Şivan Hemdî, Endamê Bazneya Giftûgoyê: Nasnameya neteweyî û olî ligel ku di cîhanbîniya takê kurd de têkel dibin û dibin temamkerê hevdu, di bingeh de du qadên ji hev cuda ne
Şivan Hemdî, Endamê Bazneya Giftûgoyê: Nasnameya neteweyî û olî ligel ku di
cîhanbîniya takê kurd de têkel dibin û dibin temamkerê hevdu, di bingeh de du
qadên ji hev cuda ne
Şivan Hemdî, endamê Bazneya Giftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û berpirsê Ajansa Nûçeyan a Zagrosê ye.
Di giftûgoya vê carê ya «Bazneya Giftûgoyê» de (Nasiyonalîzm û îdeolojî. Pirs û
peywendî), bi vî awayî dîtin û nêrînên xwe anîn ziman:
Berî ku em herin ser basa bîra neteweyî ya kurdî û şirovekirina diyardeya
nasiyonalîzma bêdewlet, pêwîst e amaje bi bingeheke teorîk a girîng bikin ku
çavkaniya sereke ya nasiyonalîzmê pêk tîne. Nasnameyên bingehîn ên mirov, bi
taybetî «netewe» û «ol», ku ji girîngtirîn şonasan (nasnameyan) ên mirovahiyê
ne, li derveyî bazneya îrade û biryara takekesî de formele dibin. Mirov nikare
bi daxwaza xwe biryarê bide ka dê ser bi kîjan neteweyî be, yan di kîjan
paşxaneya olî de ji dayik bibe. Di vê çarçoveyê de, her çend netewe û ol di
gelek civakan de wekî du stûnên temamker û hevşandim di avakirina nasnameyê de
kar dikin, lê di bingeh de du qadên serbixwe û xwedî karakterên cuda ne, ku
peywendiyeke wan a pêkhateyî ya pêdivî bi hev re nîne. Bo nimûne, niha piraniya
welatiyên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê peyrewiya ola pîroz a Îslamê
dikin, lê dîrok ji me re dibêje ku berî derketina Îslamê jî, neteweyek bi navê
Kurd li ser axa xwe hebûye. Ji ber vê yekê mirov can bêje ku nasnameya neteweyî
û olî ligel ku di cîhanbîniya takê kurd de têkel dibin û dibin temamkerê hevdu,
di bingeh de du qadên ji hev cuda ne.
Di vê çarçoveyê de, dema em li ser lêkolîna dîroka bîra neteweyî ya kurdî û
ezmûna praktîkî ya nasiyonalîzma kurdî wekî diyartirîn cureyê nasiyonalîzma
bêdewlet di serdema nûjen de disekinin, em rûbirûyî komek alozî yên kûr ên
teorîk û rikaberiya dijwar a praktîkî dibin. Ev tevgera piralî, tevî ku li ser
bingeha nasnameyeke çandî û neteweyî ya kevin rawestiyaye, lê di proseya
guherandina vê şonasa çandî bo projeyeke siyasî ya yekgirtî û nûjen de, her tim
di nav asteng û berbestên navxweyî û derveyî de derbas bûye.
Ji bo gihîştina bi têgihiştineke rast di vê hevkişeya aloz de, pêwîst e di warê
dîrokî de cudahiyeke zelal di navbera du têgehên cuda de bikin: Yekem, «hestê
bihêz ê kurdbûnê» wekî îfadeyeke nasnameyî û çandî, û ya duyem, «nasiyonalîzm»
wekî stratejî û projeyeke siyasî ji bo dewletsaziyê. Di dîroka kurd de, êl û
gundî di hemû qonaxên dîrokî de hesteke kûr û bêmerj ji bo kurdbûna xwe hebûye û
xwedî li nasnameya xwe derketine, lê asta têgihiştina wan ji bo vê şonasiyê
zêdetir di çarçoveya nerîtên eşîrtî, parastina serbixwebûna navçeyî û
berjewendiyên lokal de çir bibû, ne li dora damezirandina dewleteke nûjen a
yekgirtî li ser bingeha saziyî û yasayî.
