• Sunday, 26 July 2026
logo

Volodimir Zelenskiy: Rûsya 30 hezar leşkerên din ji Koreya Bakur xwest

Volodimir Zelenskiy: Rûsya 30 hezar leşkerên din ji Koreya Bakur xwest

Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy îdîa kir ku Rûsyayê 30 hezar leşkerên din ji Koreya Bakur xwestiye ji bo şerê Ûkraynayê bike.
Volodimir Zelenskiy li ser platforma medya dîjîtal X’ê daxuyaniyek da û got:

Rûsya li nêzî sînorê Ûkraynayê ji bo pêşwazîkirina 30 hezar leşkerên li Koreya Bakur, ji meha Hezîranê û vir ve amadekariyê dike.

Her wiha Zelenskiy îdîa kir ku rêveberiya Pyongyangê amadekariyê dike ku fuzeyên nû yên balîstîk bide Rûsyayê û wiha anî ziman:

Şerkirina leşkerên Koreya Bakur li nava refên Rûsyayê ne tenê Ûkraynayê eleqedar dike.

Moskow tecrûbeya şer dide Pyongyangê.

Daxuyaniya Zelenskiy piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Koreya Bakur Choe Son Hui ya li Moskowê hate dayin.

Rûsya û Koreya Bakur li ser îdîayên dawî yên Zelenskiy hîn daxuyaniyeke fermî nedane.

 

Ronahi.tv

Top