Şeban Silêman, nivîskar û hunermend li Duhokê: Bêyî saziyên bihêz û artêşeke yekgirtî, em ê her tim bindest bin
Kurdan di dirêjahiya dîrokê de bi saya folklor û çanda xwe ya dewlemend, kariye
nasname û dîroka xwe ji windabûnê biparêze. Heke berhemên devkî mîna stran,
heyranok, çîrok û destanên dîrokî neban, dibe ku îro dîrokeke me ya serbixwe
neba, an jî gelên din bi wî awayê ku wan dixwest dîrok ji bo me dinivîsandin. Bo
nimûne, ew stran û heyranokên ku taybet in bi şoreşa Şêx Seîdê Pîran, yan
destana diltezîn a «Genc Xelîl» û bi dehan berhemên din ên wekî wan, di rastiyê
de wekî arşîveke zindî kar kirine û bûne sedema sereke ya parastina çand û
bîreweriya komî ya me ji windabûnê.
Beriya bêtirî sê sedsalan, bîrewer û helbestvanê mezin ê Kurd, Ehmedê Xanî, bi
dîtineke kûr û stratejîk hişyarî daye û ragihandiye; heke gelê Kurd fêr nebe ku
karbidest û rêvebirên jêhatî ji bo birêvebirina welatê xwe hilbijêre, artêşeke
neteweyî ya birêxistinkirî û yekgirtî ava neke, û bingehê aboriyekî qahîm ava
neke, wê demê dê her tim wekî bindest û peyrewê gelên din bimîne. Xanî bi zelalî
amaje bi wê yekê kiriye ku nebûna yekitiyê û tebayiyê di navbera aliyan de,
sedema sereke ya serdestbûna neteweyên derdorê ye bi ser me de. Nexwe tenê rê ji
bo rizgariya ji vê rewşê, girtina rêyên pratîkî yên wan çareseriyan e, daku êdî
nebin bindestê tu hêzeke derveyî.
Dema em li modela fermanrewayiya niha ya Herêma Kurdistanê dinêrin, em dibînin
ku berjewendiyên teng ên hizbî bi temamî li ser berjewendiyên neteweyî û bilind
serdest bûne. Di rastiyê de, proseya siyasî li vê herêmê ji destpêkê ve li ser
bingeheke neasayî û neçê hat avakirin, bi vî awayî ku rêkeftinên stratejîk ne ji
bo berjewendiya giştî, belku ji bo dabeşkirina deselat û postan hatin kirin. Ev
jî bû sedema piştguhxistina nasnameya neteweyî û nemana bandora parlameneke
çalak di biryarên çarenivîssaz de. Encama vê siyaseta netendurist, dabeşbûna
Herêma Kurdistanê bû li ser du zonên cuda ku her yek ji wan bi aliyekî cuda de
diçin.
Heta ew hêzên opozîsyonê yên ku bi dirûşma çaksaziyê (reformê) derketin holê,
nekarîn bernameyeke neteweyî ya berfireh pêşkêş bikin. Milmilaneya (hevrikiya)
wan tenê di dijayetîkirina deselatê de kurt bû û di dawiyê de bûn beşek ji
pêkhateya hikûmetê û nekarîn guherîneke bingehîn pêk bînin.
