• Wednesday, 15 July 2026
logo

Hevpeyvîn bi Dr. Kristina Lerman re: Nexweşhatina fonksiyonel û bandora algorîtmayan li ser civakê

Hevpeyvîn bi Dr. Kristina Lerman re: Nexweşhatina fonksiyonel û bandora algorîtmayan li ser civakê

 

Di warên Jîriya Destkird (AI) û zanistên civakî yên dîjîtal de, têgihîştina
pêwendiya navbera mirov û teknolojiyê girîngiyeke mezin heye. Ji bo
gotubêjkirina vê mijarê, me hevpeyvînek bi Dr. Kristina Lerman re encam da, ku
seroka projeyê ye li Enstîtuya Zanistên Agahdariyê (ISI) li Zanîngeha
Kalîforniyaya Başûr (USC) û mamostaya alîkar a lêkolînê ye di beşa zanistên
kompîturê ya heman zanîngehê de. Lerman pispora sîstemên tevlihev ên
"pir-brîkar" di jîriya destkird de ye û lêkolînên wê li ser dînamîkên torên
civakî û laliyeniyên (bias) hişî hûr bûne.

Ji xeynî jîriya destkird a hilberîner, sîstemên pêşniyarkirinê û fêrbûna amûrê
di jiyana me ya rojane de amade ne. Bi dîtina we, ev teknolojî civakê çawa
diguherîne û bandora wê ya herî mezin a demdirêj dê di kîjan warî de be?

- Teknolojîya jîriya destkird û sîstemên pêşniyarkirinê bi şêweyekî kûr ketine
nav jiyana me ya dîjîtal a rojane; ji kirîna ser xetê û temaşekirina fîlman
bigire heta bikaranîna medyaya civakî. Dema em li Amazonê tiştekî dikirin,
an li Netflixê fîlmekî dibînin, algorîtma li gorî daxwazên me pêşniyarên
balkêş pêşkêşî me dikin. Ev sîstem, her çend hemû tiştên ku em dibînin
kontrol nakin, lê roleke sereke di sêwirandina ezmûna me ya onlîn de
dileyzin û bandoreke wan a rasterast li ser kirîn, xwendin û danûstandinên
me heye. Ev guherîna civakî ya kûr bandoreke berçav li ser şêwaza raman û
tevgerên me hiştiye. Heta diyardeyên giştî yên wekî cemsergiya
(polarization) siyasî û zêdebûna diltengî û depresyona ciwanan, dikarin
vegerin ser bandora van algorîtmayên zîrek ku şêwaza wergirtina agahî û
biryardanê di jiyana mirovan de araste dikin.

Gelo girîngiya zêde ya medyayê bi jîriya destkird a hilberîner, nabe sedema
piştguhkirina bandorên rasterast ên algorîtmayên pêşniyarkirinê li ser jiyana
rojane?

- Sîstemên pêşniyarkirinê ji ber bandora wan li ser jîngeha agahdariyê û
reftara mirovî, hêjayî baldarîyeke zêdetir in. Çemkê "Nexweşhatina
Fonksiyonel" (Functional Misalignment), ku lêkolînerên wekî Jon Kleinberg û
Sendhil Mullainathan berê lêkolîn li ser kirine, nîşan dide ka serkeftina
algorîtmayan di gihîştina armancên wan ên diyarkirî de çawa li dijî
berjewendî û aliyên erênî yên jiyana rastîn a mirov disekine. Ev kêşe bêtir
di torên civakî de diqewime, dema sîstem ji bo pêşbînîkirina reftar û
rakêşana bala bikarhêneran bi rêya analîzkirina daneyên klîk û danûstandinan
têne sêwirandin.

Girêka sereke ew e ku bala mirov di bin bandora pêvajoya peresendinê (evolution)
de, bêtir diçe ser metirsî, pevçûn, gef û agahiyên neyînî. Algorîtma jî di
tespîtkirina van xalên balê de pir jêhatî ne û bi pêşniyarkirina naverokên tijî
tirs û cemsergirî bersivê didin. Ev dînamîk ziyaneke mezin a derûnî digihîne
ciwanan; kur rûbirûyî pîvanên laşên pir masûlkî dibin û keç neçar dibin xwe bi
wêneyên xeyalî û natendurust ên lawaziyê re bidin ber hev, ku ev jî dibe
çavkaniya diltengî, depresyon û kêmbûna baweriya bi xwe.

