Profesor Sean Yom, lêkolerê siyaseta hukmranî li Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Iraq bûye qada nakokiyên derve û kutleyên siyasî jî li şûna xizmeta giştî, pêşbaziyê ji bo bidestxistina wefaya hêzên herêmî dikin
Sean Yom, profesorê zanistên siyasî ye li Zanîngeha Temple li wîlayeta
Philadelphia ya Amerîkayê û lêkolerê siyaseta hukmranî ye li ser dewletên
Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê. Zêdetirî du dehsalan e li ser hukmranîya
otokratîk û tevgerên demokratîk di cîhana erebî de kar dike. Ji bo axaftina li
ser têkçûna pêvajoyên hukmranî bi awayekî giştî li welatên erebî û bi taybetî li
Iraqê, me ev hevpeyvîn ligel profesor Sean encam da.
- Gelo têkçûna demokrasiyê di cîhana erebî de rehên xwe di qelsiya çanda
siyasî û civaka medenî de dibîne, yan vedigere bo deselata çespandî ya
saziyên serbazî û ewlehiyê ku berdewam rêgir in li ber her guhertineke
siyasî?
- Bijardeya duyemîn rast e. Astengiyên li ber demokrasiyê di cîhana erebî de
rehên wan di çandê de nîn in, belku deryancamê serkutkariya siyasî û
pêkhateya dîktatöriyê ne. Qelsiya civaka medenî û bêdengiya tevgeran ne
nîşana nexwestina guhertinê ne, belku encama wan kotûbendên tund in ku
hukmetan ji bo parastina deselata xwe sepandine.
Dîktatörî di navçeyê de, çi di şêwazê padîşahiyê de be yan komarî, deselat li
cem elîteke kêm û saziyên ewlehiyê xistine bin destê xwe. Ev sîstem xwedî
hesasiyeta saziyî ne li hember prensîbên demokratîk, ji ber ku azadiya dengdanê,
parlamenê serbixwe û lêpirsîn, stûnên deselata wan dilerizînin. Di cewher de,
dîktatörî li her derê bi komkirina hêzê di destê hindikayiyekê de û bêbeşkirina
piraniyê ji biryarên siyasî dest pê dike, ne bi sedema kêmasiya zatiyê gelan di
çanda wan de.
- Çi taybetmendiyeke saziyî wisa kiriye ku padîşahiyên Urdun, Mexrib û
Kendavê, ji komarên erebî serkeftîtir bin di daxistina nerazîbûnên cemawerî
û parastina xwe li hember pêlên li pey hev ên daxwaza demokrasiyê?
- Manewiya padîşahiyên erebî berhema sê aliyên sereke ye. Yekem, ev deselat
xwedî hevalbendiyên civakî yên berfireh in ku rewabûna wan di nav cemawer de
diçespîne. Duyem, piştbestina wan bi dahata "rentî" (wekî petrol û
harîkariyên derve) ku wisa kiriye serxwebûna darayî hebe. Sêyem, parastina
têkiliyên bihêz ligel Rojava.
Hevdem, ev padîşahî xwedî jêhatiyeke bêwêne ne di mijandina fişaran de û
danûstandina jêhatî ligel opozîsyon û elîtan ji bo rêgirtin li her teqîneke
cemawerî ya şoreşgerî. Ev xweragirtin tenê ne bi siruşta sîstema wan ve girêdayî
ye, belku deryancamê ders-wergirtinê ye ji dîroka navçeyê. Wan bi hûrî ji
têkçûna padîşahiyên berê yên wekî Misir, Iraq, Lîbya û Îranê fêm kiriye. Bi vê
yekê karine bi hişyarî xwe ji wan xeletiyan biparêzin ku berê bibû sedema
kûdetayan.
- Derbarê Iraqê de, heta çi radeyê ew çarçoveya destûrî û saziyî ya
piştî 2003an hat avakirin, bi taybetî sîstema pişk-pişkênê (muhasasa), bûye
sedema qelsiya hukmranî û berdewamiya qeyrana rewabûna siyasî li wî welatî?
- Sîstema "pişk-pişkênê ya tayîfî" ku piştî dagirkeriya Amerîkayê li Iraqê
hate çandin, sedema bingehîn a qeyrana rewabûnê û têkçûna hênikên girîng ên
hukmranî ye. Ev modela nadrust wezaretên dewletê guhartine bo derebegayetiya
siyasî û tayîfî. Ji ber rehên kûr ên vê pêkhateyê di nav cesedê burokrasî û
saziyan de, guhartina wê karekî gelekî zehmet e, meger şokeke mezin a
destûrî û saziyî rû bide.
