• Tuesday, 29 September 2026
logo

Lazîme Yûsif, çalakvana siyasî ya Kurda Êzidî: Nasyonalîzma kurdî di encama werçerxanên jeopolîtîk ên dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de serî hilda

Lazîme Yûsif, çalakvana siyasî ya Kurda Êzidî: Nasyonalîzma kurdî di encama werçerxanên jeopolîtîk ên dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de serî hilda

 

Çalakvana siyasî, Lazîme Yûsif, yek ji kesayetiyên çalak ên nav Kurdên Êzidî ye
û xelka Şingalê ye; ew bajarê ku rûbirûyî jenosîd û paqijiya neteweyî ji aliyê
terorîstên DAIŞê ve bûbû, û niha jî li Duhokê aware ye. Ew wekî endama
pêkhateyeke resen, ji ber nasname û awarebûnê rastî sitemê hatiye. Di guftûgoya
vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Nasyonalîzm û Îdeolojî: Pirs û Têkilî), bi vî
rengî dîtin û nêrînên xwe anîn ziman:

"Ez dixwazim spasî û pêzanînên xwe yên kûr pêşkêşî Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê
ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bikim, ji bo vexwendina wan a hêja bo amadebûn
di vê guftûgoya pir girîng de, û ji bo girîngîpêdana wan bi vî awayî ku
pêkhateyeke sereke û resen wekî Kurdên Êzidî neyê piştguhkirin. Ez bixwe yek ji
zarokên Şingalê me, wê axa birîndar ku şahidiya jenosîdeke trajedîk kir, ku
malbat û kesûkarên me girt û bû sedema awarekirina me ya bi darê zorê ji zêd û
mal û milkên me. Ji vê perspektîvê ve, guftûgokirin li ser mijara «Nasyonalîzm û
Îdeolojî» bo me Kurdên Êzidî girîngiyeke bêdawî heye, û ez ê hewl bidim bi rêya
vê beşdariyê rûpelên dîrokê vekim ji bo axaftineke kûr li ser vê pirsa
çarenivîssaz û hesas."

Nasyonalîzma kurdî wekî tevgereke siyasî, rewşenbîrî û civakî ya diyar di dîroka
hevdem a Rojhilata Navîn de tê hesibandin, ku di bersiva guherînên jeopolîtîk ên
bilez de ku herêmê di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de dîtine,
serî hildaye û geş bûye. Sîmayên vê tevgerê bi zelalî hevdem ligel paşveçûna
Împeratoriya Osmanî, ji nû ve xêzkirina sînorên siyasî û damezrandina
dewlet-neteweyên nûjen hatin diyarkirin. Ev tevger di cewherê xwe de, hewl dide
ji bo parastina nasnameya neteweyî ya gelê Kurd û parastina mafên wî yên
bingehîn û rewa (siyasî, rewşenbîrî an kultûrî) li hember wan astengiyên
curbecur ên ku di dirêjahiya dîrokê de rûbirûyî taybetmendiyên wî bûne.

Nasyonalîzma Kurd li ser hîmên cewherî ava dibe ku wijdana vê gelî pêk tînin; di
serê wan de zimanê kurdî bi zaravayên xwe yên curbecur tê, ku wekî firaqa
parastina kelîpor, dîrok û bîra komî tê hesibandin. Parastina ziman bi tundî
vebestî ye bi hewlên parastina mîrata kultûrî û folklorî ya kurdî û
berdestkirina taybetmendiya wê ya şaristanî. Li kêleka rehendê kultûrî jî,
daxwazên siyasî wekî hêmaneke biryarder di tevgera kurdî de derdikevin, ku tê de
daxwaza hêz û aliyên siyasî yên cuda di navbera daxwaza mafên medenî û îdarî, an
hewlên ji bo bidestxistina şêwazên pêşkeftî yên xwebirêvebirin û federalîzmê,
heta digihîje xewna serxwebûna nîştimanî di hinek dîtinên siyasî de, li gorî
rewş û geşedanên her parçeyekî Kurdistanê diguhere.

Tevî vê yekê jî, nasnameya nîştimanî ya hevbeş roleke zindî dilîze di girêdan û
yekxistina wijdana komî ya wan Kurdên ku ji aliyê coxrafî ve li ser çend
dewletên sereke hatine dabeşkirin, ku ev in: Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriye. Tevî
sînorên siyasî û cudahiyên herêmî, peywendiyên hîsên neteweyî û girêdanên dîrokî
û kultûrî wekî faktorekî hevbeş dimînin ku hevxemî û têgihîştina navbera zarokên
gelê Kurd bihêz dike. Ev yek jî doza wan dike yek ji mijarên herî zindî û bi
bandor di dariştina hevkişeyên seqamgirî û pêkvejiyanê de li herêmê.

• Îdeolojî û Bîra Neteweyî

Qada siyasî ya kurdî bi pirrengî û himeçeşniyeke berfireh a fikrî û îdeolojîk tê
naskirin, bi vî awayî ku nabe tevgera siyasî ya kurdî di qalibekî fikrî yê tenê
de were kurtkirin, belku bi cudabûna rewşa dîrokî û civakî ya her herêmekê re,
bi pirrengiyê tê naskirin. Di vê çarçoveyê de, çendîn rewtên sereke derdikevin
ku nexşeya siyasî ya partiyên kurdî xêz dikin, ji wan: Neteweyî-demokratîk ku
hewl dide daxwazên neteweyî bi hîmên mafên mirovan, demokrasî û pirrengiya
siyasî ve girê bide. Li aliyekî din, neteweperweriya muhafezekar wekî rewtekê
derdikeve ku hevsengiyê di navbera parastina nasnameya neteweyî û pabendbûn bi
nirxên civakî û kultûrî yên kevneşopî yên civaka kurdî de çêdike. Her wiha
sosyaldemokrasî wekî bijardeyekê amade ye ku ji aliyê hin hêzên siyasî ve tê
peyrewkirin û bala wan a sereke li ser pêkanîna dadperweriya civakî û wekheviyê
ye. Di warê cîbicîkirina pratîkî de, bijardeya federalîzm û xwebirêvebirinê wekî
meyleke realîst û berbelav derdikeve, ku bi zelalî di ezmûna Herêma Kurdistana
Iraqê de hatiye dîtin, ku di çarçoveya destûra federal a Iraqê de hatiye
damezrandin. Ev nîşana nermbûn û şiyana van bîrokan e bo xweşguncandin ligel
jîngeha siyasî ya derdora xwe.