Gelo ev di bingeh de kêşeyeke teknîkî ye, an çareserî pêdivî bi guhertina sîstem
û motîvasyonên kompanyayên teknolojiyê heye?

- Çareserkirina kêşeyên teknolojiyê pêdivî bi guhertina bingehîn a sîstema
handanê (incentives) heye, ji ber ku kompanya tenê bala xwe didin
qezenckirina dahatê. Ji bo nimûne: Platformên bazirganî yên wek Amazon û
torên civakî, algorîtmayên xwe ji bo zêdetirîn firotin û hiştina
bikarhêneran sêwirandine, ne ji bo parastina tenduristiya derûnî ya wan.
Derbaskirina vê rewşê pêdivî bi hevkariya hikûmet, kompanyayên teknolojîk û
civakê heye. Divê hikûmet yasayên tund ji bo birêkûpêkkirina platforman û
parastina nifşê nû deynin. Di dawiyê de, guherîna rastîn tenê bi xebata
hevpar û berpirsiyarane ya hemû aliyan pêkan e, da ku teknolojî bikeve
xizmeta mirovahiyê, ne tenê ji bo qezenca kompanyayan.

Li gorî ku laliyenî (bias) ji daneyan (data) tê ne ji algorîtmayan, gelo
dadperweriya rastîn di sîstemên AI de armanceke dawî ye, an pêvajoyeke herdemî
ya çavdêriyê ye?

- Nadadiyên dîrokî di daneyên kevin de xuya dikin. Dema AI ji wan hîn dibe,
cudakariyên raboriyê dubare dike. Lê bi guherîna civakê ber bi wekheviyê ve,
daneyên nû û bêtendurist (unbiased) têne hilberandin. Ez her tim bi vê
geşbîniyê bawer dikim ku ev pêvajo zivireke (cycle) dînamîk û dualî ye di
navbera mirov û teknolojiyê de. Mirov daneyan hildiberîne, AI jê hîn dibe û
biryarên wê bandorê li reftara mirov dike. Ev reftar jî dîsa daneyên çêtir
ji bo paşerojê diafirînin. Ji ber vê yekê, dadperwerî ne tenê armanceke dawî
û statîk e, belku pêvajoyeke berdewam e ku pêdivî bi avakirina hevpar a
civak û AI-yê heye.

Gelo kêşeya mezin bixwe jîriya destkird a hilberîner e, an çawaniya kûrkirina
dabeşbûnên siyasî û civakî ye ji aliyê sîstemên algorîtmîk ve?

- Sîstemên niha yên AI-yê ji ber algorîtmayên pêşniyarkirinê cemsergirî û
dabeşbûnên civakî kûrtir dikin, ji ber ku nîşanên metirsî û nakokiyan
mezintir dikin da ku bala temaşevanên zêdetir bikişînin. Cemsergiya siyasî
dema di nav civakê de belav dibe, xwedî meyla xwe-bihêzkirinê ye. Lê
berevajî vê, medyaya civakî dikare aliyên erênî jî hebin; dikare bi rêya
çîrokên hevxemî, alîkarî û bûyerên cîhanî yên wekî Mondîalê (Kupa Cîhanê),
gelên cuda li dora hev bicivîne. Pirsgirêka sereke ne di naverokê de ye,
belku di wan sîstemên aborî û bazirganî de ye ku her tim xelata madî didin
wan naverokên ku tirs û hêrsê derdixin pêş.

Gelo em heman şaşiyên medyaya civakî bi jîriya destkird re dubare dikin?

