• Tuesday, 14 July 2026
logo

Şefafiyet, Dahat û Xerciyên Herêma Kurdistanê

Şefafiyet, Dahat û Xerciyên Herêma Kurdistanê

Şefafiyet, Dahat û Xerciyên Herêma Kurdistanê 

Ji nava 146,4 trîlyon dînarên pişka yasayî ya Herêma Kurdistanê, tenê 33,4
trîlyon dînar (ku dike 22,8%) hatiye şandin û 48,7 trîlyon dînar wekî şayisteyên
darayî mane.

Pirsên birêvebirina darayî, şefafiyeta dahatan û çaksaziya aborî di pêşengiya
karên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûne. Di vê raporê de, li
ser bingeha datayên fermî yên Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê û Dîwana
Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê, ronahî tê xistin ser rewşa darayî ya
Herêmê di navbera salên 2019 heta 2025an de.

1. Budceya Federal û Pişka Rastîn a Herêma Kurdistanê Li gorî yasaya budceya
Iraqê, pişka Herêma Kurdistanê bi rêjeya 12,67% ji tevahiya budceya giştî ya
Iraqê hatiye diyarkirin. Ev di demekê de ye ku li gorî serjimêriya sala 2024an,
rêjeya niştecihên Herêmê 14,1% ji tevahiya Iraqê pêk tîne.

Amarên fermî nîşan didin ku di heft salên borî de (2019-2025), ji nava 146,4
trîlyon dînarên ku di yasaya budceyê de ji bo Herêmê hatibûn veqetandin,
tenê 33,4 trîlyon dînar ji aliyê Bexdayê ve hatine şandin. Bi vê yekê,
tenê 22,8% ji pişka Herêmê hatiye şandin û 48,7 trîlyon dînar wekî mafê darayî
nehatiye xerckirin. Herwiha Herêma Kurdistanê ji xerciyên serwerî û pişka
serbazî (mafên hêzên Pêşmerge) bêpar hatiye hiştin.

2. Dahatên Herêma Kurdistanê: Petrol û Ne-petrol Dahata giştî ya Herêma
Kurdistanê di heft salên borî de gihîştiye 51,3 trîlyon dînarî, ku bi vê awayî
dabeş bûye:

- Dahata Petrolê: Di navbera sala 2019an heta Adara 2023an de, tevahiya dahata
firotina petrolê 22,5 trîlyon dînar bûye (44% ji dahatê). Piştî rawestandina
hinartina petrolê di dawiya Adara 2023an de, ev dahat di salên 2024 û 2025an
de bi temamî bûye sifir.
- Dahata Ne-petrolê: Ji ber rawestandina petrolê, girîngiyek zêdetir bi
dahatên navxweyî hat dayîn ku gihîştiye 28,7 trîlyon dînarî:
- Dahata wezaretan: 13,8 trîlyon dînar (27%).
- Dahata gumrukê: 9,5 trîlyon dînar (18%).
- Dahata bac û milkên mîrî: 5,4 trîlyon dînar (10%).

3. Xerciyên Giştî û Mesrefên Mehane Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo
birêvebirina sektoran û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, salane pêdivî bi budceyê
heye. Bo nimûne, xerciya kirdarî ya sala 2025an 14,3 trîlyon dînar bûye:

- 10 trîlyon dînar bo mûçeyan.
- 2,7 trîlyon dînar bo xerciyên bikaranînê (operasyonel).
- 1 trîlyon dînar bo projeyên weberhênanê ji dahata navxwe.
- 482 mîlyar dînar bo berhemandina karebayê.

Ji xeynî mûçeyan, hikûmet ji bo xizmetguzariyan mehane pêdivî bi 130 heta 160
mîlyar dînarî heye:

- 7 mîlyar dînar bo derman û pêdiviyên pizîşkî.
- 12 mîlyar dînar bo paqijkirina bajaran û nexweşxaneyan.
- 30 mîlyar dînar bo çêkirina rêyan û avadaniyê.
- 42 mîlyar dînar bo mûçeyên mamosteyên wanebêj û karmendên girêbest.

4. Qeiran, Rewşa Mûçeyan û Proseya Damezirandinê Di navbera salên 2019
heta 2025an de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî gelek astengiyan bû: Korona, daketina
nirxê petrolê, rawestandina hinartina petrolê û neşandina budceyê ji aliyê
Bexdayê ve. Tevî vê rewşê, hikûmetê karî piraniya mûçeyan dabeş bike. Tenê 10
mûçe bi temamî nehatine dan (ku li gorî yasayê di stuyê Bexdayê de ne) û 11 mûçe
jî bi awayê lêbirîn an paşkeft hatine dabeşkirin. 49% ji mûçeyên hatine dan, ji
dahata navxwe ya Herêmê hatine dabînkirin.

Niha hejmara mûçexuran 1,190,391 kes in ku mehane pêdivî bi 945,8 mîlyar dînarî
heye. Tevî pirsgirêkan, hikûmetê li ser dahata navxwe 66,474 kes damezirandine û
mûçe bo 19,918 xwediyên pêdiviyên taybet girêdaye.

5. Kurteya Dawî Herêma Kurdistanê mehane pêdivî bi nêzîkî 1 trîlyon dînarî heye
tenê bo mûçeyan. Ji bo dabeşkirina 12 mûçeyên tam di salê de, 13 trîlyon dînar
lazim in. Cîgirbûna rewşa darayî ya Herêmê, girêdayî şandina şayisteyên yasayî
ji aliyê Bexdayê ve û rêkxistina dahatên navxwe ye.

Top