Li aliyê din, aboriya rentî û piştbestina mutleq bi dahata petrolê, bandorên
nerênî yên vê sîstemê çend qat zêde kirine. Ev rewş bi pratîkî lêpirsîna
demokratîk û têkiliya tendurist di navbera hukmet û welatiyan de têk daye.
Hevdem, baladestiya bê sînor a dezgehên ewlehî û îstîxbaratî li ser saziyên
medenî, rêgireke sext e li ber geşeya dewleteke modern.
- Bi piştbestina bi şiroveyên zanistî yên pirtûka te ya nû bi navê (The
Accidental Crucible), aliyên dîrokî yên avabûna dewletê çi bandorekê li ser
şirovekirina hukmranî li Iraqê dikin?
- Pirtûka (Jordan: Politics in an Accidental Crucible) ku sala 2025an hatiye
weşandin, xwendineke sîstematîk e bo dîroka siyasî ya Urdunê wek dewleteke
"destçêkirî". Ez behsa wê dikim ku nihêniya îstîkrara Urdunê li beramberî
Iraqê, ne tenê bi hîkmeta serkirdeyan e, belku vedigere bo komek faktorên
pêkhateyî û cografî.
Li Iraqê, şoreşa 1958an ne tenê encama nasyonalîzma erebî bû, belku deryancamê
girjiyên çînayetî yên sîstema derebegayetiya erdê bû. Cudahiya kûr a navbera
elîta xwedî erd û çîna navîn a bajarnişîn, artêş kir amrazek ji bo guhertina
radîkal. Lê Urdun di salên pêncî de xwedî "aristokrasiya gundnişîn" nebû ji ber
ku kêm-berhemdariya axê rê nedida avabûna wê çînê. Ev pirtûk nîşan dide çawa
siyaqa aborî û jîngehî, çarenûsa siyasî ya van her du welatên Haşimî ji hev cuda
kir.
- Gelo têkiliya Amerîka, Îran û Kendavê ligel saziyên parçekirî yên Iraqê,
qelsiya dewletê kûrtir kiriye?
- Destwerdana derve, bi taybetî ji aliyê Îran, Amerîka û welatên Kendavê ve,
îstîkrara Iraqê seqet kiriye. Ev alî li şûna çespandina demokrasiyê, tenê li
pey berjewendiyên xwe ne. Iraq bûye qada nakokiyên herêmî; Îran bi rêya
milîsên xwe û Amerîka bi rêyên din. Di "Cenga Adara 2026an" de (wekî mînak),
Iraq bû qurbaniya pêkdana hêzên dijber. Kutleyên siyasî jî li şûna xizmeta
giştî, pêşbaziyê ji bo bidestxistina wefaya derve dikin. Ev yek sîstema
siyasî ya Iraqê ber bi lîwara hilweşîneke tirsnak biriye.
- Taybetkirina hêza rewa (Monopoly of power) yek ji prensîbên dewletê ye, gelo
manewiya grûpên çekdar ên nefermî çawa teheddaya vê prensîbê kiriye?
- Ev qeyraneke bi reh û dîrokî ye li Iraqê. Dema em bala xwe didin "Heşda
Şeibî", em dibînin her çend di çarçoveya darayî ya dewletê de ne, lê "kurên
rastîn ên dewletê" nîn in. Ew xwedî dilsoziya taybet, serkirdeyên navçeyî û
daxwazên xwe yên aborî ne. Ev aktorên çekdar hinek caran piştgiriya dewletê
diken, lê di fezayeke "dûrreg" (hybrid) de li derveyî çarçoveya dewletê bi
xwe de dijîn.
- Çima tevgerên Buhara Erebî û Tişrîn li Iraqê di avakirina alternatîfeke
saziyî de rûbirûyî astengiyan bûn?
- Çalakvanên medenî îro, ji ber bêhêvîbûna ji îdeolojiyên wekî lîberalîzm û
îslamîzmê, penahê dibin ber "karê cemawerî" û nerazîbûna demkî, ne avakirina
partiyên birêxistinkirî. Ew dixwazin "siyasetan" biguherînin ne "sîstemê".
Li welatên wekî Iraq û Lîbyayê, çaksaziya sade bes nîn e û divê "yasayên
lîstikê" ji nû ve bên nivîsandin. Çareseriya guncaw di "çaksaziya jîrane" de ye:
bikaranîna fişara navdewletî ji bo guhertina yasayan, hevdem ligel karkirina
ligel nermrew û teknokratên navxweyî. Ezmûna Rwanda di avakirina dezgehên
dewletê de û Kolombiya di werçerxana ber bi demokrasiyê de, nimûneyên hêvîdar
in. Ev mînak nîşan didin ku dewletên hilweşiyayî jî dikarin bi rêya çaksaziya
saziyî rabin ser xwe.
