Mela Kerîmê Şafiî, pisporê zanistên şerîeta Îslamê bo Gulan: Zanayên olî bi piştrastbûna bi Quran û fermanan (hedîs), xebata neteweyî û bergiriya ji nîştiman kirin erkeke şerî û bîrubaweriya neteweya me
Mela Kerîm Ferec Mihemed (nasraw bi Mela Kerîmê Şafiî), yek ji zana û mamosteyên
navdar ên olî ye li devera Germiyanê. Xizmeteke berçav kiriye di belavkirina
zanistên şerî de û wanegotina bi xwendekarên zanistên îslamî û pêşewatiya olî li
bajarê Kelarê. Bo axaftin li ser bandora zanayên îslamî yên Kurdistanê li ser
xebata neteweyî û rûbirûbûna cewr û sitemê û parastina ziman û çanda kurdî, me
ev hevpeyvîn ligel mamoste Mela Kerîm saz kir û bi vî awayî bersiva pirsên
Gulanê da.
Gulan: Di dirêjahiya dîrokê de, zanayên olî yên Kurdistanê ji bilî rêberiya
rûhî, serkêşiya bizav û şoreşên neteweyî jî kirine. Aya tu zanyariyek li ser
nivîsîn, bîrubawerî û helwestên siyasî û nîştimanî yên van rêberên olî yên
nîştimanperwer ên gelê kurd li cem we heye?
Mela Kerîmê Şafiî: Mamosteyên olî di dirêjahiya dîrokê de pêşewa û rêberên
civaka kurdewarî bûn. Ew çi li navxwe û çi li derveyî Kurdistanê pêşrew bûn û
her tim di rêza pêşî ya bûyeran de bûn. Vê tebeqeyê bi hezaran têkoşer û
kurdperwer pêşkêşî vê neteweyê kirine. Bi vî awayî neteweya kurd ji destpêkê ve
bi mînakên xizmeta mezin a serkêşên wek Şêx Ubeydullahê Nehrî, heta şoreşa
Hezretî Şêx Mehmûdê Hefîd, Pêşewa Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî şanaziyê
dike. Ev şoreşên me yên niha jî, dîrokeke sedan salî ya xebatê di nav peyama van
pênûs û zilamên olî de hene. Ji ber ku ligel duristbûna mirov, milmilane jî
ligel wî serî hildaye. Ji ber ku di wan serdeman de tiştekî zelal bi navê "maf"
tune bû, mirov her tim bo bi dest xistina daxwazên xwe têkoşiyaye. Heta piştî
nifskoya (têkçûna) şoreşa Îlonê di sala 1975an de, di serdema Şah û Sedam Husên
de, rewşa nîştiman hinde wêran bû ku bû çavkaniya nehametiyan bo kurdan; ji
kuştin, derbederkirin, bidarvekirin, komkujî, Enfal, kîmyabaran û dagirkirina ax
û welat û hwd.
Gulan: Tomara şoreşên Kurdistanê tije ye ji navûdeng û şanaziya mezin a zanayên
olî ku di rêza pêşî ya bereyên xebatê de bûn. Aya tu dikarî hinek ji vê
hev-sengeriya zanayan û pêşmergeyan di dîroka kevin de behs bikî? Ev hevparî ya
navbera mîhrab û sengerê, çi peyameke mezin bo nifşên serdemê me yê niha
digihîne?
Mela Kerîmê Şafiî: Bêguman mîhrab û dîndarî tenê di encamdana ferîzeyên nimêj û
rojiyê de kurt nabin. Her wekî çawa cihê kombûna pêşmerge û navenda dîndariyê jî
tenê mekyek bo nimêjkirinê nîne, belku her tim haneder û serperştiyarê baweriyê
bûn û pêşewayên olî jî di rêzên pêşî yên pêşmergetiyê de bûn. Dîndarî wek
çavkaniyeke girîng a bawerî û serkeftinê di dîrokê de bûye. Herwiha ji destpêkê
heta îro jî, bi zelalî diyar e ku her tim hevşan û palpiştê hêzên bergirî û
pêşmerge bûn. Bi taybetî gelê kurd di her du rehendên nîştimanî û olî de bi vî
awayî yek girtine bo pêkanîna hêz û palpiştîkirina şoreşê, ku bûye sedema
duristbûna bawerî û bihêzbûna bizavê. Bi vî rengî baweriyeke qahîm di navbera
xelk û pêşmerge de bo bergiriya ji mafan durist bûye, ev jî hokarekî sereke bûye
bo destpêkirina xebata neteweyî û rizgarixwazî di nav Kurdistanê de. Ji ber ku
têkelbûna xebatê bi dîndariyê, bawerî û vejeneke (enerjiyeke) mezintir dayê. Di
wê rêyê de jî di dirêjahiya dîrokê de, gelek ji zanayên olî yên kurd di pênava
nîştiman de canê xwe bext kirine û şehîd bûne. Bi vê jî dîrokeke tije ji
şanaziyê di pênava parastina axa pîroz a Kurdistanê de tomar kirine. Dîrok bi vî
şêweyê şikodar hatiye nivîsîn û pêwîst e nifşê niha jî sûdê ji vê ezmûnê
werbigire û bi şanazî ve li rabirdûya bav û bapîrên xwe binerît, da ku bi heman
ruhiyetê berdewam be di xizmetkirina gel û nîştimanê xwe de.
