bazneya Guftûgoyê: Nasyonalîzm ne tenê şanazîkirin e bi dîrokê, belku girtina berpirsiyariyeke neteweyî ye li hember paşeroja nifşên piştî me

Îmad Teha, endamê Bazneya Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya
Guftûgoyê» de (Nasyonalîzm û Îdeolojî: Pirs û Têkilî), bi vî rengî dîtin û
pêşniyarên xwe anîn ziman:

Di destpêkê de nabe ku ez amaje bi wê nekim ku birêzên vê guftûgoyê ji çendîn
rehend û fikirên cuda ve ev pirsa girîng bi zanyarî û zanistê dewlemend kirin.
Wan ew hêvî li cem min çêkir ku rasterast û bi eşkereyî tekez li ser wê bikim ku
ji bo nexşandina paşerojeke geş û seqamgîr, pêdivî ye nêrîna fikrî bo çemkê
nasyonalîzmê nû bibe. Nasyonalîzma kurdî di vê qonaxa dîrokî de û bi taybetî li
Herêma Kurdistanê ku xwedî parlamen û hikûmeta xwe ye, pêdivî bi werçerxaneke
bingehîn heye; werçerxaneke ku tê de ji formeke «bertekî» (kardaneveyî) û tenê
bergrikarane, ber bi gotarekî «avakera» (binyadner) hengavan baveje. Ev
guhertina fikrî dibe sedema pêkanîna qewareyeke kamil û nûjen ku şiyana
rûbirûbûna kêşeyên serdemê hebe. Di vê pênavê de, nasyonalîzma nû divê li ser wê
baweriya kûr bê dariştin ku kurd wekî karekterekî çalak pênase bike, ku bibe
biryarder û nivîskarê çarenivîsa xwe. Dema takê nîştimanî dighêje wê astê ku
wate û bihayê jiyana xwe ya taybet di nav çarçoveya giştî û mezin a neteweya xwe
de bibîne, wê demê enerjiyeke bêsînor a dahênan û dilsoziyê di pênava civakê de
şîn dibe.

Bêguman parastina vê îradeya neteweyî ji parastina resenatiya ziman û kultûrê
dest pê dike. Ziman bo kurdan ne tenê amûreke sade ya axaftinê ne, belku wekî
«tenê paytexta dagirnekirî» dimîne, ku takê netewe bi dîrok û nasnameya xwe ve
girê dide. Dema zimanê her neteweyekê ber bi tunebûnê ve biçe, wê demê hişyarî û
nasnameya nîştimanî ya wê têk diçe û hîmên wê ji hev diqetin. Ji vir ve ye ku
nasyonalîzma ziman wekî yekemîn sengerê bergriyê û keremeta fikrî ya netewe
derdikeve, çunke dagirkeriya rastîn û metirsîdar ne di laş de ye, belku di nav
mêjî û hişyariya takan de ye. Dema takê kurd bawer dike ku kultûra neteweya
dagirker ji kultûr û dîroka wî dewlemendtir e, ev mezintirîn şikesta
nasyonalîzmê û nîşana bi-xwenamobûnê ye. Ji ber wê, îrade ji çavkaniya zanînê
(meîrifetê) serçavê digire û ew nifşê ku dîrok, fikir û zimanê dayika xwe
nezane, tu carî nabe xwedî îradeyeke rastîn a neteweyî ya nûjen.

Ax di nêrîna fikrî ya nasyonalîzma kurdî de ne tenê sînorekî coxrafî an
panatiyeke bêcan e, belku wekî cismê zindî yê netewe tê pênasekirin. Hebûna axê
bêyî hebûna mirovekî neteweyî û hişyar, zemînê xweş dike ku ew ax bi hêsanî
rûbirûyî dagirkeriyê bibe, an jî heta bê firotin. Di vê hevkişeya girîng de,
dabeşkirina rast a erkan roleke biryarder dibîne. Heke mêr di warê dîrokî de di
sengerê bergriyê de parêzerê sînor û axa nîştiman bûbin, wê demê jin parêzerên
ruh, ziman, perwerde û nasnameya civakê ne. Parastina resenatiya nîştimanî,
mezintirîn asta îradeya gel e, ku pêdivî bi guhertineke bingehîn di têgihîştina
me de bo çemkê xebatê heye.

Netewe wê demê bi wateyeke rastîn serdikeve ku hevwelatiyên wê ne tenê amadeyî
qurbanîdan û şehîdbûnê bin, belku fêr bibin ka çawa bi hişyariyê ve jê re bijîn,
kar bikin û dahênanê bikin. Ev cure têkoşîna nû, ku mirov dikare navê wê bîne
«Pêşmergetiya Şaristanî», îfadeya amadebûna berdewam e bo berhemhênan, karkirin
û fidakariyê di pênava parastina wateyên hevbeş ên Kurdistanê de. Serbarî van
hemûyan, heke nasyonalîzm tenê di çarçoveyeke hestyarî ya rût de were kurtkirin
û ji zanist و fikirê nûjen vala bibe, wê demê metirsiya wê heye ku veguhere
regezperestiyeke nebaş. Lê berevajî, dema ev bîrokeya (fikir) bi zanist, fikirê
vekirî û ronahîgeriyê tê perwerdekirin, dibe hêzeke nîştimanî ya mezin bo
dabînkirina rizgarî û avadaniyê.

Binyada saxlem a nasyonalîzma kurdî pêdivî ye li ser bingeha «Yekîtiya neteweyî
di nav firehiyê de» bê avakirin. Çunke neteweya bê îrade tenê wekî keresteyeke
xav di destê ajandeyên neteweyên din de tê bikaranîn, lê dema dibe xwedî îrade û
hişyarî, ew bixwe dibe karekterekî serbixwe. Tebayî, têgihîştina hevbeş û
yekrêziya navxweyî mercekî mecbûrî yê manê ye. Perçebûna siyasî mîna tîrekê ye
ku ber bi dilê îradeya neteweyî ve tê avêtin û hêza me ya navxweyî lawaz dike.
Nasyonalîzm ne tenê şanazîkirin e bi rabirdûyekî kevin, belku girtina
berpirsiyariyeke dîrokî ye li hember paşeroja nifşên piştî me.

Parastina qewareyê siyasî û taybetmendiyên kultûrî yên her civakê bi giştî û
qewareyê Herêma Kurdistanê bi taybetî, bêyî jêder û jêrxaneke aborî ya serbixwe
ne pêkan e. Ew neteweya ku ewlehiya wê ya xorakê di bin rehmeta destê derve de
be, nikare bibe xwedî biryara nîştimanî û îradeyeke siyasî ya azad. Di vê
hevkişeyê de, pêşxistina mirovê berhemhêner û hêza kar a navxweyî girîngiyeke
stratejîk a zêdetir heye ji hebûna samanên sirûştî, çunke mirovê dahêner bingeha
aboriyeke xwebes (xwebijîv) datîne. Dema berjewendiyên maddî û pîşeyî yên çînên
cuda mîna cotkar, karsaz û bazirganan li seranserî nîştimanê bi hev ve tên
girêdan, yekrêziya siyasî dibe pêdiviyeke mecbûrî û perçebûna siyasî jî wekî
xwekujiyeke siyasî û aborî xuya dike.

Top