Di asta navdewletî de, tevgera nasiyonalîzma kurdî her tim di bin siya
kêşmekêşên jeopolîtîk û hevsengiya hêzên herêmî û cîhanî de gav avêtiye. Ezmûnên
dîrokî bi zelalî nîşan didin ku peymanên navdewletî li şûna ku naskirineke
bingehîn bin ji bo mafên neteweyî yên kurd, pir caran wekî karta fişarê ya demkî
ji aliyê zilhêzan ve ji bo lawazkirina dewletên rikaber hatine bikaranîn, bêyî
ku îradeyeke rastîn ji bo garantiya cîbicîkirina wan hebe. Di forum û kongreyên
mezin ên dîplomatîk de, berjewendiyên stratejîk ên hêzên bandordor zêdetir bi
manewiya dewletên navendî yên hevpeyman re yek digire, ne bi piştgiriya
qewareyeke kurdî ya nûpêgehiştî ku hêj nekaribe xwe wekî yekeyeke yekgirtî ya
xwedî biryar di qada navdewletî de biselmîne. Ev perşûbelavbûna siyasî ji ber
dabeşbûna cografî ya Kurdistanê kûrtir bûye, bi şêweyekî ku her parçeyek li gorî
rewşa xwe ya navxweyî ajandeyeke cuda dişopîne, ev jî bûye sedem ku kurd nekarin
wekî karakterekî navdewletî yê yekgirtî derkevin holê.
Ligel van astengiyên derveyî, gotar û xwezaya nedemokratîk a rejîmên
desthilatdar ên navçeyê bandoreke bingehîn li ser arasteya daxwazên kurd danîne.
Nebûna dewleteke serbixwe ku bikaribe nasnameya kurdî bi şêwazekî nûjen pênase
bike, kiriye ku dewletên serdest her tim vê şonasiyê wekî hereşeyekê ji bo ser
qewareya xwe ya siyasî bibînin. Li wan navçeyên ku desthilata navendî siyaseta
înkarkirin û jêbirina şonasa neteweyî meşandiye, tevgera rizgarixwaz a kurd
neçar bûye serî li xebata çekdarî bide wekî bertekeke pêdivî ji bo parastina
hebûna xwe. Ev cudahiya di navbera çarçoveyên destûrî û siyasî yên her dewletekê
de, bûye sedem ku asta daxwazên kurd ne wekhev bin.
Ji nîvê sedsala bîstê û vir ve, derketina çavkaniya dewlemend a petrolê li
navçeyên kurdî, milmilaneya di navbera kurd û rejîmên navendî de gihand qonaxeke
nû û aloztir. Ew kêşeya ku berê di çarçoveya daxwaza otonomiya kargêrî û mafên
çandî de dihat nîqaşkirin, guherî bo şerekî stratejîk ê dijwar li ser
kontrolkirina petrol û dahatên neteweyî. Li gorî vê yekê jî, navçeyên petrolê
rûbirûyî pêleke giran a teerebkirin (erebkirin) û guherandina demografyayê bûn,
ji ber ku ji bo hikûmetên navendî nedihat qebûlkirin ku destê neteweyekê bigihe
çavkaniyên darayî yên sereke yên dewletê, ku daxwaza mafê çarenivîsê dikin.
Ji bilî rehendên aborî, faktora olî jî roleke sereke di vê milmilaneyê de
lîstiye. Hêzên neyar pir caran bi navê «biratiya îslamî» û alîgiriya
bîrubaweriyê, hestê olî yê civaka kurdî ji bo berjewendiya xwe bi kar aniye. Ev
yek nîşan dide ku bendbestên nasiyonalîzma kurdî tenê ji ber planên derveyî
nebûne, belku peywendiya wê bi lawaziya pêkhateya civakî û siyasî ya navxweyî ve
jî hebûye, ku tê de dilsoziyên êlî û olî di gelek qonaxan de li ser
berjewendiyên neteweyî yên bilind serdest bûne. Di vê nêrînê de, nasiyonalîzma
kurdî di niha de wekî ezmûneke dîrokî ya giran maye ku tê de divê di heman demê
de rûbirûyî astengiyên derveyî û kêşeyên pêkhateyî yên navxweyî bibe.
