• Sunday, 12 July 2026
logo

Mele Sedîq Seîd Sultan, Pêşnivêj û Wîtarxwanê Mizgefta Quştepeyê: Hujre ne tenê navendên fêrbûna şerîetê bûn, belku dibistanên pêgihandina serkirde û hişyariya neteweyî bûn

Mele Sedîq Seîd Sultan, Pêşnivêj û Wîtarxwanê Mizgefta Quştepeyê: Hujre ne tenê navendên fêrbûna şerîetê bûn, belku dibistanên pêgihandina serkirde û hişyariya neteweyî bûn

 

Mamoste Mele Sedîq Seîd Sultan, ku bi navê (Mamoste Mele Sedîqê Quştepeyê) tê
naskirin, yek ji alimên giranbuha û navdar ên bajarê Hewlêrê ye. Wî xwendina
melatiyê li ser destê komek alimên dînî yên diyar ên Kurdistanê temam kiriye.
Zêdetirî 40 salan pêşnivêj û wîtarxwan bûye li Quştepeyê, xwediyê medrese û
hujreya xwe bûye û gelek feqî pê gihandine. Çend berhemên wî yên neçapkirî hene.
Ji aliyê civakî ve, roleke wî ya çalak di aştî û belavkirina peyama miyanrewî û
dindariyê de heye û di nav alimên dînî de xwedî rêz û pileyeke bilind e. Gulanê
ev hevpeyvîn ligel wî saz kir.

- Alimên dînî yên Kurd di dîroka hevçerx a Kurdistanê de, heta çi astê karîne
hevsengiyê di navbera rêbertiya olî û têkoşîna neteweyî û niştimanî ya gelê
xwe de durust bikin û biparêzin?

- Bêguman, di dirêjahiya dîroka kevnar û hevçerx a gelê me de, mamosteyên olî
her tim roleke pêşeng, dîrokî û bibandor di rêbertîkirin û arastekirina
şoreş û tevgerên rizgarîxwaz ên Kurdistanê de lîstine. Ew ne tenê rêberên
olî û ruhanî bûn, belku yekemîn mamoste bûn ku ruhê berxwedanê,
niştimanperwerî û dilsoziya ji bo ax û niştiman di hundirê takekesên civakê
de diçandin. Di serdemên kevn de ku derfeta xwendin û xwendevariyê pir
sînordar bû, hujre û medreseyên olî yekane navenda sereke ya rewşenbîrî û
pêgihandina serkirdeyan bûn. Piraniya wan kesayetiyên navdar, siyasî û
biryarder ên ku di rabirdû û niha de pêşeng bûn, her li wir û li ser destê
mamosteyên olî yên jêhatî fêrî bingehên kurdayetî, dînperwerî, şoreşgerî û
projeya neteweyî bûn. Van alimên olî bi berdewamî xelk li ser pîroziya dîrok
û mafên wan ên rewa hişyar dikirin. Bi vê yekê, hujre ne tenê navendên
fêrbûna zanistên şerîetê bûn, belku bûbûn dibistaneke mezin ji bo
perwerdekirina hizr, hişyariya neteweyî û têkoşîna di oxira parastina
nasnameya Kurd de.

- Heta çi astê hujre û mizgeftan di dîrokê de rol di pêgihandina fikrî û
siyasî ya wan serkirdeyên ku rêbertiya piraniya şoreşên niştimanî yên
Kurdistanê kirine, hebûye?

- Rêberên niştimanî yên wek Şêx Seîdê Pîran û Şêx Mehmûdê Hefîd, kesayetiyên
olî, şêx û melayên serdema xwe bûn ku serkêşiya şoreş û tevgerên rizgarîxwaz
dikirin. Van serkirdeyan di hujre û dibistanên olî de perwerde bûbûn, çunkî
di wê serdemê de ji ber nexwendevariya giştî û nebûna navendên modern ên
xwendinê, hujre yekane navenda fêrbûn, zanist û pêgihandina xelkê bûn.

- Gelo pêwendiyeke rasterast û bihêz di navbera baweriya olî û dilsoziya ji bo
niştiman de heye? Çawa dindarî dibe handerek ji bo bihêzkirina hezkirina
welat li cem welatiyan?

