• Sunday, 26 July 2026
logo

Amerîka: Ji ber kû Tirkiye şertên girtina F-35’an bicih ne aniye, nikare bigire

Amerîka: Ji ber kû Tirkiye şertên girtina F-35’an bicih ne aniye, nikare bigire

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi fermî ragihand ku Tirkiye hîn şertên qanûnî yên vegera bernameya F-35’an pêk neaniye.
Ji ber vê yekê di şertên heyî de wê F-35’an nedin Tirkiyeyê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi nameyek fermî ya şandî Kongreyê ragihand ku Tirkiye hîn şertên ku di zagonên Amerîkayê de hatine destnîşankirin pêk neaniye

Ji ber vê yekê nikare dîsa bibe beşdarê bernameya F-35.

Ev daxuyanî di demekê de hat ku di mehên dawî de hinek nîşaneyên germbûna têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê derketibûn holê.

Her çend di rêveberiya Amerîkayê de hin daxuyaniyên erênî di derbarê pêşxistina têkiliyên du aliyan de hebûn jî,

Lê Wezareta Derve di nameya xwe de diyar kir ku qanûnên heyî hîn jî li cihê xwe ne û şertên wan divê bêne bicihanîn.

BINGEHÊ PIRSGIRÊKÊ PERGALA PARASTINA HEWAYÎ YA S-400 YA RÛSYAYÊ YE

Bingehê pirsgirêkê pergala Parastina Hewayî ya S-400 ya Rûsyayê ye

Amerîka ji sala 2019’an ve dibêje ku hebûna vê pergalê bi F-35 re li hev nayê.

Ji ber ku dibe ku agahiyên teknîkî yên balafirê bikevin destê Rûsyayê.

Ji ber vê yekê Tirkiye di wê demê de ji bernameya F-35 hate derxistin.

Di nameya nû de jî Wezareta Derve dubare dike ku şertên qanûnî bi awayekî zelal tên diyarkirin.

Ji bo ku Tirkiye bikaribe dîsa vegere bernameyê, pêwîste pirsgirêka S-400 bi tevahî were çareserkirin,

Pergala Rûsî û amûrên wê ji holê werin rakirin û her wiha mîsogerî were dayîn ku Ankara êdî pergala wekî S-400 neke.

 

Ronahi.tv

Top