Gulan: Zanayên olî yên Kurdistanê her tim pêşrew bûn û di pêşiya dijayetîkirina
sitemkaran û xebatkirin û pêşkêşkirina qurbaniyan de bûn beranberî her hêzeke
dagirker ku sitem li gel kiribe. Aya ev bergirîkirin ji çi ve serçavî girtiye?
Mela Kerîmê Şafiî: Ji rûyê şerîeta Îslamî ve, bi taybetî di Quran û fermanan
(hedîsan) de, sitemkarî (zulm) her tim wek dijberê qenciyê û hokarê sereke yê
wêranbûn û têkçûna jiyana mirovan hatiye dîtin. Lewma Îslamê zulm bi karekî pir
xerab daniye û daxwaz ji hemû mirovan kiriye ku li dijî bisekinin û bi tu awayî
rê nedin zulm li tu kesî bê kirin. Wekî Pêxember (d.x) dibêje: (Atqû el-zulme
fe'inne el-zulme zulumatun yewm el-qiyameh). Herwiha ferman bi misilmanan daye
ku bergiriya mafên xwe bikin û nehêlin zulm li kesî bê kirin, wekî dibêje:
(Unsur exake zalimen ew mezlûmen...). Nexwe li ser vê bingehê, zanayên olî yên
Kurdistanê berdewam palpiştê gelê xwe bûn û her tim hanê xelkê dane ku bergiriya
xwe û axa nîştiman bikin û li dijî sitemkariyê rawestin, ku ev wek yek ji
sereketirîn hokaran di dîroka xebata kurd de tê hejmartin.
Gulan: Tê gotin mizgeft dema xwe dibistanên neteweyî û fêrxwaziya zimanê kurdî
bûn û her tim ligel erkê fêrkirin û hişyariya neteweyî bûn. Aya dibe hinek li
ser vê girîngiyê bipeyivin ka çi bandorek di parastina zimanê kurdî de hebûye?
Mela Kerîmê Şafiî: Bêguman, mizgeft tenê mekyê xwedaperestiyê nebûn, belku
roleke girîng di fêrkirin û perwerdekirina nifşan li ser bingeha zanist,
rewşenbîrî, parastina zimanê kurdî û hişyariya neteweyî de lîstine. Ji ber
nebûna dibistan û fêrgehan di wan serdeman de, mizgeft wek sereketirîn navenda
zanistî û fêrkariyê bo parastina ziman û neteweyê dihatin dîtin. Ji van navendan
jî çendîn kesayetiyên navdar ên wek Nalî, Mehwî, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî
gihîştin, ku berhemên wan ên edebî belgeyeke zindî ne bo hîştina ziman û çanda
kurdî. Hemwext her tim pêgehek bûn bo perwerdekirina têkoşer û nîştimanperweran,
ku di dîrokê de rola wan a bandordar di parastina nasnameya kurdî de hebûye.
Gulan: Ji kevin ve mirovan hewl dane bo rizgarbûn ji cewr û sitemê. Aya dibe
hinek di vê barê de ji rûyê olê Îslamê ve zelal bikin ka çawa Îslam li dijî
sitemkariyê rawestiyaye?