- Niştimanperwerî û hezkirina axê beşeke jêneveqetandî ya bîr û bawerî û
nasnameya mirov e. Wek tê gotin: "Hubbul weten minel îman" (Hezkirina welat
ji îmanê ye). Mirovekî ku xwedî baweriyeke kûr û rastîn be, nikare li hember
ax û gelê xwe xemsar be, belku divê hest û dilsoziyeke tam ji bo niştimanê
xwe hebe. Nebûna vê dilsoziyê dibe sedem ku mirov wek biyaniyekî li welatê
xwe bijî û hesta berpirsiyariyê li hember derdora xwe lawaz bibe. Di dîroka
Îslamê de jî, mînaka herî bilind a vê hest û girêdana bihêz di jiyana
Pêxemberê Xwedê de (dirûdên Xwedê lê bin) diyar bûye. Dema ku bi neçarî ji
Mekkeyê hate derxistin, bi xemgînî berê xwe da bajarê xwe û got: "Tu axa
herî hezkirî yî li cem Xwedê û li cem min. Heger xelkê te ez derneêxistama,
ez ê ji te derneketama." Ev gotin sembola wê pêwendiya ruhanî û kûr e ku
divê di navbera mirov û warê wî de hebe.

- Rola dîrokî ya alimên olî li Kurdistanê di rûbirûbûna stem û dagirkeriyê de
çawa tê nirxandin û heta çi astê karîne bibin pêşengên tevgerên niştimanî ji
bo bidestxistina mafan?

- Mamosteyên olî di hemû qonaxên dîrokî de her tim di refa pêşîn a têkoşîn û
hişyarkirina civakê de bûne. Bi awayekî ku di rabirdûyê de, serkirde û
têkoşerên şoreşan berdewam berê xwe didan wan, çunkî hujre û medreseyên olî
çavkaniya perwerdekirina kadroyan bûn li ser bingehên niştimanperwerî, edeb
û exlaqê bilind. Ji aliyekî din ve, wek şahidekî li gundê "Braymelek" li
devera Teqteqê, min ji nêz ve dît çawa bi şofêlê mizgefta gundê me
hilweşandin û pirtûkxaneyên wê şewitandin. Di wê bûyera xemgîn de, dîmenê
hilweşandina mizgeftê û şewitandina Qurana pîroz û pirtûkan êşeke mezin bû
ku heta niha jî di bîra min de maye.

- Rola dîrokî ya hujre û feqiyan di parastina zimanê zikmakî û geşepêdana
hişyariya neteweyî de çi bûye û çawa ev navend bûne keleheke parêzvan a çand
û edebiyata Kurdî?

- Di dîroka civaka Kurdî de û berî derketina sîstem û dibistanên modern, hujre
û mizgeftan wek navendên bingehîn ên xwendevanî, zanist, perwerde û
pêgihandina nifşên cuda roleke bilind lîstine. Van navendên olî û fêrkirinê
ne tenê bi fêrbûna nivîsandin û xwendina Qurana pîroz sînordar bûn, belku
dibistaneke mezin a fêrbûna exlaqê bilind, bîr û baweriya niştimanî û
bingehên kurdayetî bûn. Piraniya serkirde, rewşenbîr, nivîskar û rêveberên
rabirdûyê yên Kurdistanê berhema perwerdeya van hujreyan bûn û di bin destê
mamosteyên olî de pê gihîştin.

Ji aliyekî din ve, mizgeftan di dema şoreş û serkêşiya tevgerên rizgarîxwaz de,
wek stargeh û navendeke niştimanî ji bo parastin û hewandina pêşmergeyan û
darêştina nexşeya têkoşînê xizmet kirine. Li gel vê yekê, gotarên roja înê û
rênimayên berdewam ên mamosteyên olî her tim dînamoya handana xelkê bûne ber bi
yekrêzî, hevgirtin, hezkirina niştiman û parastina axê ji dagirkeriyê. Her wiha
dûrketina ji nerastî û dubendiyê. Bi vî awayî, van saziyan stûneke sereke ya
parastina nasnameya neteweyî û civakî ya Kurd bûne.

- Gelo dikare bê gotin ku hemû alimên olî li her çar parçeyên Kurdistanê her
tim parêzvanên doza neteweyî bûne, an helwesta wan li gorî rewşên siyasî yên
cuda guheriye?