- Erê, em di bin metirsiya dubarekirina heman şaşiyan de ne. Li wir modelên
aborî berjewendiya bazirganî dixistin pêşiya her bihayekî. Cudahiya niha ew
e: Platformên berê ji bo rakêşana balê hevrikî dikirin, lê AI ji bo
dagirkirina dem û dagirkirina danûstandinên me yên hestiyar (emotional)
hevrikiyê dike. Van kompanyayan dixwazin têkiliyên kûr ava bikin; bi
şêweyekî ku ciwan "chatbot"an wekî heval an hevparên romantîk dibînin. Ev
guherîneke civakî ya pir kûr e ku dikare şêwaza pêwendiyên mirovî yên rastîn
biguherîne.

Ger hûn bikaribin îro polîtîkayekê derbarê AI de biguherînin, ew dê çi be?

- Pirs ew e ku kî kontrol dike û kî sûdmend e? Heta ku qezenc sedema sereke
be, kompanya tenê ji bo bilindkirina bihayê pişkên xwe biryarê didin. Divê
pêşxistina vê teknolojiyê wekî "malê giştî" (public good) were dîtin. Mîna
ramana guherandina Twitterê bo saziyeke ne-qezencxwaz wekî Wîkîpediya, divê
modelên mezin û sîstemên bingehîn ên AI-yê bi şêwazê ne-qezencxwaz kar
bikin. Bi vê yekê, xizmeta mirovahiyê dikeve pêşiya berjewendiyên xwedan
pişkan.

Gelo AI gihîştiye astekê ku di biryarên hestiyar de bawerî pê were anîn?

- Ezmûna cîranê min mînakek e; wî bêyî bingehek teknîkî, bi rêya barkirina
wêneyên panelên solar (tavê) û faturayên xwe bo ChatGPT, analîzeke pir kûr û
pêşniyarên guncaw ji bo sîstema enerjiya mala xwe wergirtin. Ev şiyana
bêwêne ya teknolojiyê nîşan dide. Lê bikaranîna wê ya berhemdar pêdivî bi
baweriyekê heye ku nabe tu carî cihê baldarî û lêkolîna me ya ji bo
parastina ewlehiya giştî bigire. AI dikare ji aliyê xeraban ve ji bo
sextekarî yan ziyanê were bikaranîn. Divê xelk astekî tendurust ji
gumanparêziyê (skepticism) biparêzin. Divê em her tim di pêşniyarên wan de
bi guman bin û bizanibin ku ev bername ji bo razîkirina me hatine çêkirin,
ne ji bo pêşkêşkirina rastiyek zanistî ya rût.

Bi pêşketina "AI-ya Brîkar" (Agentic AI), hûn kîjan derfet an metirsiyê dibînin?

- AI bi lezeke pir mezin pêş dikeve. Yek ji metirsiyên sereke "zivirên
fîdbekê" (feedback loops) ne. Dema gelek brîkarên serbixwe (autonomous
agents) bi berdewamî bi hev re danûstandinê dikin, biryarên wan bandorê li
hev dikin û encamên nexwestî yên ku mirov qet pêşbînî nekirine hildiberînin.
Ev dikare bibe sedema bêîstîkrariyeke tund. Lê li aliyê din, derfetên mezin
jî hene; brîkarên serbixwe dikarin lêkolînên zanistî bikin û pêvajoya dîtina
çareseriya nexweşiyên wekî şêrpenceyê (kanser) pir bilez bikin.

Siyasetmedar, zanîngeh û bazirganên li Herêma Kurdistanê çawa dikarin sûdê ji
AI-yê wergirin tevî kêşeyên laliyeniyê û cemsergiriyê?

- Pêşxistina AI-yê li ser bingeha ziman û çandên cuda mijarek hestiyar e. Di
demekê de ku piraniya modelên sereke li ser daneyên Rojavayî hatine
perwerdekirin, hewlên navxweyî ji bo çêkirina modelên lokaî (herêmî) dest pê
kirine da ku taybetmendiyên çandî biparêzin. Lêkolînên nû nîşan didin ku
carinan modelên mezin ên cîhanî di fêmkirina daneyên lokaî de ji modelên
piçûk serkeftîtir in. Ev rewş nîşan dide ku hîna bersivek zelal û yekalîker
nîne. Ji bo gihîştina encameke rast, pêdivî ye ku em bi dîtineke pir
berfireh li vê pirsê binihêrin û hemû aliyên wê bi hûrgulî binirxînin.

Top