• Amar û Hejmara Rûniştvanan

Ewên ku giringiyê didin karûbarên demografîk, rastî zehmetiyan tên di
bidestxistina amarên fermî û hûr de ku hejmara rastîn a hevwelatiyên Kurd li wan
welatên lê hatine dabeşkirin diyar bikin. Ev jî di pileya yekem de vedigere bo
nebûna polênkirina neteweyî an regezî di wan serjimêriyên giştî yên rûniştvanan
de ku piraniya welatên peywendîdar encam didin. Li ser bingeha vê rastiyê, ew
texmînên ku ji aliyê navendên lêkolînê û saziyên akademîk ve derdikevin, dibin
çavkaniyên sereke û pêbawer bo diyarkirina qebareya vê neteweyê û dabeşbûna wan
a coxrafî.

Ev texmînên lêkolînî amaje bi wê dikin ku Tirkiye mezintirîn hejmara rûniştvanên
Kurd dihewîne, bi awayekî ku hejmara wan li wir di navbera 13 bo 20 mîlyon kesan
de tê texmînkirin. Piştî wê Îran tê bi texmînekê ku di navbera 7 bo 8 mîlyon
kesan de ye. Li Iraqê, hejmara Kurdan bi nêzîkî 8 mîlyon kesan tê texmînkirin,
dema ku li Sûriyê nêzîkî 2 bo 3 mîlyon Kurd dijîn. Li kêleka hebûna wan li
nîştimana wan a dîrokî, rapor amaje bi hebûna civakeke kurdî li diyaspora û
Ewropayê dikin ku bi nêzîkî 2 bo 3 mîlyon kesan tê texmînkirin. Bi vî awayî,
koma giştî ya van texmînan li ser asta cîhanê di navbera 30 bo 40 mîlyon kesan
de ye.

• Kurd li Iraqê

Pêkhateya Kurd beşekî bingehîn ji pêkhateya civakî û siyasî ya Komara Iraqê pêk
tîne. Texmînên navendên lêkolînê amaje dikin ku Kurd rêjeyeke di navbera 15%
bo 20% ji tevahiya rûniştvanên Iraqê pêk tînin. Di warê îdarî û siyasî de,
Herêma Kurdistana Iraqê ji sala 1991ê ve, piştî wan geşedanên siyasî yên herêmê,
xwedî sîstemeke xwebirêvebirinê ye. Ev rewşa yasayî bi fermî hatiye çespandin û
wekî herêmeke federal di nav tekstên destûra herîmî ya Iraqê de ku di
sala 2005an de hat pesendkirin, hatiye naskirin.

• Partiyên Kurdistanî yên Sereke

Qada siyasî ya kurdî bi rêya komelêk partiyên diyar çalak e ku roleke sereke
dilîzin di dariştina dîmena siyasî û arastekirina daxwazên gelê Kurd de. Di serê
wan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK) ne, ku du stûnên sereke ne li Herêma Kurdistana Iraqê. Her wiha, tevger û
partiyên din li Tirkiye, Sûriye û Îranê dabeş bûne û di warê meylên îdeolojîk û
bernameyên xwe yên siyasî de cuda ne.

• Alingariyên li ber Tevgera Neteweyî ya Kurd

Daxwazên bîra neteweyî ya kurdî di serdema nû de rûbirûyî komelêk alingariyên
bingehîn û aloz dibin. Dabeşbûna coxrafî û dabeşbûna hebûna Kurdan li ser çar
welatên sereke wekî yek ji diyaritirîn wan astengan derdikeve. Ev alingariya
kûrtir dibe ji ber cudahiya sîstemên siyasî û çarçoveyên yasayî û îdarî li her
yek ji van welatan. Her wiha, pirrengiya hizbî û îdeolojîk a navxweyî beşdar e
di çêkirina cudahiya dîtin û helwestên siyasî de di nav civaka kurdî bi xwe de.
Di çarçoveya derve de jî, doza Kurd her dem di bin bandora rasterast a
hevrikiyên herêmî û navdewletî de dimîne.

Di dawiyê de dixwazim tekez bikim ku, tevgera rizgarîxwaza Kurd wekî yek ji
giringtirîn û diyartirîn tevgerên siyasî û civakî li herêma Rojhilata Navîn a nû
tê pênasekirin. Ew bi awayekî bingehîn li ser armanceke cewherî disekine ku
parastina nasnameya kultûrî, zimanê dîrokî û kelîpora resen a gelê Kurd e, ligel
hewla berdewam bo dabînkirina mafên siyasî û medenî. Tevî pirrengiya di meylên
îdeolojîk û bernameyên siyasî de, lê li ser armanceke hevbeş yek digirin ku ew
jî pêdiviya dabînkirina mafên neteweyî yên rewa ye. Şêwazên bidestxistina van
daxwazan li gorî rewşa siyasî ya her dewletekê cuda ne; carna daxwaza otonomiyê
ye, carna federalîzma destûrî, û carna jî xewna serxwebûn û avakirina dewletê
ye.

Top