- Wek ku di ayeta pîroz a Quranê de hatiye: "We’tesimû biheblîllahî cemî’en we
la teferreqû" (Û hûn hemû bi bendê Xwedê bigirin û ji hev belav nebin). Ev
fermana Xwedayî tekeziyê li ser girîngiya yekrêziyê û destgirtina bi nirxên
bilind dike û mirovan ji belavbûn û dubendiyê dûr dixe. Li gorî vê prensîbê,
parastina hevgirtina civakî û dilsoziya ji bo gel û niştiman erkekî sereke
ye, bi awayekî ku divê mirov ji her cure xayîntiyeke li hember niştimanê xwe
dûr bikeve. Di rabirdûyê de, civaka me li ser bingeha hevkariya komî û
kevneşopiya "hevkarî" (herewezî) hatibû avakirin, ku tê de mizgeft û
mamosteyên olî her tim pêşeng bûn di arastekirina xelkê de ber bi karê
qenciyê, bihêzkirina hevgirtinê û pêşkêşkirina alîkariyê ji feqîr û hejaran
re.

- Rola mamosteyên olî çawa dinirxînin di parastina aştiya civakî,
çareserkirina nakokî û kêşeyan, û dabînkirin û rêzgirtina ji mafên bingehîn
ên jinan di civakê de?

- Ji aliyê dîrokî ve, mamosteyên olî roleke bibandor di parastina aştiya
civakî de lîstine. Bi awayekî ku di dema derketina her kêşe û nakokiyekê de
li navçe û gundan, wek navbeynkarekî cihê baweriyê diketin navbera aliyan û
bi riya sulh û lihevhatinê kêşeyên wan çareser dikirin. Civakê jî ji ber
pêgeha manewî ya mamosteyan, rêz li biryarên wan digirt û guh dida gotinên
wan. Ev rola çaksazîxwaz ne tenê di çareserkirina kêşeyên giştî de sînordar
dima, belku parastina navxweyî ya malbatê jî di nav xwe de digirt. Di vê
çarçoveyê de, mamosteyên olî her tim ji ser minberan parastina mafên jinan
kirine û dijberiya xwe ji bo her cure zilm û stemeke li hember wan nîşan
dane. Bêguman, nêrîna wan li ser vê mijarê ne li ser bingeha têgihîştineke
hevçerx bû, belku çavkaniya wê vedigere wan nirx û bingehên ku şerîeta
Îslamê diyar kirine, ku tê de rûmet û pêgeha jinê parastî ye û bi riya
hevsengiya di navbera maf û erkên her aliyekî de, rêveberiya malbatê hatiye
rêkxistin.

- Mamoste di navendên xwendina olî de çawa rûbirûyî belavbûna fikra tundrewî
dibin? Rêbazên herî girîng ên perwerdeyî yên ku ji bo parastina nifşê nû ji
wê metirsiyê girtine ber xwe çi ne?

- Mamosteyên olî her tim roleke bibandor û girîng di parastina ciwanan de ji
metirsiyên fikra tundrewî lîstine. Wan bi piştrastiya bi peyama rastîn a
Îslamê, ku li ser bingeha miyanrewî, lêborîn û hevgirtinê hatiye
damezrandin, civak araste kiriye. Her weha, ew berdewam handerên nifşê nû
bûne ji bo parastina nasname, çand û zimanê zikmakî wek erkekî niştimanî û
mirovî.

- Dîroka pêkvejiyana di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên cuda yên wek
Misilman, Mesîhî, Êzidî û Ermeniyan de li Kurdistanê diyardeyeke kevnar e.
Gelo di roja îro de çawa dikare ev pêkvejiyan bê parastin?

- Pêkvejiyana olî li Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar û dewlemend e, ku tê de
şopînerên olên cuda yên wek Misilman, Mesîhî û Cihûyan ji bo demeke dirêj li
gund û bajarokan bi aştî û hevgirtinê bi hev re jiyane. Ev hevsengiya civakî
li ser bingeha rêzgirtina dualî, hevkariyê û beşdariya di şahî û şînên hev
de hatibû avakirin. Di roja îro de jî, pêdivî ye mamosteyên olî berdewam bin
li ser gihandina peyama lêborînê û kûrkirina vê pêkvejiyanê.

Parastina vê pirrengî û aştiya civakî rasterast bi hezkirina niştiman û
parastina statûya wê ve girêdayî ye, çunkî di nebûna niştimaneke aram û bi
îstîqrar de, pêkanîna azad a baweriyên olî jî zehmet dibe. Ji ber vê yekê,
dilsoziya ji bo axê, yekrêziya gel û pêşxistina berjewendiyên niştimanî li ser
berjewendiyên taybet û hizbî, erkekî sereke yê hemû aliyan e. Di vê oxirê de,
divê gotara olî her tim handera yekrêzî û niştimanperweriyê be ji bo
misogerkirina paşerojeke bi îstîqrar ji bo tevahiya pêkhateyan.

Top