Mela Kerîmê Şafiî: Armanca Îslamê rizgarkirina mirov e ji koledariyê û berdewam
jî daxwaza wekhevî û dadperweriyê dike. Her wekî Pêxember (d.x) dibêje: (Ya
eyyuha el-nas ela inne rebbekum wahid we inne ebakum wahid). Ji vî alî ve, hemû
mirov wekhev in û tu cudahî di navbera wan de nîne. Lewma Îslam bi tundî li dijî
her cûre koledarî û cudahiyê rawestiyaye. Ev ol berdewam hanê mirovan dide ku
parastina azadiya xwe bikin, ji ber ku azadî bihayekî pir bilind e di jiyana
mirov de. Di heman demê de, zanayên olî yên Kurdistanê jî li ser bingeha vê
bîrubaweriyê têkoşiyane di pênava rizgariya neteweya xwe ji bindestiya
dagirkeran û zordaran, da ku bikaribin bi azadî û serxwebûn li ser axa xwe ya
pîroz bijîn.
Gulan: Gelek ji zanayên olî yên Kurdistanê bi hişyariyê ve serederî ligel mafên
jinan kirine. Aya têgihiştina zanayên îslamî yên kurd bo mafên jinan çawa bûye?
Mela Kerîmê Şafiî: Îslamê girîngiyek mezin daye mafên jinê û rêz lê girtiye,
wekî di Quranê de hatiye: (Ya eyyuha el-nas itteqû rebbekum el-lezî xeleqekum
min nefsin wahidetin...). Jin û mêr di binyat de di maf û erkan de wekhev in.
Herwiha di dîroka Kurdistanê de jî jinan hevşanî mêran roleke diyar hebûye û di
warên zanist û têkoşînê de pêşeng bûn. Wek mînak em dikarin amaje bi jinên
têkoşer ên wek Hepsexanî Neqîb û Xanzada Mîrê Soran bikin, ku selmînerê asta
hişyarî û girîngîpêdana civaka kurdî ne bi mafê jinê. Heta zanayên olî jî
berdewam piştîvaniyê van mafan bûn û rênimayiya xelkê dikirin bo rêzgirtina lê.
Gulan: Kurdistan her tim landika pêkvejiyana aştiyane ya navbera netewe û olên
cuda bûye. Ta çi radeyê di olê pîroz ê Îslamê de zemîn bo lêbihurin û
pêkvejiyanê hatiye amadekirin?
Mela Kerîmê Şafiî: Îslam berdewam hanederê tebayî û lêbihurinê bûye di nav
mirovahiyê de, wekî di Quranê de hatiye: (La îkrahe fî el-dîn...). Lewma tu
mirov nabe bi zorê bê neçarkirin li ser bîrubawerî û olekê. Li ser vê bingehê
jî, civaka kurdî her tim bûye mînakeke ciwan bo pêkvejiyana di navbera
misilmanan û pêkhateyên din ên olî yên wek Mesîhî, Êzidî û Cihûyan ku bi aştî li
ser vê nîştimanê jiyane. Hemwext, zanayên olî jî berdewam hokar bûn bo parastina
vê aştiyê û rêgirtina li her cûre tundûtujiyekê.
Gulan: Aliyekî din ê girîng rola zanayên olî yên Kurdistanê ye di parastina
ziman û çanda kurdî de. Tu vê aliyê nîştimanperweriyê çawa tefsîr dikî?
Mela Kerîmê Şafiî: Xwedayê Perwerdegar di Quranê de dibêje: (We min ayatihî
xelqu el-semawat we el-erd we ixtîlafu elsinetikum we elwanikum). Nexwe
pirrengiya zimanan nîşaneke yezdanî ye û divê bê parastin. Her ji vî alî ve,
zanayên kurd berdewam hewl dane bo nivîsîn û belavkirina pirtûkan bi zimanê
kurdî. Ew hokar bûn bo parastina nasnameya neteweyî ya gelê kurd bi rêya
fêrkirina zimanê dayikê û parastina dab û nêrîtên ciwan ên civaka kurdî, ku ev
roleke dîrokî û pir girîng bûye di parastina nasnameya kurd de.
Gulan: Heger tu bixwazî ji vir ve peyamekê arasteyî ciwanên vê serdemê bikî, tu
çi ji wan re dibêjî?
Mela Kerîmê Şafiî: Bo ciwanên Kurdistanê û nifşê nû, peyama min ew e ku her tim
bergiriya ax, ziman û nasnameya xwe bikin û bi zanayî ve ligel guhertinan
serederiyê bikin û xwe ji tundrewiyê dûr bixin. Herwiha berdewam hewl bidin bo
fêrbûna zanist û me'rîfetê di pênava xizmeta gelê xwe de, ji ber ku paşeroja vê
nîştimanê li ser milê wan ava dibe.
