• Tuesday, 14 July 2026
logo

Pirrengî li Herêma Kurdistanê: Pêgeha pêkhateyên olî û neteweyî... Xwendina fermî bi zimanê dayikê

Pirrengî li Herêma Kurdistanê: Pêgeha pêkhateyên olî û neteweyî... Xwendina fermî bi zimanê dayikê

 

 

 

Ji bo 8,685 xwendekarên pêkhateyan di 69 dibistanan de perwerde bi zimanê dayikê
tê birêvebirin, ligel xwendina ola Êzdiatiyê bo 24,369 xwendekarên Êzidî.

Herêma Kurdistanê ji aliyê demografî û civakî ve wekî yek ji wan herêman tê
dîtin ku pirrengiyeke berbiçav a olî û neteweyî tê de heye. Di vê cografyayê de,
heşt ol û baweriyên cuda ligel çendîn neteweyên wekî Turkman, Kildan, Suryan,
Aşûr û Ermen bi fermî hatine naskirin. Ev pirrengî tenê di çarçoveyeke civakî de
nemaye, belku bandora wê li ser sîstema siyasî, kargêrî û perwerdehiya herêmê jî
heye. Ev rapora rojnamevaniyê hewl dide bi rêya amar û daneyên fermî, ronahiyê
bixe ser asta beşdariya siyasî, çandî, geşeya sektora perwerdehiyê û rewşa
perestgehên van pêkhateyan li herêmê.

Beşdariya Siyasî û Pêgeha Pêkhateyan di Desthilatê de

Dîroka beşdariya siyasî ya pêkhateyên neteweyî û olî li Herêma Kurdistanê
vedigere bo yekemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di sala 1992an
de, ku tê de bi rêya sîstema kotayê nûneratiya xwe di parlamentoyê de cîgir
kirin. Ev beşdarî di kabîneyên cuda yên hikûmeta herêmê de jî berdewam bûye. Di
kabîneya yekem, duyem û sêyem de, Yonadem Yûsif Kenna wekî Wezîrê Avakirin û
Niştejîkirinê dest bi kar bû. Piştre di kabîneya çarem û pêncem de, Serkîs
Axacan posta Wezareta Darayî û Aborî û Cîgirê Serokwezîr wergirt.

Di kabîneya şeşem de, posta Wezareta Veguhastin û Geyandinê bi Enwer Cebellî
Şabo hate spartin, û di kabîneya heftem û heştem de jî Jonson Siyawîş heman post
bi rêve bir. Di kabîneya nehem a niha de, nûneratî berferehtir bûye û du postên
wezarî dane pêkhateyan: Ano Cewher wekî Wezîrê Veguhastin û Geyandinê (li ser
para Mesîhiyan) û Aydin Me'rûf wekî Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan (li
ser para Turkmanan) di hikûmetê de beşdar in.

Xwendin û Çand: Parastina Ziman û Nasnameyê

Yek ji bingehên parastina nasnameya pêkhateyan, dabînkirina mafê xwendinê bi
zimanê dayikê ye. Di vê çarçoveyê de, sektora perwerdehiya Herêma Kurdistanê
feyzayek (qadeke) ji bo xwendina Turkmanî û Suryanî dabîn kiriye. Li gorî amarên
fermî:

- Bo xwendina Turkmanî: 19 dibistan hatine veqetandin ku tê de 1,995 xwendekar
ji aliyê 285 mamoste û fermanberan ve dixwînin.
- Bo xwendina Suryanî: 50 dibistan hene ku 6,690 xwendekar dihewînin û 634
mamoste û fermanber karên wan bi rêve dibin.
- Herwiha, 24,369 xwendekarên Kurdên Êzidî di navendên xwendinê de bi zimanê
Kurdî (babeta Êzdiatiyê) dixwînin.

Di warê çandî û kargêrî de, di nav Wezareta Roşenbîrî (Çand) de Rêveberiyên
Giştî yên Roşenbîrî û Hunera Turkman û Suryan çalak in. Di Wezareta Ewqaf û
Karûbarên Olî de jî rêveberiyên taybet bi karûbarên Mesîhî û Êzidiyan hatine
damezirandin.

Rewşa Olî û Rewşa Perestgehan

Herêma Kurdistanê çendîn cihên olî yên cuda dihewîne:

- Ola Îslamê: Piraniya rûniştvanên herêmê Misulman in û niha 6,244 mizgeft li
herêmê hene. Di kabîneya nehem de, 454 mizgeftên nû hatine avakirin û 250
mizgeft jî hatine nûjenkirin.
- Ola Mesîhî: Duyem mezinatrin ola herêmê ye û 14 tayifeyên cuda dihewîne. Li
seranserê herêmê 273 dêr, manastir û mezargeh hene:
- Hewlêr: 39 dêr, 7 manastir û 23 mezargeh.
- Silêmanî: 5 dêr û 1 manastir.
- Dihok: 107 dêr, 2 manastir û 53 mezargeh.
- Ola Êzidî: Ev ola kevn zêdetir li parêzgeha Dihok, Şingal û Deşta Neynewayê
belav bûye. Êzidî xwedan 325 cihên olî ne (183 mezargeh û 142 nîşangeh):
- Şêxan: 95 cih (53 mezargeh, 42 nîşangeh).
- Şingal: 33 cih (27 mezargeh, 6 nîşangeh).
- Be'şîqe û Behzan: 32 cih.
- Xankê: 14 cih.
- Şariya: 29 cih.
- Elqoş: 119 cih.
- Dêrebûn: 3 cih.

Boneyên Fermî û Bêhnvedan (Tatîl)

Taybetmendiyeke din a yasayî li Kurdistanê, naskirina fermî ya cejn û boneyên
hemû pêkhateyan e. Bo nimûne: Cejnên Remezan û Qurbanê (Misulman), Jidayikbûna
Mesîh û Cejna Mezin (Mesîhî), Cejna Serê Salê û Roja Jenosîda Êzidiyan (Êzidî),
Roja Ziman û Çanda Turkmanî, Cejna Akîtu û Roja Şehîdên Aşûrî, û Cejna Sê Rojên
Yaran (Kakaî). Ev hemû di salnameya fermî ya herêmê de cî girtine.

Rewşa Mirovî û Têkiliyên Navdewletî

Çalakiya medenî di warê pêkhateyan de bi rêya 36 rêxistinên morkirî (32 navxweyî
û 4 biyanî) tê birêvebirin. Piştî êrîşên DAIŞê di sala 2014an de, Herêma
Kurdistanê bû penagehek bo nêzîkî du milyon aware û penaberan, di nav de 138
hezar Mesîhiyên Deşta Neynewayê.

Li ser asta navdewletî, têkiliyên herêmê ligel Vatîkanê gelekî bihêz in. Di
Adara 2021an de, serdana Papa Francis bo Hewlêrê bûyereke dîrokî bû. Papa li
yarîgeha Franso Herîrî mezintirîn merasîma duayê encam da, ku ev wekî nîşaneke
girîng a parastina pirrengiyê li herêmê hate dîtin.

Top