• Monday, 13 July 2026
logo

Rosemary Foot, lêkolera payebilind a Zanîngeha Oxfordê ji bo Gulan: Berfirehbûna pêgeha aborî ya Çînê li Iraqê, derfetek e ji bo Herêma Kurdistanê ku têkiliyên xwe bi kompanyayên Çînî re geş bike

Rosemary Foot, lêkolera payebilind a Zanîngeha Oxfordê ji bo Gulan: Berfirehbûna pêgeha aborî ya Çînê li Iraqê, derfetek e ji bo Herêma Kurdistanê ku têkiliyên xwe bi kompanyayên Çînî re geş bike

 

Rosemary Foot, profesor û lêkolera payebilind e li Zanîngeha Oxfordê û endama
fexrî ya Koleja Saint Antony ye. Mijarên sereke yên lêkolînên wê pêkhatin ji:
geşepêdana cîhanî ya Çînê, ewlehiya herêmî ya Asya-Pasîfîk, û dîplomasiya mafên
mirovan. Ji bo axaftina li ser girjî û aloziyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên
Amerîka û Çînê de di warên ewlehiya herêmî û hevrikiya guhertina sîstema cîhanî
û têkiliyên Çînê bi welatên Başûr re, bi taybetî Iraq û Herêma Kurdistanê, me ev
hevpeyvîn ligel xanim Rosemary encam da.

- Di bin siya girjiyên niha yên di navbera Washington û Pekînê de, çi mercên
bingehîn pêwîst in ji bo rêgirtin li veguherîna vê hevrikiyê bo şerekî
rastexwe û misogerkirina bihevrejiyana aştiyane?

- Di salên dawî yên îdaraya Biden de û niha jî di xula serokatiya Trump de,
nîşanên curbecur tên dîtin ku nîşan didin her du welat gihîştine wê baweriyê
ku pêwîst e hevrikiya stratejîk a navbera xwe birêve bibin. Lê nayê veşartin
ku hewildanên ji bo îstîkrara vê têkiliya dualî bi astengan tije ne. Pêwîst
e Washington qebûl bike ku êdî serokatiya wê ya mutleq di qada navdewletî de
nemaye. Herwiha pêwîst e Amerîka bi şêwazekî danûstandinê ligel daxwazên
bingehîn ên Pekînê yên li ser serweriya axa xwe bike, bi taybetî pirsa
Taywanê, bi awayekî ku Çînê ji rêyên tundûtûjiyê sar bike û piştrast bike ku
Washington nabe hander ji bo berfirehkirina nakokiyên serbazî.

Ji aliyê xwe ve, divê Pekîn wê baweriyê kêm bike ku Amerîka tenê dixwaze Çînê
"goşegir bike û rê li pêşketina wê bigre". Pêwîst e êrîşên berdewam ên ser
siyaseta derve ya Washingtonê bên kêmkirin. Her du alî jî qebûl dikin ku şerekî
serbazî li herêma Asya-Pasîfîkê dê bibe karesateke mezin. Ev pêvajo dikare bi
gava herî sade dest pê bike: çêkirina kanalên peywendiyê yên birêkûpêk di warên
berjewendiyên hevbeş de, wekî ewlehiya zîrekiya destçêkirî (AI) û rêgirtin li
belavbûna çekên atomî.

- Gelo Çîn hewil dide çaksaziyê di sîstema hukmranî ya niha ya cîhanî de bike,
yan dixwaze wê bi temamî biguherîne?

- Ez bawer dikim Çîn xwedî nêrîneke piralî ye. Pekîn di sîstema navdewletî ya
mafên mirovan de zêdetir daxwaza guhertinê dike beramberî warê aborî. Rola
Çînê di saziyên navdewletî de her ku diçe zêdetir dibe, çi bi rêya avakirina
saziyên nû yên wekî "Bankeya Veberhênanê ya Binesaziya Asyayê" (AIIB) û
"Rêxistina Hevkariya Şanghayê", yan jî wekî endamekî sereke di bloka "BRICS
Plus" de. Armanca sereke ya Çînê ew e ku hevsengiya sîstema navdewletî ber
bi dewlet-navendiyê ve bibe, mercên siyasî yên Rojava kêm bike û nûnertiyeke
berfirehtir ji bo Başûrê cîhanî (Global South) dabîn bike.

- Tu serkeftina Çînê di ji nû ve darêştina normên cîhanî yên mafên mirovan de
çawa dinirxînî?

- Dîplomasiya Çînê di warê mafên mirovan de nîşana daxwazeke berdewam e ji bo
ji nû ve avakirina saziyên navdewletî, bi awayekî ku serweriya dewletê bixe
pêşiya parastina mafên kesane. Di Encumena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî
(HRC) de, Pekîn roleke çalak lîstiye ji bo pêşxistina wê nêrîna ku dibêje
"geşepêdan" mercê sereke yê mafên mirovan e. Gelek dewlet ligel Çînê
hemfikir in, ji ber ku bawer dikin qanûnên mafên mirovan wekî amrazek ji bo
destwerdana di karên wan ên navxweyî de tên bikaranîn.

- Li herêma Asya-Pasîfîkê, mezintirîn kêşeyên ewlehiyê yên niha çi ne?

- Kêşeya Taywanê û nakokiyên li ser serweriya deryayên Başûr û Rojhilatê Çînê,
mezintirîn gef in. Geşepêdana bilez a şiyana serbazî û nebûna baweriyê di
navbera Amerîka û Çînê de, metirsiya şaşfêmkirinê zêde dike. Amrazên ku niha
li ber dest in ev in: parastina kanalên peywendiya serbazî ya rastexwe,
xurtkirina rêkarên kontrolkirina qeyranan û piştgiriya dîplomasiyê bi rêya
rêxistinên herêmî.

- Di bin siya berfirehbûna rola aborî ya li navçeyê, Pekîn çawa li Herêma
Kurdistanê dinêre? Ev pêşketin çi derfet û astengan ji bo Herêmê çêdike?

- Her çend ez nikarim behsa naskirineke pir kûr li ser polîtîkayên Pekînê yên
beramberî Herêma Kurdistanê bikim, lê mirov dikare bi rêya prensîbên giştî
yên Çînê encaman derxîne. Çîn girîngiyeke taybet dide serwerî û yekparçeyiya
axa welatan. Ji ber vê yekê, Pekîn di çarçoveya peywendiyên fermî yên ligel
Komara Iraqê de danûstandinê ligel Herêma Kurdistanê dike, ne wekî aktorekî
siyasî yê serbixwe. Hevdem, berfirehbûna pêgeha aborî ya Çînê li Iraqê, bi
taybetî di warên enerjî, binesazî û projeyên veberhênanê de, derfetekê ji bo
Herêma Kurdistanê diafirîne ku hevkariya xwe bi kompanyayên Çînî re geş
bike. Lê ev peywendî dê di çarçoveyeke pragmatîk û bazirganî de bimînin, bi
awayekî ku pabendbûna Pekînê ya ji bo yekparçeyiya axa Iraqê binpê neke.

Top